Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
|
"Falîh Rifki Begî di sala 1932'de pirtûka xwe ya geştyariyê ya bi navê Moskova-Roma weşandiye. Di pirtûkê de analîzên siyasî û civakî hene. Di heman salê de Zeytindağı jî weşandibû. Vê carê bi van gotinan behra serdema Komarê kiriye:
'Di dema Şerê Mezin de li Mûdanyayê derziya tîfoyê li mirovan didan, leşkerekî got: "Ev çi ye em dikişînin, her roj derziyan li me didin."
Xoceyekî devê xwe anî ber guhê min û got: Ne nexweşî ne jî tiştekî din... Xwîna almanan bera laşê me didin."
Me ev paragraf ji pirtûka Memlekette Tuhaf Zamanlar a rojnameger Yenal Bîlgîciyî vergirt. Ev paragraf ji bo we jî ne tiştên xerîb in. Tiştên mîna Falîh Rifkiyî di salên 1930yan de nivîsandine, îro di serê me re jî derbas dibin. Ne dûr, hîna du sal berê, dema hemû cîhanê hewl dida bi şewba Covid-19ê re derkeve serî, me ev tişt gelekî bihîstin: "Ev ne derzî ne, çîpan li me bar dikin, ji bo gelê tirk stewr bikin vî tiştî dikin, kodên me yên genetîk diguherînin, bi DNAya me dilîzin hwd hwd." Em dikarin bi hezaran tiştan li van zêde bikin.
Leza belavbûna derewan
Tiştên ku gotin û tiştên Falîh Rifkiyî nivîsîne heman in, ferq û cûda bûna wê leza "belavbûnê" ye. Di dema Falîh Rifkiyî de "derew" bi rêya "rojnameyên pistepist" an jî bi nûçeyên hin rojnameyan belav dibûn, em niha neçar in bi leza înternetê re derkevin serî. Ev cûre derew li ser medyaya civakî weke bayê bezê belav dibin, lê divê rojnameger bi pisporan re biaxivin û rastiya van îdiayan binivîsin. Hejmara rojnamegerên ku bi dil û can dixwazin vî tiştî bikin gelekî kêm e û ev li hêlekê, lê li hêla din jî hejmara kesên ku nûçeyên lêkolîna van îdiayan, dixwînin bêhtir kêm e. Ger derew balê dikişîne, lê rastî tiştekî wisa ye ku mirov di navberê de lê dinêre.
Propaganda û dezenformasyon
Em ji pirtûka Yenal Bilgiciyî dewam bikin.
"Çawa ku her du zanyarên siyasetê, yên ji Sant'Anna Scuola Universitaria Superioreyê ya li bajarê Pisaya Italyayê, Serana Guisti û Elisa Pirasê gotiye, heta demên dawiyê jî dema behsa manîpulasyona rastiyan dihate kirin, bêhtir têgeha dezenformasyonê dihate bikaranîn; beriya wê jî propganda bû. Guisti û Piras dema her du têgehan didin ber hev, binê barekî dîrokî yê gelekî balkêş jî xez dikin.
"Dezenformasyon ji ber peyva dezenfonmastiaya rûsî tê. Ev têgeh ji bo beşa propagandaya reş a KGByê dihate bikaranîn ku ji bo civakê bixapînin, enformasyona şaş çêdikirin. Tew dema em dezenformasyonê û propagandayê bidin ber hev, em dikarin dezenformasyonê pratîkeke gelekî nû bihesibînin ku cara pêşiyê propaganda di salên 1600î de ji bo hin bandorên siyasî ava bikin hatiye sazkirin û bi baldarî hatiye hilbijartin. Propaganda ji bo parastina armanc û baweriyeke diyarkirî, hewl dide fikr û ramanên koman manîpule bike yan jî bandorê li wan bike; li hêla din ji (çawa ki li Almanyaya Naziyan pêk hatiye) rastiyê berovajî dike û ramanên dijber, diçewisîne."
