Infografik: Yağmur Karagöz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê, zêdeyî 200 nûnerên çapemeniyê bi tohmeta ku mixalifiya Qanûna Cezê ya Tirkan (TCK) û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê kirine rastî darizandina kêfî hatine. Saziyên kontrolkirinê yên weke Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTÛK), Saziya Ilanan ya Çapemeniyê (BÎK) û Komîsyona Kartên Çapemeniyê bi hemû hêza xwe hewl didin yekdengiyê li ser çapemeniyê ferz bikin.
Ji ber ku Tirkiyeyê karsazê girtî Osman Kavala bernedabû Konseya Ewropayê ev rewş weke binpêkirin nirxandibû. Tirkiye di sala 2022an de di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de di nav 180 welatan de di rêza 149an de cih girtiye.
Li gor agahiya ku Îlhan Taşci, endamê RTUKê yê CHPyî parve kiriye di sala 2022an da RTUKê li Halk TVyê 23 caran TELE 1 16, KRT TV 6, Fox TV 4 û Flash TV 4 bi giştî 54 caran ceza biriye. Her weha TGRTyê 2 caran, Beyaz TVyê carek û ATV jî carek ceza kiriye. A Haber, Ulke TV, Kanal 7, TV Net û TV 24ê jî ti ceza nestendine.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ku bûye weke darê destê desthilatê bêhiqûqiya “karta çapemeniyê” ya ku gelek rojnameger (Aydin Engin, Nadire Mater, Mustafa Sonmez, Bîrkan Bulut, Berkant Gultekin, Kazim Guleçyuz û hwd.) rûbirû bûye domandiye. BÎKê jî mudaxeleya li dijî rojnameyên rexneyî domandiye û ji reklamên fermî bêpar hiştine.
Tirkiye yek ji wan welatane ku herî zêde rojnamegeran digire
Tirkiye piştî hewldana derbeya 2016an dîsa di kategoriya welatên ku herî zêde rojnameger girtine de ye. Sala par 31 rojnameger hatine girtin. Di lêpirsînên ku di meha Hezîranê de li Amedê û di meha Çiriya Peşiyê de li Enqereyê hatiye destpêkirin de bi giştî 25 rojnamegerên Kurd bi iddiaya ku “endamên rêxistinê ne” hatine girtin û heft meh in îddianameya wan nehatiye amadekirin.
Di 2022an de 28 rojnameger hatin cezakirin
Li gorî çar Raporên cûda yên Çavdêriya Medyayê yên BIAyê ku di sala 2022an de hatine weşandin, herî kêm 28 rojnameger (Şahin Alpay, Mumtazer Turkone, Ali Bulaç, Ahmet Turan Alkan, Hayri Demir, Serkan Ozan, Olcay Buyuktaş Akça, Ozan Yurtoğlu, Hazal Ocak, Mehmet Emin Kurnaz, Sabahattin Onkibar, Faruk Eren, Furkan Karabay, Sedef Kabaş, Mehmet Kızmaz, Abdurrahman Gok, Eren Keskin, Reyhan Capan, Îsmail Saymaz, Uğur Dundar, Ahmet Kandal, Ahmet Altan, Yasemîn Çongar, Yıldıray Oğur, Mehmet Baransu. Îsmaîl Ari, Fuat Ugur) bi giştî 50 sal û 6 meh cezayê girtigehê û 294 hezar û 350 TL cezayê pereyê edlî ango tezmînat girtine. Hejmara rojnamegerên ku di sala 2021an de hatin cezakirin 35 bû û bi giştî 92 sal ceza hat birîn.
*Abdurahman Gok
Sala par 20 rojnameger (Çagri Sari, Arif Koşar, Dogan Akîn, Bariş Bariştiran, Ugur Dündar, Zübeyde Sari, Görkem Kinaci, Uğur Şahin, Uğur Koç, Hayri Tunç, Velat Oztekin, Ali Ergin Demirhan, Alican Uludag, Onur Oncu, Kerim Karakaya, Fercan Yalinkiliç, Mustafa Sonmez, Merdan Yanardağ, Sedef Kabaş, Orhan Kalkan) bi hincetên wekî ‘propagandaya rêxistinê’, ‘heqareta li Serokomar’, ‘heqaret’, ‘heqareta li saziyên dewletê’, ‘’muxalîfiya li dijî Qanûna BDDKyê hatine darizandin. Ev hejmar di sala 2021ê de 64 bû.
Heqareta li Serokomar: Di 7 salan de 73 rojnameger hatin cezakirin
Dadgehên herêmî yên li Tirkiyê, tevî pêşniyara Komîsyona Venedîkê ya ji bo betalkirina xala "heqareta li Serokomar" û biryara Vedat Şorli ya di Çiriya Pêşiya 2021an de DMMEyê dabû, darizandinên bi xala 299an a Qanûna Cezayê Tirk(TCK) hê didomîn.
