Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Erdogan piştî serdana xwe ya Cîne li Konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Pekînê bersiva pirsên rojnamegeran daye.
Erdoganî gotiye ku “Heke ku mişteriyekî pereyên xwe dabe, tu çawa dikarî malên wî mişteriyî nede? Ev dibe xesbkirin.”
Erdoganî di berdewamiyê de diyar kiriye ku Tirkiyeyê heta niha milyar û 400 milyon dolar pere daye û ji bo kirîna 116 F-35an peyman îmze kiriye. Her weha destnîşan daye ku leşker û pîlot jî li gel generalekî, ji bo perwerdeyê çûne.
Rêveberiya DYAyê aşkere kiribû ku heke Enqere, sîstema berevaniyê ya S-400î ji Rûsyayê bikire wê Tirkiye rastî mieyideyan bê û ji programa F-35an were derxistin. (AO/FD)