Rastiyên xwe yan jî derew
Em dewam bikin:
"Ferq û cudatiyeke esasî... 'propaganda' ya bi rê û rêbazên kevn tê kirin, ji bo nêrînekê belav û serwer bike, hewl dida ku baweriya mirovan bi wê nêrînê bîne, lê dezenformasyon, 'zaroka' sedsala 20an, mirovan dixapîne û hewl dide bigihêje heman armancê. Di ya yekê de, aliyê propagandayê dike, bêyî ku naverokê bike mijar, binê 'rastiyên" xwe xêz dike; di ya duyem de rasterast 'derew'an dikin."
Yanê rasterast "derew". Û tevî cîhanî em li Tirkiyeyê her roj di nava bombebarana dezenformasyonê de dijhin. Him bi di medyaya civakî de him jî di medyaya kevneşop de.
Derewên di dema Geziyê de
Ka em nûçeyên derew ên di dema Geziyê de dihatin kirin, bibîr bînin. Û ew ên ku ev radigihandin jî rojnameger bûn. Jina ku li Kabataşê êrîş lê bû, bîrayên li mizgeftê hatin vexwarin, bikaranîna madeyên hişber ên li parka Geziyê di konan de diman, derbarê vana de her tişt hatin nivîsandin. Heta wê demê ji bo nûçeyên rast û nûçeyên derew ji hev veqetînin, qalibê "zanyariya tekez" hate avakirin. Yanî ne nûçeyên derew, nûçeyên rast. Tu dibê qey nûçe derew be, ev tiştekî asayî ye!
Beriya em bala xwe bidin li ser mînakên dezenformasyonê yên rojnameger bi xwe rastî wan hatine yan jî wan bi xwe çêkirine, ka em binêrin "bê çima nûçeyên derew tên kirîn" an jî çima ev derew, nûçeyên derew tên çêkirin.
Tu dikarî beşa yekem a "Di rojên xweş û ne xweş de" ya bi navê "Malbat" li ser hemû platformên podcastê guhdar bikî: Spotify, ApplePodcast, Youtube
Ne rastî, hest
Ferhenga Oxfordê di sala 2016ê de peyva "post-truth" weke "peyva salê" hilbijartibû. Vê Ferhengê beramberî "piştî rastiyê" wiha nivîsîbû: "Ew rewşa ku di avakirina helwesta raya giştî de/civakê de bîr û baweriyên şexsî û hest, ji rastiyên objektîv bêhtir bibandor in."
Yanê êdî rastî, delîl, dane, dokuman ne girîng in. Di vê serdemê de "hest" girîng in. Kî bandorê li hestan bike, ew bi ser dikeve. Û derew bi qasî demên berê nema tiştekî ku "şerm jê têkirin" e. Dema derew derdikeve holê, kesê/a ku ew derew kiriye, "şerm" jî nake.
Lê divê em ji bîr nekin, wezîfeya rojnamegeran ne ew e ku bandorê li hestan bikin. Weşandina nûçeyan a gelekî bi lez û bez, derfeta kontrolkirinê ya mirovan ji holê radike. Dixwînin û derbas dibin. Ji ber wê ye ku yên berpirsiyar, profesyonelên nûçeyan, rojnameger in. Mînakeke şexsî dibe ku bikaribe gelek tiştan ronî bike.
"Rojnamegerên girtî nînin" gelo?
Di Adara 2017ê de Serokomar Erdoganî di civînekê de behsa wê diyalogeke dikir ku derbarê "serbestbûna rojnamegerên girtî" ya di navbera wê û Serokwezîra Almanyayê ya wê demê de derbas bûye. Erdoganî digot,"Em dibêjin ka lîsteya rojnamegerên li girtîgehan, bidin. Ji kujeran bigirin heta kesên îstîsmar li zarokan kirine, hemû kes hene". Rojnameyan û malperan, bi taybet jî yên nêzîkî hikûmetê, gotinên Serokomarî bi sernavên, "Rojnamegerên ku îstîsmar li zarokan kirine hene", "Ew ne rojnameger in, terorîst in" weşandibûn.
