İnfografik: Yağmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di dema desthilata Recep Tayyîp Erdoganî de "pakêta reformên dadwerîyê" hatiye derêxistin. Vê pakêtê ne civata Tirkiyeyê ne jî ya navneteweyî îqna nekiriye.
Di sê mehên dawiyê yên sala 2019ê de 251 rojnameger û nûnerên medyayê hatine dadkirin, 13 hatine desteserkirin, herî kêm 89 xebatkarên medyayê ji karê xwe hatine derêxistin. Rojnameger bi TCK (Qanûna Cezayan a Tirkan), SPK (Qanûna Pîyaseya Sermayeyê) û Qanûna Bankerîyê hatine dadkirin.
Di van sê mehan de 35 rojnamegeran bi van qanûnan 157 sal û 4 meh cezayê girtinê standiye. Herweha 8 hezar û 740 TL (Lîreyên Tirkan) cezayê pereyî standiye.
Herî kêm 61 rojnameger bi sûcê heqareta li Recep Tayyip Erdoganî hatine dadkirin. Qanûna TCK 299ê Tebaxa 2014ê hatiye derêxistin û rojnameger ji wê demê ve bi vê qanûnê û tometa heqareta li Erdoganî têne dadkirin.
Di pakêta dadwerîyê de bi tenê mafê temyîzê ji bo Dadgeha Bilind hatiye dayin. Bi vê yekê jî ev qanûn wek "Şûrê Demoklesî" li ber sîngê mafê xwe-îfadekirinê disekine.
Saziya Îlanên Çapemenîyê
Li Rapor Çavdêrîya li Medyayê ya biayê ev sernivîs hebûn: "rojnamegerên hatîn kuştin", "rojnamegerên girtî","êrîş û tehdîd", "qedexe, komkirin û girtin", "nûçegihanî", "Dadgeha Qanûna Bingehîn", "DMME(Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê)", "Rojnamegerên Ji Karên Xwe hatîn Avêtin" piştî ku "Saziya Îlanên Çapemenîyê" wek alaveka guvaşê hat bikarînan me ew beş jî li rapora xwe zêde kir.
Desteserkirin
Di dewra Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Paşiyê ya 2019ê de 13 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine desteserkirin. Şeş rojnameger bi mijarên bi "Kêşeyên Kurdan" ve girêdayî hatine dadkirin. Herweha hêzên çekdar ên fermî li mala sê rojnamegeran lêgerîn kirine.
Di heman dewra sala 2018ê de 12 rojnameger û xebatkarên medyayê hatibûn desteserkirin. Ji 12 rojnamegerên hatîn dadkirin 10 rojnameger bi mijarên bi "Kêşeya Kurdan" ve têkildar hatibûn desteserkirin.
Di sala 2018ê de 47 rojnameger hatibûn desteserkirin. 36 rojnameger bi mijarên bi "Kêşeya Kurdan" ve têkildar hatibûn desteserkirin. Li Emniyetan bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê "jêpirsîn" li wan hatiye kirin.
Êrîş
Di dewra Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Paşiyê ya 2019ê de êrîş li neh rojnamegeran hatiye kirin. Çar ji wan rojnamegeran di dema êrîşê de li herêmên operasyonên leşkerî bûne.
Dema ku rojnamegerekî/ê nûçeya li ser kêşeya faytonan ya Girava Mezin a Stenbolê çêdikir polîsan tûndkarî lê kiriye.
Di sala 2018ê de êrîş l herî kêm 19 rojnameger û saziyeka medyayê hatibû kirin.
201 rojnameger bersûc in
Di dewra Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Paşiyê ya 2019ê de herî kêm neh rojnameger û xebatkarên medyayê ji ber karên xwe yên rojnamegerîyê bi sûcê "têkbirina rêkûpêkîya dewletê" têne dadkirin. Neh caran cezayê mûebedê ji bo wan tê xwestin.
108 rojnameger bi sûcên "birêvebiriya rêxistinê", "endambûna rêxistinê", "alîkarîya rêxistinê" "digel endamnebûnê sûckirina li ser navê rêxistinê" têne dadkirin.
25 rojanamegeran (ji rojnameyên Sozcu, Zaman û Cumhuriyetê) 147 salan cezayê girtinê standiye.
Di van sê mehan de 50 rojnameger bi sûcên "endambûna rêxistinê", "weşandina daxuyanîyên rêxistinê" hatine dadkirin 316 sal û 6 meh cezayê girtinê ji rojnamegeran re hatiuye xwestin.
Şeş rojnameger ji ber dijayetîya Qanûna Pîyaseya Sermayeyê hatine dadkirin û 30 sal cezayê girtinê ji wan re hatiye xwestin. Çar rojnameger jî ji ber mixalefeta li Qanûna Xwenîşandan û Meşê hatine dadkirin, 12 sal cezayê girtinê ji wan re tê xwestin.
Ji ber van hemî sûcan ji bo 201 rojnamegeran 9 caran cezayê mûebedê, 2 hezar û 273 sal cezayê girtinê tê xwestin.
