Infografîk: Yağmur Karagöz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Desthilatê di sala 2021an de pêş hilbijartinên sala 2023an saziyên weke Dadweriyên Cezê û Aştiyê, Komîsyona Karta Çapemeniyê, Saziya Îlanan ya Çapemeniyê(BIK) û Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) ji bo ku serî li rojnamegerên rexnegir û saziyên çapemeniyê bitewîne û bitepisîne seferber kiriye.
Konseya Ewropayê, ji ber ku karsazê girtî Osman Kavala tehliye nekir, Tirkiye girt nava prosedura binpêkirinan. Pekanîna prosedura binpêkirinan li ser Tirkiyeyê di sala 2021an de jî rê li ber dadkirinên li dijî hiqûqê yên weke “heqareta li Serokomar”, “heqaret” û “propagandaya rêxistinê” negirt. Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya RSFyê de ku di nava 180 welatan de di rêza 153em de ye. Bi hewldana darbeye ve ji ber ku bikêfî 8 rojnameger girtiye tenê di sala 2021an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) cezayê tezmînatê yê giran li Tirkiyeyê biriye.
RAPORÊN ÇAVDÊRIYA li MEDYAYÊ yên BIAyê - 2021Rojnamegeran hin maf bidest xistin lê metirsîdar in Zexteke mezin li ser medya û medyaya civakî heye |
Di 2021an de 92 sal cezayê girtîgehê li 35 rojnamegeran birîne
Li gorî çar Raporên cûda yên Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê ku di sala 2021an de weşiya ne, li 35 rojnamegeran (İdris Sayılğan, Hakan Aygün, Müyesser Yıldız, İsmail Dükel, Kemal Sancılı, İnan Kızılkaya, Eren Keskin, Zana Kaya, Alican Uludağ, Özgür Boğatekin, Ayten Akgün, Berat Gonca, Ozan Kaplanoğlu, Sinan Aygül, Hakkı Boltan, Cihat Ünal, Ömer Özdemir, Serhat Şefkatlı, Olgun Matur, Osman Yakut, Cem Şimşek, Hikmet Tunç, Mahir Kanaat, Tunca Öğreten, Ömer Çelik, Metin Yoksu, Eray Sargın, Enver Aysever, Ali Arslan, Can Bedros Çapar, Necip Çapraz, Yılmaz Odabaşı, Perihan Kaya, Doğan Ergün, Kaan Göktaş) li gorî Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û Qanûna Tekoşîna Dije Terorê(TMK) di sûcên weke “sîxurî”, “aşkerekirina belgeyên nehênî”, “alîkariya rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê”, “heqareta li Serokomar”, “heqaret” û “propagandaya rêxistinê” de 92 sal û 6 meh û 24 roj cezayê girtîgehê birîne.
Rojnameger Hîkmet Tûnç
64 rojnamegeran beraet kirine
Li gorî çar Raporên cûda yên Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê ku di sala 2021an de weşiya ne şeş jê(Fatîh Portakal, Oktay Candemîr, Bûrak Şahîn, Sefer Selvî, Mustafa Sonmez, Cem Bahtiyar) di sûcê “heqaret li Serokomar kiriye” de bi giştî 64 rojnameger (Özer Akdemir, Seyhan Avşar, Necdet Önemli, Fatih Portakal, Hatice Kamer, Banu Güven, Ferhat Çelik, İdris Yılmaz, Özgür Boğatekin, Alican Uludağ, Olcay Büyüktaş Akça, Melike Aydın, Melis Alphan, İnci Aydın, İdris Sayılğan, Naci Kaya, Ali Orhan, Hasan Yavaşlar, Özkan Mayda, Kenan Baş, Onur Fazıl Soydal, Mahir Kanaat, Tunca Öğreten, Ömer Çelik, Metin Yoksu, Eray Sargın, Derya Okatan, Fırat Yeşilçınar, Doğan Güzel, Sinan Balık, Amine Demirkıran, Davut Uçar, Elif Aydoğmuş, Reyhan Hacıoğlu, Zeki Erden, Özgür Paksoy, Mesut Kaynar, Hüseyin Gündüz, Kemal Bozkurt, Burcu Özkaya, Sevdiye Ergürbüz, Günay Aksoy, Ersin Çaksu, Önder Elaldı, Ender Öndeş, Gülfem Karataş, Gökhan Çetin, Bayram Balcı ve Yılmaz Bozkurt, Bekir Şahin, Yakup Önal, Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Oruç, Rojda Aydın, Nurcan Yalçın, Halime Parlak, Canan Coşkun, Ali Açar, Can Uğur, Ruşen Takva hwd) di dozên ku têde dad dibûn de beraet kirine.