Em ên ku wê demê me li Cûmhûriyetê kar dikir, li beramberî vê derewê tiştek ji destê me dihat û em bi wê re mijûl bûn. 11 xebatkarên Cûmhûriyetê, bêyî ku îdianame hebe, 144 roj bûn, girtî bûn. Bi sernavê "Dîsa rojnamegerên salane tune hesiband:Li gorî Erdoganî li girtîgehan rojnameger nînin" nûçe hate weşandin. Lê em nizanin bê ka me karîbû xwe ji ya Serokomarî xwe gîhandiye, gîhandiye girseyeke zêdetir an na.
Li pêş kamerayan derewan dikin
Mînakeke din: Di 27ê Îlona 2021ê de ji kanala televizyonê ya amerîkî, CBSê Margaret Brennanê, ji Erdoganî pirsîbû û gotibû ku "Di dozên heqareta li Serokomarî de 100 hezar kes" tên dadgehkirin. Erdoganî gotibû, "Derbarê min de dozên ku bi vî rengî vebûne nînin." Lê li gorî daneyên Wezareta Dadê, di serdema serokomariyê ya Erdoganî de, li ser hev lêpirsîna 194 hezar û 138 kesî hatibû kirin û doza civakî/dewletê li 44 hezar û 675 kesan hatibûn vekirin. Her weha 48 hezar û 819 kes hatibûn dadgehkirin. Û dereweke aşkere li holê hebû. Tew li pêş kamerayan jî derewan dikin.
"Li welatên din derziyan bi pereyan dikin"
Em dewam bikin: Dîsa Erdoganî di 2yê Tîrmeha 2021ê de got, "Îro pêşketîtir welatên Ewropayê jî derziyan bi pereyan dikin. Bugün Avrupa'nın en gelişmiş ülkeleri dahi aşıları ücretle yapıyorlar. 50 sterlin, 100 eûro. Me bi tenê qurişek jî ji gelê xwe nestend." Helbet dîsa di manşetan de hate weşandin. Hemû kesan xwend û gotin way be. Lê di wê demê de welatên li Ewropayê, ne ku pere distendin, mînak, Yewnanistan ji bo ciwanan bidin derzîkirin, 150 Euro çek weke diyarî didan.
Neqediya: Di van rojên ku krîza ekonomiyê welêt dorpêç kiriye, Erdogan bi hêsanî dibêje: "Dibêjin me top avêtiye; di bin hemû kesan de erebe hene." Helbet dîsa rojnameyên alîgiriya hikûmetê dikin, TV, malperên înternetê, bi puntoyên mezin ev nûçeya "xweş û derew" bi van hevokan weşandin. Ti têkiliya vê û rastiyê bi hev re nîne. Li gorî daneyên TUIKê yên sala 2021ê li Tirkiyeyê rêjeya kesên ku wesayitên wan hene nêzîkî 0,3 ye.
Derewên dewletê
Li hêlekê jî, rojnamegerên ku li dû rastiyê baz didin, ji zû de ye nema baweriyê bi saziyên dewletê yên mîna TUIKê jî tinin. Li welêt mirov ji hêla ekonomiyê di rewşeke gelekî xirab de ne, TUIK di demeke wiha de ji bo desthilatdariyê nexe nava tengasiyê, dibêje rêjeya enflasyonê ji sedî 81 e. ENAGê di daxuyaniya xwe de enflasyona rast aşkere kir û got ku ji sedî 181 e. ENAG û rojnamegerên ku vê aşkere dikin, bi îxaneta bi welatî re tohmet dikin.