Heqaret
Di dewra Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Paşiyê ya 2019ê de 33 rojnameger bi sûcên "heqaret", "heqareta li karmendên dewletê" û "îftira" hatine dadkirin. 78 sal û 9 meh cezayê girtinê ji bo rojnamegeran tê xwestin. Ji bo rojnamegerekî/ê 740 hezar cezayê pereyî hatiye dayin, du rojnamegeran beraet kiriye, Ji bo heşt rojnamegeran dozeka nû hatiye vekirin.
Di heman dewrê de bi sûcên "heqaret" û "êrîşa li mafên şexsî" 9 rojnameger hatine dadkirin. Ji wan h3 milyon û 30 hezar Lîreyên Tirkan cezayê pereyî hatiye xwestin.
Şirketeka girêdayî Bayburt Grubê doza milyonek û 500 hezar TL li Çigdem Toker a nûçegihana Cumhuriyetê kiriye. Ji bo nûçeyeka nûçegihana Cumhuriyetê Hazal Ocakê milyonek TL ceza tê xwestin.
“Heqareta li ser Erdoganî”
Kovara Le Point di berga xwe de sernavê “Qirker” (L’éradicateur) nivîsandiye û operasyona leşkerî ya li ser Rojavayê rexne kiribû. Serokomariyê aşkere kiribû ku ew ê giliyê Etienne Gernelle û Romain Gubert, rayedarên kovarê bike. Bi vê re yaseya derbarê “heqareta li ser Serokomarî” ji nava sînorê Tirkiye derket.
Di sê mehên dawiyê de ji ber nêrîn û rexneyên li ser Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, li ser hev heşt rojnameger hatine dadgehkirin. Fatih Polat û karîkaturîst Cihan Demirciyî beraet kirin. Jêpirsînnameyên nû ji bo Can Dundar, Abbas Yalçın û Sezgin Kartalî hatine amadekirin.
Dadgehkirinên Erk Acarer û Ahmet Severî berdewam kirine û di heman serdemê de 7 hezar cezayê pereyan li Adnan Bîlenî hate birin. Jêpirsîna li ser Hasan Cemal û Halûk Kalafatî bê encam maye û hatiye bidawîkirin.
Di sala 2018ê de dîsa ji ber heman xalê 38 sal û 5 meh û 4 roj cezayê girtinê (6 sal û 10 meh û 12 roj jê hatiye taloqkirin) û 35 hezar TL cezayê pereyan li 20 rojnamegeran bê birîn.
Qedexeya Wikipediayê
Di van sê mehan de heşt pirtûk hatine qedexekirin, biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê ji bo sê rojnamegeran hatiye dayîn, akredîtasyon nedani saziyek an jî rojnamegeran, heqaret li ekîbeke kanaleke televizyonê hatiye kirin, sansur li ser malpereke nûçeyan û nûçeyekê hatiye kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji ber sansura li ser Wikipediayê Tirkiye mehkûm kiriye lê ji ber ku ti rayedaran ji bo vekirina malperê kar nekiriye, sansur heta dawiya salê berdewam kiriye. Du sal û heşt meh in ku Wikipedia li Tirkiyeyê qedexe ye.
Dadgeha Destûra Bingehîn û RTUK
Di van sê mehan de Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana heft jê rojnamger deh kesan û du malperan de (Yuksekova Guncel haber û Diken) biryar daye. Li ser hev 60 hezar û 110 TL cezayê pereyan hatiye birîn. Her weha Dadgehê ew xala yasayê li dijî azadiya xweîfadekirinê nirxandiye ku dibêje heke kanalên radyo û televizyonan cezayên pereyan ên Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) biriye nedin wê weşana wan bê sekinandin. Her weha Dadgeha Destûra Bingehîn biryar girtiye ku sansura li ser Wikipediayê “binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye” ku malper ji 29ê Nîsana 2017ê û vir ve sansurkirî ye.
Di heman mehên sala 2018ê de Dadgeha Destûra Bingehîn du jê rojnameger, malpereke malperan û polîsek jî tê ji bo sê serdanan biryar dabû ku mafên wan ên azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Di encamê de Dadgehê biryar dabû ku divê mesrefên dadgehê jî tê de saziyên dewletê 8 hezar û 227 TLyan bide.
Di tevahiya sala 2018ê de Dadgehê ji bo biryar dabû ku Tirkiye mesref jî tê de 135 hezar û 881 TL pereyan bide 10 rojnameger, malperekê, rojnameyekê, bi giştî 18 kesên serî lê dabûn. Rexne li Dadgaha Bilind dihate kirin ku bi taybet ji dema hewldana derbeyê û heta niha dosyayên ne li gorî polîtîkayên desthilatdariyê zû bi zû nanirxîne.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) du jê xebatkarên şaredariyan yek jê jî çalakvanê siyasî ji bo serlêdana sê kesên li gorî Qanûna Dijterorê hatine cezakirin biryara xwe di van sê mehan de daye. Li gorî vê biryarê Tirkiye bi 16 hezar û 500 € (Li ser hev 104 hezar û 200 TL) cezayê pereyan hatiye cezakirin.
