Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Heşt roj in ku serokê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest boi meşeka bi navê Meşa Edaletê kiriye.
BIXWÎNE: Notên li ser roja 7.a Meşa Edeletê
Kiliçdaroglûyî serê sibeyê ji bo çapemeniyê got:
“Ji bo zordariyê bikaranîna hiqûqê eşkere dike ku rejîm guheriye, heke dadgehê welatekê li gor fermanên desthilata siyasî tev bigere ev yek eşkere li wî welatî rejîm guheriye.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(EKN/MB)