Dibe ku siyasetmedar "van derewan" ji bo girseya xwe konsolîde bike, berjewendî û îmaja xwe biparêze, têkiliyên civakî araste bike, hêzê bidest bixe, bandorê li kesên in bike, qezencekê bidest bixe, bêpejirandin, hin kesên din li gorî daxwaza xwe araste bike, binketina xwe veşêre û xwe baş nîşan bide an jî girêdana kadroyên xwe xurtir bike û hin tiştên din dibêje.
Mijara esasî ev e: Çima rojnameger bêyî ku li rastiyê bigerin baweriyê bi van derewan tînin? Ma çavên xwe ew qas bi hêsanî ji rastiyan re girtin? Gelo ti endîşeyên wan ên ji bo etîkê nîne? Ma qet rêgezên pîşeyî nexwendine? Gelo kesî ji wan re negotiye ku hîmê rojnamegeriyê "rastî" ye? Ma nizanin ku ji bo rojnamegeriyê ya girîng "berjewendiyên civakê"ne? Qey ji bîr kirine ku erka wan ragihandina "zanyariyên rast e"?
Dizanin lê ew êdî ne rojnamegerên ku bi nirxên etîk ve girêdayî ne, ew "alîgir in". Helbet rojnameger "aliyekî digirin", lê li aliyê "bêhêzan, bindestan, xizanan in". Xetaya mezin ew e ku mirov bibe aliyê "xwedî hêz". Ji ber wê ye ku ne tenê siyasetmedar, rojnameger jî derewan dikin. Li ber çavan nûçeyên derew çêdikin. Di civakeke ewqas dubendî hebe, rojnameger jî dubend dibin.
We mînakên wê gelek cara xwendine. Çi gava ku li rojavayê Tirkiyeê agir bi daristanan bikeve, bêyî ku li ser bifikirin heman klîşe derdikeve pêşiya me: "PKK agir bi daristanan dixe". Lê ti delîl nînin. Hûn di nava nûçeyê de teoriyên komployî dixwînin, jê jî xemgîntir, rojnameger navê xwe li bin nûçeyê dinivîse û vê weke nûçeyeke "paş perdê" diweşîne. Ev nûçeya ku bi merîfeta înternetê bilez û bez belav dibe, bi lenetkirina kurdan dewam dike.
Kemal Kûrkût û Abdûrrahman Gok
Dema mijar tê ser kurdan, medyaya Tirkiyeyê di derewan de bi hev re dikeve pêşbirkê. Ka em bala xwe bidin mijara kuştina Kemal Kûrkûtî ya ku rojnameger Abdûrrahman Gokî bi tenê ji ber fotografên wî girt, doz lê hate vekirin. Dema polîsan roja Newrozê gule bera Kemal Kûrkût dan, Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe ya yekem de nivîsandibû, Kûrkûtî gotiye,"Di çenteyê min de, bombe heye, ez ê we hemûyan bikujim", bi kêrê êrîşî polîsan kiriye û ber bi qadê ve reviyaye, bi vê re hatiye gotin ku "qey bombeya zindî ye" û gule bera danê. Lê fotografên ku Abdûrrahman Gokî girtin, hemû tişt derxist holê. Dev jî çentê Kûrkûtî berdin, li ser wî tîşort jî nebû. Jora laşê wî tazî bû, di destê wî de şûşeya avê hebû û baz dida. Gelo dewletê bi gotina "bombeya zindî" bera çend kesan dabû û ew kuştibûn? Helbet wê ti carî bersiva vê pirsê neyê dayîn. Lê 28 kare fotografên rojnamegerekî girtin, derxist holê ku kesê hatiye kuştin ne "terorîst" e lê xortekî ciwan ê hatiye Newrozê ye. Abdûrrahman Gokî li dijî "rojnamegeriya derewan", "rojnamegeriya rastiyan" kiribû.