Di van sê mehan de DMMEyê dîsa ji bo rojnamegeran derbarê dosyayên azadiya xweîfadekirinê de ti biryarek nedaye. Rojnameger Bariş Pehlivan û Bariş Terkoglû û 46 xebatkarên medyayê yên hê jî bi îdiaya endamên Komîteya Çapemeniyê ya KCKyê ne tên dadgehkirin. Pehlivan û Terkoglû beriya ji doza Odatvyê beraet bikin bi awayekî kêfî 19 mehan girtî mabûn. Dîsa di van sê mehan de Dunya Mijatovic, Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê, ji bo sansura li ser Wikipediayê ji DMMEyê re nêrîna xwe şandiye. Ji ber ku rê li ber sansura kêfî vekiriye Tirkiye û Qanûna Internetê rexne kiriye.
Piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya 2016ê, di nava şert û mercên Rewşa Awarte de rojnamegeran derbarê mafên “azadî û ewlekariyê” û “azadiya xweîfadekirinê” de serî li DMMEyê dabûn. Lê Dadgehê piştî sal û şeş mehan biryara xwe dabû. Ji ber vê helwesta DMMEyê rexneyên tuj lê hatibû kirin.
Becezahiştin
Dadgeha Destûra Bingehîn di 26ê Kanûna Pêşiyê de biryar girtibû ku sansura li ser Wikipediayê binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ye. Lê Yekem Dadgeha Silh û Cezayan a Enqereyê biryara Dadgeha Destûrî pêk neaniye. Piştî biryara Dadgeha Destûrî bi çar rojan Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê serî li Yekem Dadgeha Silh û Cezayan a Enqereyê daye û gotiye “astenga li ser malperê demildest rake.”
Ji ber ku di sala 2015ê de li ber mala wî êrîş biribûn ser Ahmet Hakan, qunciknivisê rojnameya Hurriyetê 2 sal 2 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li her yek bergumanan hatiye birîn. Du bergumanan beraet kiriye. Burak Ustaoglu, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Haber-Senê bi sernavê “Heke mekanîzmayên nayên xebitandin bê xebitandin wê TRT bibe televizyona gelî” di rojnameya Evrenselê de behsa guherîna di nava TRTyê de kiribû. Ji ber vê TRTyê cezayê şermezarkirinê dabû Ustaoglûyê. Ustaoglûyî serî li dadgehê dabû. Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê ev ceza betalkiriye.
Polîsê bi navê Abdul Kose hatiye tehliyekirin ku dihate îdakirin vî kesî bi rengekî dijyasayî li 70 kesî guhdar kiriye û doz lê hatibû vekirin. Di nava van 70 kesan de rojnameger Haydar Merîç jî hebû ku gotibû ew ê derbarê Fethullah Gulenî de pirtûkeke rexneyê binivîse û piştî vê bi demekê ji holê winda bûbû û laşê wî di 18ê Hezîrana 2011ê de derdora Akçakocaya Duzceyê hatibû dîtin. Di vê dadgehkirinê de Dadgeha Istînafê biryara dadgeha herêmî betalkiribû. Piştî vê biryarê wê Koksal bi tohmeta ku “bi awayekî birêkûpêk parêzbendiya avahiyan binpê kiriye” u endamê rêxistina terorê ya çekdar e” wê ji nû ve bê dadgehkirin.
Rojnameger Ugur Mumcu di sala 1993yê û Ahmet Taner Kişlali di sala 1999ê de hatibûn kuştin. Derbarê kuştina wan de dozek bi navê Hêviyê ango Umut hatibû vekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo Ogûz Demîr, kesê bombe avêtiya û pênc bergumanên din biryara ji nû ve dadkirinê standibû. Dadkirin bi du dosyayên cida berdewam dike.
Bûyereke din a tarî ya heman demê, bombekirina navenda rojnameya Ozgur Ulkeyê li Kadirgaya Stenbolê, digel ku 25 sal di ser re boriyê nehatiye zelalkirin.
RTUK: Bildirici ixrac kiriye
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan endamtiya Faruk Bildirici, rojnamegerê xwedîtecrube betal kiriye ku Bildirici ji kontenjana CHPyê bûbû endam. Ji ber vê sedemê giliyê RTUKê hatiye kirin. Heman saziyê di van sê mehan de derbarê cezayên li ser radyo û televizyonan hatiye birîn de li ser malpera xwe ti zanyarî par ve nekirine.
Di sê mehan de 89 rojnameger ji karî hatine derxistin
Di sê mehan de 89 xebatkarên medyayê yên di rojnameya Hurriyetê de kar dikirin ji karî hatine avêtin.
Ji ber ku dahatên wan ên ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qut bûye, rojnameyên Star û Guneşê, yên nezîkî hikumetê dest ji weşana xwe ya çapkirî berdane. Ji ber vê rewşê metirsî çêbûye ku xebatkarên medyayê li wir ji kar bên avêtin.
Par di heman demê de ev hejmar 34 bû, di tevahiya sala 2018ê de 157. (EO/APA/FD/MB)