Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Milî derbarê xebatên di navbera Tirkiye û DYAyê de daxuyaniyek weşandiye ku ji bo Navenda Hevbeş a Liv û Tevgerê ya “Herêma Ewle” wê were avakirin.
Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kiriye ku xebatên avakirina Navenda Hevbeş a Liv û Tevgerê berdewam dikin:
“li Rihayê, xebatên ji bo avakirina Navenda Hevbeş a Liv û Tevgerê berdewam dikin ku ji bo li bakurê Sûriyeyê ewlehî pêk bê, bi DYAyê re tê plankirin Herêmeke Ewle bê avakirin.
“Xebata sazkirina binesaziyê bi heyeta DYAyî re dest pê kiriye ku ji 6 kesan pêk hatiye û hatine Rihayê, her weha fonksiyonên krîtîk hatine avakirin.
"Xebatên avakirina Navenda Hevbeş a Liv û Tevgerê û yên ji bo destpêkirina çalakiyan bêyî ku dereng bikevin, bênavber dewam dikin." (EKN/FD)