Avêtina ji helîkopterê
Di Çiriya Paşiyê ya 2020ê de rojnamegeran ragihandibû ku li Wanê du gundî ji helîkopterê avêtine û her du jî birine nexweşxaneyê. Çawa di yên berê de kirin, ev jî qebûl nekirin. Wezîrê Karûbarên Hundir Suleyman Soylû derbarê wê bûyera ku digotin li navçeya Şaxê ya Wanê leşkeran îşkence gundiyên bi navê, Servet Tûrgût û Osman Şîbanî kiriye û ew ji helîkopterê avêtine, bi van gotinan bersiv daye: "Ev derew in û dûrî aqilan e." Televizyon, rojname, malperên ku heta wê rojê nûçeyek jî çênekiribûn, gotinên Soylûyî bi sernavê "Ev derew in û dûrî aqilan e" di manşetan de nivîsandin. Du sê roj paşê, rojnamegeran raporên doktoran weşandin û bersiv dan. Rojnameger ji ber ku li ber "derewan" rabûn, hatin girtin.
Derewên derbarê pogroma 6-7ê Îlonê de
Di dewletê de berdewamî ye ya esasî. Di dema Operasyona Hayata Dönüşê de (Vegera li Jiyanê) ya 19ê Kanûna Pêşiyê ya 2000î de Wezîrê Edaletê yê wê demê, Hîkmet Smî Turkî dereweke mîna vê kiribû. Turkî gotibû, "girtî bi leşkeran re pev çûne", "hinek ji wan ji ber pevçûnên di navbera girtiyan de derketine mirine", "Girtiyan bi keleşkofan gule bera dane." Derewên ku Wezîrî kiribûn, bi raporan derketibûn holê lê rojnamegerên "ji dewleta xwe hez dikin" yên demê, daxuyaniyên Wezîrî di manşetên rojnameyan de nivîsandibûn.
Ka em hinekî di bi şûn de biçin: Divê em hemû jî ji ber rastiya ku pogroma 6-7ê Îlonê bi "nûçeyeke derew" dest pê kiriye, şerm bikin.
Pogrom bi nûçeya ku digot "bombe avêtin mala Atayê me" dest pê kiribû. Di encamê de ji 10an zêdetir mirov miribûn, gelek kes birîndar bûbûn, tecawiz li jinan bûbûn, mal û milk hatibûn wêrankirin, êrîş pêk hatibûn û rûmên tirkiyeyî koçber bûbûn. Hîna jî di dîrokê de weke lekeyeke reş e.
Derewên netewperestiyê
Em hîn bûne ku dewlet derewan dike. Lê em ê çava fam bikin bê ka rojnameger ji bo "xizmetê ji dewletê re bikin" û "bibin rojnemgerên prezantabl" dikarin bibin şirîkên van derewan. Ne ewqas jî. Ne "rojnamegerê/a dewletê" ya esas ew e ku mirov bibe "rojnamegera/ê gel".
Em ji bîr dikin ku dema dibêjin "Netewperestî ne tiştekî xirab e, em gelekî hez ji welatê xwe dikin" û bi vê re tişta tê rewakirin ne hezkirina welat e lê "nîjadperestî ye". Û tew dema mijar dibe "yên din".
Ji bo mînakê, Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag bêyî ku li ser bifikire dibêje, "Em ê bi rêyên hiqûqî sûriyeyiyan bişînin", hin malperên ku nizanin ti têkiliyeke netewperestiyê bi rojnamegeriyê re nîne, bi pûntoyên mezin mezin û bi gotina "flaş flaş"ê daxuyaniyê diweşînin. Ew qas heweskar in ji bo bibin şirîkê derewê û vê jî bi gotina "em" diweşînin. Lê peymanên navnetewî yên Tirkiyeyê îmze kirine, dibêjin ku bêyî daxwaza penaberan, nabe wan bişînin welatên wan ên rîska zilmê lê heye, şer, krîz, kiryarên xirab û îşkence lê hene. Serokê Partiya Zaferhe dengên kesên ku weke wî difikirin dixe tûrikê xwe. Bi vê re jiyana civakî, pêkvejiyanê dirûxînin lê "Nûçeya ku derew e" li hêlekê, ev tişt ne li ser bala rojnamegeran û ne jî li ser ya siyasetmedaran e.