Rojnameger Hatîce Kamer
Derdê RTUK, BIK û CIBê “medyaya rexnegir” e
Bulent Tezcanê CHPyî di 13ê Çiriya Pêşiya 2021an de ji bo rakirina rayeya fermî ya ji bo cezabirîna reklaman û îlanan ya Saziya Îlanan a Çapemeniyê (BIK) pêşnîyaznameyek daye. Ji sedî 90ê saziyên medyayê yên netewî di bin kontrola hukumetê de ne. BIK tehemula yên rexnegir nake. ji hêla hikûmetê ve tên kontrolkirin rexneyên saziyên medyayê yên neteweyî xemgîn nabin. Rojnameya Evrenselê 835 roj in reklam nestandiye, rojnameya Sozcuyê ji ber du nivisên Saygi Ozturkî cezaya îlanan lê hatiye birîn. Di heman demê de din ava salê de 74 rojan cezayê îlanê li rojnameya Cumhuriyetê hatiye birîn. Her wiha BIKê di sala 2021an de cezayê îlanên fermî daye Korkûsûz, Karar, BirGun, Rojnameya Neteweyî, Yenîçag û Yenî Asyayê.
Farûk Bîldîrîcî, ombûdsmanê medyayê aşkere kiribû ku di sala 2020an de BIKê 803 roj cezayê birîna îlanan daye rojnameyan. 110 roj Cûmhûriyet, 112 roj BirGun, 65 roj Evrensel, 29 roj Korkusuz û 17 roj jî Sozcu ji îlanan bêpar hatibû hîştin. Bildîrîcî gotibû, “ Ev jî dide xuyakirin k udi nava sala 2020an de cezayê ku BIKê li rojnameyên li Stenbolê ne birîne ji wan ji sedî 88 ji bo van 5 rojnameya bûne.”
Rojnameger Nadîre Mater
Nadîre Mater, Aydin Engîn, Kazim Guleçyuz û Bîrkan Bûlût, Nûnerê Enqereyê yê Rojnameya Evrenselê ku bi dehan salan rojnamegerî kirine ji bo kartên çapemeniyê yên ku nayên nûkirin û nadin li dijî Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê têdikoşin. Mistefa Sonmez, ekonomîst û rojnamger di têkoşîna xwe de bi ser ket.
RTUK: Di sala 2021an de 31 mîlyon TL ceza biriye
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) di sala 2021an de jî ceza li dezgehên medyayê yên rexneyî yên weke Fox TV, Halk TV, Tele1 û KRTyê biriye. Ilhan Taşçi,endamê RTUKê ragihandiye ku li van kanalan 21 mîlyon û 500 hezar TL ku 71 ceza hatiye birîn. Her weha “Di gel ku 100 hezar gilî hatiye kirin” derbarê kanalên ku piştgiriya desthilatê dike de çi lêpirsîn an go lêkolînek nehat kirin. RTUKê di sala 2021an de 158 cezayê pereyan li dezgehên medyayê biriye. 48 cezayê sekinandina bernaman û weşanan li kanalên TVyan biriye. Li ser hev 31 mîlyon û 629 hezar û 996 TL ceza biriye.
RTUKê di 5 salên dawî de ji ber weşanên bername û nûçeyan 227 cezayê sekinandina bernamayan biriye. Her weha 692 cezayê pereyan li dezgehên weşanê biriye û ev jî li ser hev dike 88 mîlyon û 69 hezar û 808 TL.
Sala par 41, di pênc salên dawî de 270 rojnameger hatine desteserkirin
Di sala 2021an de herî kêm 41 rojnameger hatine desteserkirin. Demeke dirêje Tirkiye li cîhanê yek ji “mezintirîn girtîgehên rojnamegeran”e û daraz di sê salên dawî de ji bo rojnamegeran biryarên “kontrola edlî” dide. Êdî dora girtin û desteserkirinê hatiye ser rojnamegerên ku li kolanê hevpeyvînê dike.
Rêvebiriya Giştî ya Emniyetê di 27 Nîsana 2021an de Rêbernameya “Girtina Qeydên Dîmen û Deng” ragihandibû. Di wan rojan de Bulent Kiliç, nûçegihanê AFPyê dema çalakiya LGBTIyan ya li Stenbolê dişopand polîs desten wî li pişt ve kelebçe dikin, pê li qirika wî dikin û wî desteser dikin. Piştre rêxistinên rojnamegeran ji ragihandina Rewşa Awarte vir ve cara yekem çalakiyek bikomî kirin.
Di 5 salên dawî de 270 rojnameger hatine desteserkirin. Di sala 2017an de 85 rojnameger, 2018an 47, 2019 49 û di sala 2020an de 48 rojnameger hatibûn desteserkirin.