Par bi cezayên ku li Sedef Kabaş, Sabahattin Onkibar û Mehmet Emin Kurnaz hatin birîn, hejmara rojnamegerên ku ceza xwarine ji Tebaxa 2014'an û vir ve roja Erdogan weke Serokomar hatiye hilbijartin derketiye 73an. Di 3 mehên dawî de Levent Gultekîn û Mustafa Sonmez bûn bersûcên nû yên xala 299. a TCKê.
40 rojnameger ji ber çalakiyên civakî hatine desteserkirin
Tevî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ên derbarê Beyza Kural, Gokhan Bîçîcî û Erdal Îmrekî de ku desteserkirina kêfî û tûndkarî pesend nekiribû midaxeleyên hêzên ewlekariyê yên li dijî rojnamegerên ku çalakiyên civakî dişopîne bi dawî nebûne.
Nûçegihanê wêneyan ê AFPê Bulent Kiliç 2 sal li pey hev dema çalakiya LGBTIya li Stenbolê temaşe kiriye bi awayekî tûnd hatiye desteserkirin. Di sala 2022an de 23 ji wan di dema çalakiyên civakî de bi giştî 40 nûnerên çapemeniyê hatin desteserkirin.
Ji 55 bûyerên tûndkariyê jê 30 polîsan kirine
*Beyza Kûral
Di sala 2022an de, êrîşên girêdayî partiyên siyasî û tundiya keyfî ya hêzên ewlehiyê li ser ewlehiya nûnerên medyayê bûye gef. Sala par 55 nûnerên medyayê rastî êrişa fîzîkî hatine. 30 ji wan bûne hedefa polîsan. Rojnameger û rêxistinên pîşeyî ji bo persiyar bên cezakirin têkoşîna xwe didomîne.
Li Konyayê rojnameger Umut Yaygir û Ozcan Saraç rastî êrişa komekî kesan tên ji 10-15 kes bûne. Di nav wê komê de Serokê Ulku Ocaklari ya Eregliyê jî hebûye.
Di kuştinên bi mercên siyasî pêk tên de ceza nayên dayîn
Di sala 2021an de li Bûrsayê xebatkarê Radyoya Rahmet FMyê Hazim Ozsû hatibû kuşin. Par jî li Kocaeliyê xwediyê rojnameya Kocaeli Sesê Gungor Arslan li ofîsa xwe hate kuştin.
Tirkiyeyê dosyeya rojnamegerê ji Erebistana Siûdiyê Cemal Kaşikçiyî di bin navê “alîkariya darayî” de şand ber destê rayedarên wî welatî ku heta niha digot, kuştina Kaşikçiyî bi destê wan rayedaran pêk hatiye. Kaşikçi di sala 2018ê de li Serkonsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya Tirkiyeyê hatibû kuştin.
Dosyeya kuştina rojnameger Mûsa Anterî ya 30 salî jî bi mahneya dema qanûnî qediya, hate girtin. Li Tirkiyeyê di dozên kuştinên rojnamegeran de dema “naveroka wan ne zêde siyasî be” zû bi zû encam derdikevin. Me ev di doza kuştina Hazim Ozshu û Gungor Arslanî de dît.
Digel vê rewşê, kesê bombe xistibû wesayita Ûgûr Mûmcûyî û 30 sal in “nedihate dîtin” weke kesekî “qaçax” hate hesibandin. Her weha koma polîtîk a li nava kolanê êrîşî rojnameger Levent Gultekînî kir û kesên ji bo rojnameger Beyza Kûralê desteser bikin destê wê di pişt wê re kelemçe kirin, bi cezayên pereyan xwe ji cezayan rizgar kirin. Digel vê, medyakar li dijî tundkariya polîsan a di dema Meşa Rûmetê ya Stenbolê û çalakiyên Parka Geziyê de li wan hatiye kirin, du sal in têdikoşin û hewl didin polîs li dadgehan ji ber tundkariyê, bên cezakirin.
550 nûçeyên online sansur kirine
Di sala 2022yan de Dadweriyên Aştî û Cezayan an jî Yekîtiya Dabînkirina Xwegîhandinê ji bo îdiayên derbarê gendelî û bertîlxwarinê de ji rojevê derxin, bi kêmanî 550 nûçe û naverokên online (Barış Pehlivan, Murat Ağırel, Barış Terkoğlu, Can Dündar, Bülent Mumay, Erk Acarer hww) asteng kirine. Biryarên astengkirinê bi mahneya “mafên şexsî” hatine dayîn.