Dîsa ka em berê xwe bidin wan "dezenformasyonan" ku dema mijara penaberan vedibe her carê dibêjin, "Zarokên sûriyeyiyan dibin welatiyên tirk, ewqas ewqas alîkariyê digirin." Tişta ku rast ev e, her çend li Tirkiyeyê jî jidayik bibin, pitikên sûriyeyî nakin welatî, bi ser de, ew weke sûriyeyî jî nayên hesibandin. Û ji ber wê gelek ji wan "bêwelat" tên qebûlkirin. Lê ev, dilê netewperestan sar nake.
Ger sûriyeyî nebin, afganistaniyan dikin hedef. "Dezenformasyona" ku bi rêya medyaya civakî belav dibe, mirovan tîne hophopê û dibe sedema êrîşan. Pêla li dijî penaberan xurt dibe, nîjadperestî berfireh dibe. Û mixabin tiliya rojnamegerên ku van nûçeyên derew belav dikin an jî wan rasterast wan diweşînin di van nûçeyên derew de heye.
"Nûçeyên derew" yên derbarê sûriyeyiyan de dibe ku di van deh salên dawiyê de nûçeyên herî zêde tên tikandin. Dibêjin, sûriyeyî li nexweşxaneyan beriya her kesî tên dermankirin, sûriyeyî fatoruyên av, ceyran û gaza sirûştî nadin, sûriyeyî ji dewletê meaşan distînin, bûrsan didin sûriyeyiyên diçin zanîngehan, sûriyeyî kîjan zanîngehê bixwazin diçin wir, esnafên sûriyeyî bacan nadin û hwd. Bi rastî jî wisa ye? Na.
LGBTI+ û jin
Dema em behsa "Yên din" dikin, divê em behsa "LGBTI+'an" jî bikin. Ew koma herî bidezevantaj e û her demê jî derbarê wan de dezenformasyon tên kirin. Bi taybet rojnamegerên ku di rojnameyên îslamî de kar dikin, hinek "pisporan" tînin ba hev û ji devên wan nûçeyan çêdikin ku di van nûçeyan de dibêjin, hevzayendî ne ji dayikbûnê tê û dibe bê dermankirin. Bi rojan dosye-nûçeyan amade dikin derbarê van tiştan de. Bi ser de jî, nûçeyên derew bi ser navê "Hevzayend sawê belav dikin" diweşînin û bi van nûçyan LGBTI+an krîmînalîze dikin. Ji bo ku ez dezenformasyona ew dikin belavtir nekim, ez zêde mînakan ji van nûçeyan nadim lê hezarê caran hatiye ispatkirin ku ti têkiliya rastiyê bi tiştên ew dinivîsinin re nîne. Dîsa jî "ev rojnameger" di "derewan" de israr dikin. Ev ji "nûçeyên derew" an jî dezenformasyonê zêdetir, gotinên nefretkirinê ne. Rojnamegerekî/e ku dezenformasyonê bike, carekê sînoran derbas bike, êdî bi hêsanî "gotinên nefretkirinê jî" bilêv dike. Çerx bi lez û bez dizîvire. Tişta baş ew e ku rojnameger sînorên etîkê yên pîşeya rojnamegeriyê bizanibin û li gorî wan tevbigerin.
