Komeleya Li Dijî Xizanî û Pêşketina Demdirêj a Sarmaşikê biryar da ku “bankeya xurakan” were avakirin. Lêbelê wê demê 30 hezar însan ji komeleyê pêdiviyên xwe digirt û hejmara wan kesan her diçû zêdetir dibû. Ji bo her meh alîkarî li deh hezaran însanan were dayîn divê kordînasyona hevgirtinê bihata avakirin.
Di destpêkê de gelek alî piştgirî dan komeleyê û ev yek jî bo avakirina bankeya xurekan gelek girîng bû. Di pêngava destpêkê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê Şaredariya Sûrê, Odeya Tabîban a Amedê, Baroya Amedê û Komeleya Kesên Kardayî û Sanayîgeran jî tê de 32 pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Amedê di nav xwe de protokol îmze kirin. Di vê protokole de hin sendîqe, saziyên malbatên girtî û komeleyên koçberiyê jî hebûn.
Mebesta protokole ew bû ku bi derfetên kêm be jî her meh piştgirî ji bankeya xurekan were dayîn. Dendîqe û ode wê endamên xwe, saziyên din jî wê alîgirên xwe teşwîqê vê yekê bikirina.
Kesên alîkarî dan her çû zêde bûn
Bankeya xurekan di 15ê Gulena 2007an de dest bi xizmetdayînê kir. Destpêkê de li 3 hezar û 600 malbatan re alîkarî dihat dayîn. Lêbelê piştî demek kurt hejmara malbatan derkete 5 hezar û 400an. Yanê hejmara kesên ku ji komeleyê alîkarî hildidin gihişte 32 hezaran.
Li gorî agahiyên Serokên Komeleyê Şerîf Camci da kesên ku piştgirî dane komeleyê her çûye zêde bûye. Êdî kesên ku bi awakî serbixwe alîkarî didan ji endamên saziyên ku protokol îmze kiribûn zêdetir bû û gihişte 9 hezaran.
Di nav wan kesan kedkarekekî apartmanê de ku 10 sal bû bi awayekî dewamî her meh 20 tl dida jî hebû, kargeheke ku her meh hinek ji kara xwe alîkarî da jî hebû. Lêbelê Camci dibêje ku ji sala 2014an şûnde ji ber “zêdebûna zextan û pirsgirêkên civakî yên din” hejmara kesên alîkarî didan kêm bû û bû 5 hezar û 800.
Kîtleyekê nû derketibû holê ku piştî şerê li Sûriyê û pevçûnên li Tirkiyeyê di nav mexdûrbûnekê mezin de bûn. Kesên ku bi salan e piştgirî didan Sarmaşikê êdî, ji bo wan mexdûrên nû jî b3un alîkar. Lêbelê ev kêmbûn alîkariyên ji bo bankeya xyrekan kêm nekir.
Bi îstatîstîkê her sal 2 milyon û 400 hezar tl alîkarî dihat komeleyê. J%86ê ji van alîkariyan li kesên xizan re hat belavkirin.
Kesên ji bo alîkarîhildanê dihatin bankeya xurekan, dikarîbûn bi awayekî dewamî 15 cura xurek, pîneyê zarokan û pîneyê nexweşan hildana.
Kesên cerdevan jî, AKPî jî alîkarî ji Sarmaşikê hildan
Kîtleya ku Sarmaşikê alîkarî dida wan jî, kîtleya ku piştgirî dida komeleyê jî ne li gorî qayîdê bû. Kalepîrên ku êdî nikarin di mekanizmaya hilberînê de cih bigirin, kesên kêmendam, jinên ji hevserên xwe qetiyane û yên hevserê wê miriye, nexweşên bi dewamî tedawî dibin, malbatên ku nikarin îdareya xwe bikin ji komeleyê alîkarî digirtin.
Şerîf Camci dibêje: “Me helwesta siyasî ya serî li komeleyê didan meraq nedikir. Me ji wan pirs nedikir ka dengê xwe dane kîjan partiye.” Ji bankeya xurekan kesen cerdevan jî, AKPî jî, HDPî jî bi salan alîkarî girtin.
Projeyên ji bo jin û zarokan
Piştî projeyên nexşeya kesên xizan û bankeya xurakan kêmasî û pêdiviyên nû hatin tespîtkirin. Piştre projeyên nû ket rojeva wan:
Bo Zarokan Programa Piştgiriya Perwerdehiyê
Bi vê projeye hat xwestin ku ji zarokên diçin dibistanê, yên nikarin biçin û yên li gel dibistanê dixebitin jî re piştgiriya perwerdehiyê were dayîn ku rewşa wan baştir be. 120 zarok ji vê projeye feyde girtin.
Projeya Tenduristiyê Bo Jinan (pîlot)
Bi vê projeye hat xwestin ku zanîna hijyene pêk were, bi jin û ezeban re parvekirina agahiyên ji bo parastina tenduristiyê, teşwîqkirina ji bo bikaranîna xizmetên tenduristiyê û di çarçoveya projeye de li malbatan belavkirina eşyayên paqijkirinê.
Proje ji bo salek pêk hat. 105 jinên ku ji bankeya xurekan alîkarî hildadidan ji ê projeye feyde girtin.
Projeya Îstihdama Bi Teknolojiyên Gaza Xwezayê
Ev proje jî di çarçoveya pêşketina aborî de hatibû diyarkirin. Ev yek ji bo du girseyan hatibû diyarkirin. Girseya yekem, ew kesên ku hinek ji kar fêmdikin lê sertîfîkayên wan tine ne.
Girseya duyem jî endamên malbatên ku serî li Benkeya Xurakan a Sarmaşikê dane ne. Temenê wan navbera 18-35an de ne. Di çarçoveya projeye de bi temamî 300 saet perwerdehî hat dayîn.