Di sala 2021an de êrişî 56 rojnamegeran kirine
Di sala 2021an de 56 nûnerên medyayê dema li ser kar bûne rastî êrişê hatine. Hazim Ozsu, bernamegerê radyoyê kul i Bûrsayê dijîya ji aliye guhdarvanekî xwe ve li pêş mala xwe hat kuştin. Rêbernameya “Girtina Qeydên Dîmen û Deng” ku ji bo qedexekirina dîmengirtina midaxeleyê polîsan e rê li ber astengkirina nûnerên medyayê û desteserkirina wan û êrişkirinê vekir. Pêkanîna rêbernameyê di Çiriya Paşiyê de ji aliyê Şuraya Dewletê ve hat sekinandin.
Di meha Tîrmehê de di 6emîn salvegera Qetlîma Pirsûsê de êrişî 10 rojnamegeran kirin. Lêbelê rawestandina pêkanîna rêbernameyê dawî li midaxeleyên li dijî hiqûqê yên li ser rojnamegeran neanî. Yek ji bûyerên trajik yên salê de ew bû ku faîlê êrişeke fîzîkî li dijî rojnamegerek Mûharrem Sarikaya, nûnerê HaberTurk TVyê bû.
Li Tirkiyeyê di pênc salên dawî de herî kêm 141 rojnameker dema li ser kar bûne rastî êrişê hatine. Di sala 2017an de 20 rojnameger û du dezgehên medyayê, 2018an 19 rojnameger û dezgehek medyayê, 2019 26 rojnameger û di sala 2020an de 18 rojnameger bûn hedefa tûndkariyê. Di salên 2016 û 2017an de du rojnamegerên Sûriyeyê ji aliyê mixalîfên li welatê xwe ve li Tirkiyeyê hatin kuştin. Di sala 2018an de rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi li Konsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî de ji aliyê tîmeke înfazê ve hat kuştin. Tîma înfazê li wî welatî taybet ji bo kuştinê hatibû.
“Heqareta li Serokomarî”: Di heft salan de 70 rojnameger hatine girtin
Ji Tebaxa 2014an û heta 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022an ango ji roja ku Recep Tayyîp Erdogan bûye Serokomar û heta niha bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kirine” û ji ber Xala 299an a Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) cezayê girtîgehê yê taloqkirî û yê pereyan herî hindik li 70 rojnamegeran hatiye birîn.
Heft rojnamegerên ku (Ayten Akgun, Hakki Boltan, Cem Şimşek, Yilmaz Odabaşi, Perihan Kaya, Dogan Ergun, Kaan Goktaş) Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê ew weke hedef nîşan dabû û giliyê wan kiribû li ser hev bi 8 sal û 10 meh û 27 rojan hatin cezakirin.
Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê xwestibû ku Xala 299an a TCKyê were betalkirin lê Dadgeha Destûra Bingehîn nexwestiya betal bibe û ev xal bi destê dadgehan bûye sembola otorîteriyê.
Di salekê de 975, di 5 salan de 5 hezar û 976 nûçe hatine sansurkirin
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê medya civakî weke “faşîzma dijîtal” hedef nîşan dabû û paşê nûnerên desthilatê yên din jî saziyên medyayê weke “saziyên sûdê ji fonên derve digirin” binav kiribû gef lê xwaribû. Di sala 2021an de bi van gefan re Dadweriyên Cezê û Aştiyê ji ber mijarên berfireh yên weke ruşwet, gendelî, dizî, tûndkarî, tacîza zayendî 975 nûçeyên li ser înternetê weşiyaye asteng kiriye.
Tekane nûçeya baş a sê mehên dawî, bi hewldana ekîba hiqûqî ya Komeleya Azadiya Derbirînê (IFOD) qedexeya derketina ser çîrokeke der barê peyvirdarê malpera nûçeyan a Dîkenê Fettah Tamînce de hat rakirin.
Dadgeha Destûrî ji bo 49 rojnamegeran dewlet ceza kir
Di sala 2021ê de Wezîrê Karûbarên Hundir Suleyman Soylû û Serokê MHPyê Devlet Bahçeliyî Dadgeha Destûra Bingehîn kiribûn hedefa xwe. Di vê salê de Dadgehê ji bo serlêdana neh rojnamegeran û sê saziyên medyayê biryarên xwe aşkere kir. Li gorî van biryaran, tevlî mesrefên dadgehê dewlet bi 139 hezar û 225 TL cezayê pereyan hat cezakirin. Di pênc salên dawiyê de Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo serlêdanên 49 rojnamegeran û 12 saziyên medyayê dewlet bi dana 443 hezar û 658 TL cezayê pereyan ceza kir.
