Fotograf: Hikmet Adal - bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji nû ve dadgehkirina Şebnem Korur-Fincanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesînî li 13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê dest pê kir. Korur-Fincanci, Onderoglu û Nesin ji ber ku beşdarî kampanyaya berpirsê weşanê yê nobedar ê rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn dihatin dadgehkirin û biryara beraetê ji bo wan derketibû.
Beriya dadgehkirin destpê bike mafparêz li ber avahiya edliyeyê li hev kom bûn û piştgirî dan Korur-Fincanci, Onderoglu û Nesinî. Nûnerên saziyên civaka sivîl û parlamenter jî beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Ahmet Nesin ji ber ku li derveyî Tirkiyeyê ye beşdarî dadgehkirinê nebû lê Şebnem Korur-Fincanci û Erol Onderoglû tevlî parêzerên xwe Oya Meriç Eyuboglu, Efkan Bolaç, Tora Pekin, Levent Pişkin, Umit Dede û Esra Kiliçê beşdar bûn.
Onderoglû: Ez biryara betalkirinê qebûl nakim
Piştî ku nasnameyên wan hatin diyarkirin Mesûd Ozdemîr, Serokê heyeta dadgehê ji Onderoglu û Korur-Fincanciyê pirsî ku ew ji bo biryara betalkirinê ya Dadgeha Îstînafê tiştekî dibêjin an na.
Onderoglu pêşiyê axivî û got: “Ez biryara betalkirina Dadgeha Îstînafê qebûl nakim.” Onderogluyî behsa biryara beraetê ya dadgeha xwecîhî kir ku gotibû divê li Tirkiyeyê êdî rûpeleke nû vebe. Onderogluyî got ku ew girîngiyê dide vê biryarê û “Betalkirina biryara beraetê ji hêla Îstînafê biryareke li hemberî vê niyetê ye.”
Korur-Fincanci: Watedar e ku piştî ez bûm Seroka TTByê biryar betal bû
Şebnem Korur-Fincanciyê wî wiha got: “Doza navborî bûye yek ji wan dozan ku serweriya hiqûqê ji holê hatiye rakirin. Azadiya xweîfadekirinê berpirsiyariya me ya hemûyan ya hemwelatîbûnê ye. Min ev berpirsiyarî pêk anî. Ez ji ber biryara betalkirinê ecêbmayî nabim. Dema dayîna vê biryarê jî metelhişt e. Piştî biryara beraetê derket nêzîkî bi salekê ev biryar dan. Piştî ku ez ji bo Serokatiya Desteya Navendî ya Doktorên Tirkan hatim hilbijartin ev biryar betal bû. TTB li dijî koronavîrusê zanyarî dida civakê. Wisa hat diyarkirin ku weke ez ji serê rêxistineke terorê hatime serê TTByê. Lewma biryara betalkirinê gelekî watedar e.”
Dadgehê biryara Îstînafê qebûl kir
Piştî axavtinan heyeta dadgehê biryara betalkirinê ya Dadgeha Îstînafê qebûl kir û biryar girt ku ji bo doseya Korur-Fincanci, Onderoglu û Nesinî bi dosyeya Eren Keskin, Zana Kaya, Înan Kizilkaya û Kemal Sanciliyî re bikin yek, nivîsekê ji heyeta Dadgegha Cezayê Giran a Stenbolê ya 23yem re binivîsin. Keskin, Kaya, Kizilkaya û Sancili di doza esasî ya rojnameya Ozgur Gundemê de tên dadgehkirin.
Dadgehkirin wê 6ê Gulanê saet di 14.00ê de dewam bike.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan. (HA/FD)