“Modela Sarmaşikê” bal kişand
Xebatên komeleyê ji demek şûn de êdî him li welêt û him jî di qada navneteweyî de hat zanîn. “Tecrubeya Sarmaşikê” di gelek civînên li welêt û derveyî welêt de hat rojevê.
Sempozyuma Xizaniya Navneteweyî (2010-Stenbol), 4.Sempozyuma Rêveberî û Pêşketina Herêmî (2009-Enqere), Konferansa Weqfa Etudên Aborî û Civakî yê Tirkiyeyê (2008), Konferansa Weqfa Sektora Sêyem a Tirkiyeyê û Konferansa Mafê Mirovan ya Stenbolê hin ji wan civînan e ku Sarmaşik di rojeva wan de cih girtiye.
Her çiqas komele “mînakê modela hevgirtinê” bû jî, derbarê xebatên wan de gelek lêpirsîn hat vekirin.
Kontrolkirina yekem di 11-24ê Hezaîran 2009an de ji hêla mufetişên Wezareta Navxweyî ve hat kirin. Hemû ewraqên komeleyê 14 rojan lêkolînkirin.
Li gorî wan armanca wan konrtolan ew bû ku “ka komele li gorî mebesta xwe ya di rêziknameyê de tevdigere an na”.Li gorî rapora ku ufetişan amadekirin, derbarê xebat û çalakiyên komeleyê de ti qisûr nehat dîtin.
Komeleya ku alîkarî da mexdûrên erdhêjê, kirin hedef
Piştî erdhêja ku di sala 2011an de li Wanê pêk hat, Sarmaşik li ser medyaya civakî bû hedefa komên nijadperest. Di twitterê de parvekirinên bi etîketa "sarmasikderneginebagisyok” (alîkarî neşînin ji Sarmaşikê re ) di rêza yekem de cih girt.
Herçiqas salek ewil hemîu xebat û pêkanînên komeleyê hatibe kontrolkirin jî, ji ber êriş û hedefnîşandanê Walîriya Amedê ji bo du mehan dest danî ser hemû hesabên bankeyê yê komeleyê.
Ji bo vê yekê jî walîtiyê di hinceta xwe de diyar kir ku “alîkariya ji bo mexdûrên erdhêjê, ne li gorî mebesta komeleyê ye.” Li ser îtîraza komeleyê, biryara blokekirina hesabên bankeyê hat rakirin. Lê ji ber vê yekê, sê caran cezayê pereye li komeleyê hat birin.
Derbarê Komeleya Sarmaşikê de di sala 2012an de vê carê jî di çarçoveya “Doza Sereke ya KCKê” de lêpirsîn hat vekirin. Herwiha rêveberên komeleyê çûn derbarê lêpirsînê de îfade dan. Lêbelê bêyî doz were vekirin, dosye ji ber nebûna ti delîlê hat girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hevparê projeyan bû û di heman demê de wezîfedarên Sayiştayê û Wezareta Karên Navxweyî derbarê hesabên şaredariyê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Di encama lêpirsînê de rapor hat amaedekirin û hat gotin ku şaredariyê “bi bêhiqûqî” navbera salên 2008-2009an de alîkarî daye Komeleya Sarmaşikê.
Mufetişan protokala navbera Sarmaşik û şaredariyê de nedîtin ji xwe. 900 hezar TLyê ku weke alîkarî ji komeleyê re hatibû şandin, ji şaredarê wê demê Osman Baydemir û kesên ku îmzeyên wan di bin peredayînê de hebûn, hat xwestin.
Herwiha Wezareta Karên Navxweyî destûr da ku derbarê Şaredar Osman Baydemir û endamên şaredariyê de lêpirsîn destpê bike. Şaredariyê derbarê wê biryarê de îtirazê li Daniştayê kir lê, daniştayê îtiraz red kir û biryarê şand ji Serdozgeriya Amedê re.
Şaredarî neçar ma ku 900 hezar TLyê dabû komeleyê ji wan bistîne. Komeleyê li ser vê yekê daxuyanî da ku wê deynê xwe wekê 6 texsîtan bide û ji bo vê yekê jî banga piştevaniyê kir.
Ancax tê zanîn ku ji bo alîkarîdayîn û xebatên wiha, bütçe ji şaredarayan re hatiye diyarkirin. Li hemberî vê yekê jî şaredarî mecbur ma ku pereye ji Sarmaşikê re şandiye, ji wan bixwaze. Piştre şaredariyê pêdiviyên sereke tespit kir û wan pêdiviyan bi xwe stendin. Bi awayekî hevparê wan pêdiviyan gihandin destê malbatê feqîr. Heta tayînkirina qayûmê, şaredariyê hevgirtina bi kesên xizan re wiha dewam kir. Piştî qayûmê ev yek dan sekinandin.
Derbarê kesên ku bi dilxwazî ji komeleyê re dixebitin re jî, lêpirsîn hat vekirin. Rojnameger Evrîm Alataş ku di sala 2012an de wefat kiribû jî, gazî îfadedayînê kirin. Yek ji dilxwazên komeleyê nivîskar Muge Tuzcuoglu jî, hatibû binçavkirin.
Di ti raporên derbarê komeleyê de hatibû amadekirin de ti tişteke nebaş nehatibû gotin. Heta mufetişek ji wan digot ku eger xebateke wiha li bajêreke din bihata kirin, wê bi teqez hêjayî xelatê bihata dîtin. (NK-ST/NU/HK)
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
11- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Ece Devrîm: Min Li Dijî Kedkariya Seksê Ya Bi Darê Zorê Gelek Ber Xwe Da
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.