DMMEyê ji bo 36 rojnamegeran Tirkiye ceza kir
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber karsazê girtî Osman Kavala azad nekir, hişt ku Konseya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê pêvajoya cezakirinê bide destpêkirin. Heman DMMEyê ji ber ku mafên rojnamegeran binpê kiriye, di sala 2021ê de li ser hev 114 hezar û 449 Euro (mîlyonek û 192 hezar û 250 TL) cezayê pereyan li Tirkiyeyê bibire. Ji ber ku piştî hewldana derbeyê heşt rojnameger bêdelîl û bêsedem hatibûn girtin, cezayekî giran li Tirkiyeyê birîn û vê jî hişt ku di sala 2021ê de rêjeya tezmînatê zêde be.
Bi taybet piştî hewldana derbeyê ya Tîrmeha 2016yê gelek rojnamegeran ji ber hatine girtin serî li DMMEyê dabû lê di sala 2017yan de dadgeh di van serlêdanan de bêdeng mabû. Heman Dadgehê di pênc salên dawiyê de ji bo 36 rojnamegeran Tirkiye li ser hev bi 343 hezar û 380 Euro (3 mîlyon û 65 hezar û 699 TL) cezayê pereyan ceza kiribû.
Têkoşîna li dijî necezakirinê lawaz e
*Rojnameger Cemal Kaşikçi
Doza kuştina rojnameger û rewşenbîr Mûsa Anterî ji ber “dema qanûnî ya ji bo dadgehkirinê”, dibe bêencam bimîne. Li gorî qanûnê 30 sal e dema vî tiştî. Dewletê di “Rapora Sûsûrlûkê” de li xwe mikur hatibû û di Pêvajoya Aştiyê de ji bo niyetpakiyê nehiştibû dosye bênecam bimîne.
Di sala 2021ê de 92 sal cezayê girtîgehê li 35 rojnamegeran hate birîn. Herî kêm 41 rojnameger hatin desteserkirin. Salên dirêj e Tirkiye li cîhanê yek ji “mezintirîn girtîgeha rojnamegeran e”. Li Tirkiyeyê di sê salên dawiyê de daraz, rojnamegeran bêhtir bi “kontrola edlî” serbest dike. Êdî dor dora desteserkirin û girtina rojnamegeriya welatiyan e ku li kolanan hevpeyvînan bi welatiyan re dikin.
*Rojnameger Beyza Kûral
Hinek tiştên ku di sala 2021ê de hêvî didan mirovan jî pêk hatin. Piştî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûrî, dadgehkirina sê polîsên tundkarî li nûçegîhana berê ya bianet.orgê Beyza Kûralê kiribûn, destpê kir. Dadwerên ku digel biryarên Dadgeha Destûrî û DMMEYê Mehmet Altan tehliye nedikirin, li Dadgeha Bilind hatin dadgehkirin. Dîsa dadwerên ku ji ber reşbeleka pirtûka “Artêşa Melayî” Ahmet Şik girtin, li Dadgeha Bilind hatin dadgehkirin. Dozgeriyê biryara peyneketinê ji bo polîsên ku li Enqereyê nehiştibûn rojnameger di 10 bûyerên cida de karên xwe bikin dabû. Di sala 2021ê de ev biryara peyneketinê betal bû. Kesên ku êrîşî qunciknivîsarê rojnameya Yeni Çagê Yavûz Selîm Demîragî kiribûn êdî wê li Dadgeha Cezayê Giran werin dadgehkirin.
Di pênc salên dawiyê de 807 rojnameger bêkar man
*Rojnameger Kurşad Ogûz
Bi taybet ji ber krîzên li saziyên medyayê yên weke Cûmhûriyet, Gazete Dûvar, Halk TV û Haber Globalê rû dan û nelihevkirina weşanan an jî destjikarberdanê di sala 2021ê de 79 rojnameger, bernameçêker/pêşkeşker û medyakar ji kar hatin derxistin. 24 xebatkar ji rojnameya Cûmhûriyetê dest ji kar berdan. 10 ji wan zêdetirî 20 sal in li rojnameya Cûmhûriyetê kar dikirin. Dema dest ji kar berdan van rojnamegeran “rêveberiya yekperest rojnameyê” rexne kirin. TRTyê ji ber mesajeke wê ya Twitterê Deniz Salmanliya ku 22 sal an di karê montajê de şef bû, ji kar derxist. Piştî bernameya ku Devlet Bahçeliyî tê de behsa reşbeleka Destûra Bingehîn dikir nûnerê Enqereyê yê HaberTurk TVyê Bulent Aydemîr ji kar hate derxistin, Berpirsê Giştî yê Weşanê Kurşad Ogûzî dest ji kar berda. Hewldana derbeyê ya 2016an bandor li 2 hezar û 708 rojnamegeran kir û ew bêkar hiştin. Di pênc salên dawiyê de wî 807 rojnameger bêkar man. Di sala 2020ê de 215, di 2019ê de 190, di 2018ê de 157, di 2017ê de 166 medyakar bêkar mabûn. (SA/EÖ/NÖ/AY-FD)