Jin jî ji wan koman e ku ji derewan nesîbê xwe distînin. Niha em ê ji we re behsa rêze "nûçeyeke" derewan bikin ku di nava wê de "nûçegîhanek", paşê rojnameyek û herî dawî jî Serokomar di nava wê de ne. Di 8ê Adara 2019ê de serê destpêkê nûçegîhanê Yenî Şafakê Bûrak Doganî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand û got: Jinên beşdarî 8ê Adarê bûn, xwendina azanê protesto kirin." Mijar bi carekê mezin bû, medyayê ew nepixand. Serokomarî di 10ê Adarê de heman îdia bilêv kir û di civînekê ya ku bi deh hezaran kes beşdar bûbûn de got: "Li Taksîmê, komeke bi serpereştiya CHP û HDPyê qaşo ji bo roja jinan hatiye ba hev, bi fikandin û sloganan bêhurmetî li dijî azanê kirin." Piştî bi rojekê, gotinên Erdoganî (careke din) bûbûn manşetên çapemeniya Erdoganî. Rêxistinên jinan gotin ku "Bila ti kes berovacî neke, serhildana me li dijî barîkatên polîsan, kesên dixwestin meşa jinan, 8ê Adarê asteng bikin bû" lê ev daxuyanî di heman manşetan de nehati nivîsandin. Tiştekî ecêb jî ew bû, BBCyê xwest li ser mijarê bi nûçegîhan Bûrak Doganî re biaxive lê ew neaxivî. "Derewa" ku kir jin kiribû hedef.
Israra di rastiyê de
Çawa ku em di van nûçeyan de dibînin, di belavkirina nûçeyên derew de, berpirs ne tenê medyaya civakî ye, rojnameger bi xwe jî berpirsiyar in. Car caran rojnameger bi xwe "nûçeyên derew" çêdikin. Em di serdema lezê de dijîn. Di vê serdemê de ihtimal e biçûktirîn dezenformasyon weke guloka berfê mezin bibe û ji rê derdikeve û ziyanên nayên texmînkirin bide girseya mezin. Ti derew ne bêguneh in û ji ber ku "derewên" rojnameger dikin, "teşeyê dide civakê" bêhtir xetere ne. Ji ber ku binê pêkvejiyanê dikolin. Nahêle civakeke adil û wekhev ava bibe. Ma wezîfeya rojnamegerekî/ê ne xebata ji bo cîhaneke baştir e?
Rojnameger divê di rastiya nûçeya xwe de bi israr be. Bi dane, pispor û delîlên xwe. Ji ber ku dibe 100 sal derbas bibe lê wê derkeve holê ku rojnamegerî/ê rast gotiye. Divê em her roj rojnameger û nivîskarê amerîkayî Walter Lipmannî bibîr bixin: "Di karê rojnamegeriyê de ji vî tiştî bilindtir qanûn nîne ku rastiyan bibêje û şeytanî li ber şermê bixe."
Rêzenivîsa "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan"
1 - Malbat: Di rojên xweş û ne xweş de...
2 - Gelo mimkun e ku mirov di sîstema necezakirinê de bi hev re bijîn?
5-Afirînerî û muzîk: Di rojên xweş û ne xweş de
6-"Em baş dizanin ku me naxwazin"
7-Spêleyên raboriyê, notirvanên îro
Derbarê projeyê deNavenda Bîrê ya Berlînê û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet vê rêzenivîs û podcastê bi navê "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan" bi hev re amade dikin. Ji Navenda Bîrê ya Berlînê Ozlem Kaya û ji Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Oznur Sûbaşi koordînatorên projeyê ne. Ozgu Sevgî Goral şêwirmenda projeyê, edîtora projeyê jî Muge Karahan e. Ev rêzenivîs û podcast wê li ser "pêkvejiyanê" be û di wê de wê mijarên malbat, ceza, tirs, nefretkirin, afirinêrî, nîjadperestî, bîr, derew, antroposen û hevaltiyê hebin. Beş wê her ji 15 rojan carekê û roja sêşemê bên weşandin. |
(SO/NÖ/FD)