Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di pêvajoya hilbijartina mixtaran de berbijar û piştevanên mixtaran bi hev çûne, şerê hev kirine. Di encamê de li bajarên Amed, Mêrdîn, Edene, Rûha, Dîlok û Stenbolê 67 kes birîndar bûne.
Ji 39 birîndaran 33 kes li Amedê birîndar bûne. Li Mêrdînê jî pênc kes birîndar bûn. 25 kes li bajarê Rûhayê birîndar bûne. Li Dîlokê du kes birîndar bûne. Ji ber bûyerên pevçûnan 11 kes hatine desteserkirin.
Li navçeya Kayapinarê ya Amedê kesek birîndar bûye, li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê jî du kes.
Li taxa Barişê ya Amedê, heşt berbijarên mixtariyê hene. Yek ji berbijaran hewil daye lîsteya hilbijartina mixtaran li hewşa dibistanekê belav bike. Berbijar û piştevanên berbijarên dî êrîşî wî kiriye.
Êrîşa bi zop û keviran
Ji ber hilbijartina mixtaran, hilbijêrên taxa Darayê ya mêrdînê bi kevir û zopan(sivê stûr) êrîşî hev kirine.
(TP/MB)