Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Saziya çavdêriya xwe-îfadekirinê Freemuse navenda wê li Danîmarkayê ye. Sazî her sal derbarê sansur û êrişên li dijî huner û hunermendan raporan amade dike. Di wê rapora binpêkirinên mafan de, Tirkiye di nav 10 dewletên ku herî zêde êriş û sansurkirin lê pêk hatine de cih girtiye.
Di raporê de tê gotin ku di esasê de zextên li ser hunerê piştî îlankirina OHALê dest pê kiriye. Di sala 2016an de li dîjî xwe-îfadekirina hunerî di 23 bûyerên girîng de maf hatine binpêkirin. Her wiha di wê raporê de hat gotin ku li Tirkiyeyê 11 hunermend di zindanan de ne, li dijî 3 hunermend û berhemên wan êriş hatin kirin û gef li 2 hunermedan hat xwarin.
Li gorî raporê 13 caran bi sansurkirin, 11 caran girtin, 7 caran lêpirsîn, 3 caran êriş û 2 caran jî bi gefxwarinê mafê mirovan hatiye binpêkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî OHALê zextên herî zêde li bajarê Kurdan tê kirin û ev yek li ser pêkanîna hunerê jî xwe daye der.
Tayîkirina qayûman çawa destpê kir? Piştî di 21ê Tîrmeha 2016an de rewşa awarte (OHAL) hat îlankirin, bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de ya bi hejmara 674an ve êdî payeya tayînkirina qayûman li ser şaredariyên ku bi îradeya gel hatine bijartin, ket destê hukimetê. Cara yekem di 11ê Îlona 2016an de li 28 şaredariyan qayûm hatin tayîkirin ku 24 ji wan şaredariyan ên DBPî bûn. Herî dawî, li Şaredariya Gelê tayînkirina qayûm ve hejmara şaredariyên DBPî ku dest danîne ser û qayûm lê tayin kirine derkete 84an. Li ser şaredariyan tayînkirina qayûman dewam dike û li Şirnexê Alîkarê Waliyê Turan Bedirhanoglu qayûmtiya sê şaredariyan dike. Şaredariyên Şirnex, Dêrgulê û Gundikê Melî destê wî de ye. Heta Nîsana 2017an hejmara hevşaredarên DBPî ku hatine girtin, 83 ye. |
Bi tayînkirina qayûm û KHKyan xebatên hunerî sekinî
Astengiya herî mezin a li hemberî xebatên hunerî qayûmên li şaredariyan hatine tayînkirin in.
Bi pêkanîna qayûman ve li gelek bajar û bajarokan êdî li navendên çand û hunerê ti xebat nayê kirin, gelek peymanên bi hunermendan re hatibû danîn jî, hatin betalkirin.
Agahiyên fermî nîne, 14 saziyên fermî bersi nedan me
Bu belediyelere de sitelerindeki formlardan ve e-posta adreslerinden ulaşmaya çalışsak da herhangi bir sonuç alamadık. Burada bazı e-posta adreslerinin hotmail uzantılı olduğunu da eklemek lazım.
Derbarê geşedanên li ser xebatên hunerî ku ji herêmê tên de, ti agahiyeke fermî nayê dayîn.
Di çarçoveya mafê agahîgirtinê de me daxwaz ji van şaredariyan kir ku derbarê mijarê de agahî bidin me: Amed navend û Farqîn, Mêrdînê Nisêbîn, Qoser, Kerboran, Dêrika Çiyayê Mazî; Êlih, Şirnex, Cizîr, Silopya, Hezex, Colemêrg, Gever. Lê belê ti cihê bersiv ne da me.
Ya rastî ji xwe di mijara mafê agahîgirtinê de şaredarî xwe di siteyên înternetê de jî nîşan dikin. Di sîteyên wan de dema mirov bûtona agahîgirtinê vedike, galerî û wêne derdikeve. Yanê wî mafî ji xwe di sîstemê de betal kirine.
Me jî hewl da li ser wan siteyan û bi şandina e-mailê ve agahî bigirin. Lêbelê me ti encam negirtç
Hunermend agahî û hejmaran bi me re parve dikin
Di nav vê derfetên ku girtina agahiyên fermî ne mimkun e de, me ji bo dosyeya xwe agahiyan ji nûçeyên medyayê de cih girtine berhev kirin, bi hunermend û kedkarên karên xwe yên li şaredariyê hatine derxistin re hevdîtinan kirin.
Di 14 bajarên li herêmê 4 milyon û 730 hezar kes dijî û di dema OHALê de:
- 21 navendên çandê hatin girtin, hemû xebatkarên wan ji kar hatin derxistin.
- 288 hunermend, kedkar û dersdêrên çandê ji kar hatin derxistin.
- Li navendên hatin girtin de 3 hezar û 366 xwendekar ji vê îmkanê bêpar man.
- Pêkanîna 21 mîhrîcanan hatin betalkirin.
- 220 çalakiyên bîneal, perwerdehî, şano, nîşandana fîlman, pêşangeh hatin betalkirin.
- 2 hêkel hatin hilweşandin.
21 navendên çandê hatin girtin: Qoser, Kerboran, Dêrika Çiyayê Mazî, Nisêbîn, Farqîn, Şirnex, Hezex, Silopya, Cizîr.
Li navenda Colemêrg û Geverê herçiqas navendên çandê hebin jî, destûr nayê dayîn ku ti çalaki were lidarxistin.