Di salên dawiyê de desthilatdarî dixwaze ku platformên medyaya civakî yên navnetewî nûnerên xwe li Tirkiyeyê bicih bikin û saziyên bi rêk û pêk weşanê dikin bikevin bin kontrola RTUKê. RTUKê piştî 72 saetan malpera Deutsche Welle ya tirkî û ya Dengê Amerîkayê ya tirkî (VOA) asteng kiriye.
Serlêdanên Dadgeha Destûra Bingehîn
Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdanên şexsî de ne weke berê bi lez û bez biryaran dide lê di dosyayên sansura malperên nûçeyan, cezayên mehkûmkirinê yên bikêfî yên Qanûna Îlanên Çapemeniyê û “taloqkirina aşkerekirina cezabirînê” de biryarên girtîng da. Ji ber sedema ku biryarên wê ji xwe re ‘mînak nastîne’ zêdetir peyaman ji darazê û ji ber sedema ku ‘ji bo pirsgirêkan ji holê rake qanûnan naguherîne’ jî ji Parlamentoyê re dişîne. Dadgehê par ji bo serlêdana rojnameya Kayseri Yeni Gunê û Adiyaman Gerger Firatê 96 hezar û 965 TL cezayê pereyan li rêveberiyê biriye.
Dadgeha Destûra Bingehîn di van mehên dawiyê de ji ber zêdebûna serlêdanan gilî û gazindan dike û darazê ji bo ‘bicihanîna biryarên mînak’ hişyar dike. Vê dadgehê di sala 2020an de ji bo serlêdanên pênc rojnamegeran û du saziyên medyayê 66 hezar û 905 TL cezayê pereyan li rêveberiya birîbû. Di sala 2021an de ji bo serlêdanên neh rojnamegeran û sê saziyên medyayê jî 139 hezar û 225 TL cezayê pereyan birîbû.
DMMEyê 14 hezar û 650 euro ceza li Tirkiyeyê biriye
DMMeyê di dosyaya Denîz Yucel û Zehra Doganê de Tirkiye bi 14 hezar û 650 euro cezayê pereyan ceza kiriye. Ji ber ku bêhiqûqiyên nû yên azadiya medyayê dikin hedef berdewam in, lêkolînên xwe yên derbarê serlêdanên nû de (Muyesser Yildiz, Cemîl Ûgûr û hinên din) berdewam dike.
DMMEyê di sala 2020an de 144 hezar avro cezayê pereyan (nêzîkî 1 milyon u 400 hezar TL)li Tirkiyeyê birîbû, di sala 2021an de ev hejmar bûbû 114 hezar û 440 euro (nêzîkî yek milyon û 192 hezar TL).
RTUKê cezayên nû daye
Di sala 2022yan de Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) bêhtir polîtîze bû û beriya hilbijartina Serokomariyê û ya Giştî cezayên giran ên pereyan li kanalên televizyonê yên mîna Fox TV, Halk TV, Tele1 û KRT birî. Bi vî şêweyî karên lawazkirinê yên saziyên rexnegir berdewam kir.
Par 630 caran cezayê pereyan û 217 caran jî cezayê sekinandina weşanê û betalkirina bernameyan li saziyên televizyon û radyoyan birî ku beramberî 67 milyon u 159 hezar û 350 TLyî bû. Salek berê wê jî heman rexne li RTUKê hatibûn kirin ku li ser hev 31 milyon û 629 hezar û 996 TL cezayê pereyan birîbû.
Di salekê de 88 medyakar bêkar mane
Par 88 rojnameger, bernameçêker û medyakar ji ber krîzên heyî, nelihevkirinên derbarên polîtîkayên weşanê de yan ji kar hatine derxistin an jî neçar hatine hiştin ku ji kar derkevin.
Ji ber ku weşanên wê yên li ser hesabê wê yê YouTube û Halk TVyê heman bûn û rêveberiya TVyê jê xwestiye ku weşanên xwe yên YouTube bidawî bike, Ozlem Gurses û Halk TVyê biryar dane ku bi hev re kar nekin.
Rojnameger Faîk Akgunê li Elezîzê di rojnameya Günebakışê de kar dikir, dîmenên pevçûna di navbera firoşkarên gerok û zabitayen de digirt. Li vir tundkarî lê hatibu kirin. Wî jî giliyê vê tundkariyê kiribû. Lê ji ber vê rewşê ji kar hatibû derxistin. Li Samsûnê jî rojnameger Zeynep Irmak Ocala li Ajansa Nûçeyan a Demîrorenî (DHA) kar dikir, ji ber “zarok jê re çêbûye” ji kar hatibû derxistin. (Mİ/EMK/AS/FD)
*Fotograf: Piştî 16 rojnamegerên kurt hatin girtin û 6 meh di ser girtina wan de derbas bû lê îdianame ji bo wan nehate amadekirin Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) ji bo hempîşeyên wan azad bibin, çalakiyek li dar xistibû. 22ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan / Amed