Me bi ji 14 bajar û bajarokên wan bi kesên weke hunermend, dersdêr û kedkarên ku ji karên xwe hatine derxistin re axivîn. Wan anîn ziman ku hunerên weke şano, sinema, govend, wêne, enstruman li navendên çandê bi piştgirîdayîna şaredariyan pêk dihatin.
Hunermendan her wiha gotin ku ji bo mîhrîcan û nîşandana filman, li mekanên aydî şaredariyan pêk dihatin lê, piştî tayînkirina qayûman ni mimkun e ku çalaki û xebatên hunerî êdî were kirin.
Em di vê mijarê de bi hunermendên ku piştî tayînkirina qayûman li Amed û Mêrdînê xebat kirine re axivîn.
Ewil Mêrdîn…
Li Mêrdînê navendên çandê hatin girtin, serokê daîreyê hat girtin
Yek ji bajarên dema OHALê de û navbera salên 2015-2016an de wêrankirina mezin li hatiye kirin, Mêrdîn e. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol ku ji DBPê hatibûn bijartin di 16ê Mijdara 2016an de ji karên xwe hatin dûrxistin û dewsa wan de Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman weke qayûm hat tayînkirin.
Di 24ê Mijdarê de jî Ahmet Turk hate girtin. Herçiqas ku Ahmet Turk di 3ê Sibatê de hatibe tehliyekirin jî, wezîfeya wî teslîmê wî nekirin.
Piştî tayînkirina qayûman li Nisêbînê Navenda Çand û Hunera Mîtanî, li Qoserê Navenda Çand û Hunera Alî Temel, li Dêrika Çiyayê Mazî Navenda Çand û Hunera Çiyayê Mazî hemû xebatên çand û hunerî fan sekinandin.
Serokê Xizmetên Çandî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Seyfettîn Yavuz û serokê heman şaxê Mehmet Alî Dal piştî ji karên xwe hatin derxistin, di 12ê Kanûna 2016an de hatin girtin û wan şandin Zindana Tîp E ya Mêrdînê.
Li bajêr Rojên Fîlmên Çerçî ku her sal dihat lidarxistin, hat betalkirin. Her wiha, ji Mijdara 2009an vir ve her sal Mîhrîcana Şanoya Zarok û Ciwanên Mêrdînê a Navneteweyî ji ber saziya organîzator Komeleya Perwerdehî û Lêkolîna Hunerên Dramatîk (DRASED) hatibû girtin, ew jî nayê kirin. Komeleya hatibû girtin, 4 meh şûnde di 22ê Mijdarê de bi KHKya nû careke din vebû û ragihand ku wê ew mîhracan d idi Mijdara 2017an de were lidarxistin.
Selamo: “Ya rastî niha tam dema hunerê ye”
Li bajêr bi rojan derketina derve hat qedexekirin. Em derbarê astengiyên ku di vê demê de li ser xebatên hunerê hat kirin, bi derhêner û senarîstê fîlman Selamo re axivî.
Selamo OHALê ji hunermendan weke firsend dinirxîne.
Selamo dibêje, “Niha dema afirandina hunerê ye” û tîne ziman ku ji xwe ji destpêkê ve “şaş” bû ku hunermend bi girêdayê şaredarî û saziyên dewletê re xebatên xwe pêk dianîn.
Em ji bo hevoka “Di bin siya qayûmê de be jî, hêviya afirandina hunerê heye” ni gotinên Selamo ve dawî li nûçeya xwe tînin:
“Ez matmayî me ku hunermendên Kurd qayûman weke astengî li ber hunera xwe dibînin. Bi girêdabûna şaredariyan ve her çiqas hunermend di warê aborî de rewşa xwe baş kirin jî, ev yek bû sedema bêtaqetiyê jî.”
“Bi vê bêtaqetiyê ve êdî em neçar bûn ku hemû xebatên xwe li gorî rêziknameya şaredariyê ve pêk bînin. Ji xwe me bi xwe digot ku “nabe mirov bibe hunermendê dewletê”. Em him di saziyên dewletê de dixebitin û him jî dibêjin ku ‘em di siya desthilatdariyê de hunera xwe nakin”. Tiştek wiha nabe. Eger em bi vî awayî her tiştên xwe pêk bînin jî, ev yek nakokî ye.
“Ez niha matmayî me ku hevalên me yên hunermend dibêjin “qayûm hatiye dest daniye ser xebatên me, destê me hatiye girêdan”. Niha dem dema bi hevparî afirandina hunerê ye. Yek bi kameraya xwe ve, yek bi senaryoya xwe ve, ya din bi lambeyê xwe ve dikarin bi awayekî komun fîlmek çêbikin. Em ê wê demê bikaribin bêjin “em hunerê diafirînin”. (RT-ZD/NU/HK)
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- 14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Şahîka: Mirov nikare pişt re bibe trans
16- Emirhan: Di Berxwedana Rêxistinî De Divê Qeydê Bûyeran Were Girtin
17- Komeleya Sarmaşikê hat girtin; Gelo halê mexdûran çi ye?
18- Bankeyeke alternatîf: Bankeya Xurekan a Sarmaşikê
19- Sarmaşik hat girtin: “Ne têr in, ne jî birçî”
20- Projeya bi dekora dîrokî ya ji bo Stenbola modern: Balat
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.