Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çend roj berê Prof. DR. Alî Erbaş, Serokê Karên Diyanetê gotinên nefretkirinê yên homofobîk gotibû. Îro jî di xutbeyên înê de kesên LGBTI+ weke hedef hatine nîşandan.
Midûriyeta Karên Olan, xutbeya înê belav kiriye ku di vê xutbeyê de kesên LGBTI+ bûne hedef. Xutbeyên înê li hemû mizgeftên Tirkiyeyê tên xwendin.
Saziya Diyanetê di xutbeyê de azadî û mafên bingehîn kiriye hedef û ji bo azadiyên zayendan wiha gotiye; “Ji bo mirovan zerar û ji bo civakê jî xirabî ye.”
Ew beşê xutbeyê wiha ye:
“Çawa ku Xwedayê mezin nîjada me, rengê me û temenê me diyar kiriye zayenda me jî diyar kiriye. Listîna bi kodên fitratê, hewldana guhertina wan taybetiyan ku ji xulqandinê tên, li dijî sunetullahê ye. Hewldanên ku midaxele li zayendê dikin û bang li bêzayendiyê dikin, ne tenê felaketa şexsan her weha ya hemû neslekî tîne.
“Tiştên ku miletan li ser lingan digirin nirxên wan ên dînî û exlaqî ne. Dema ku ev nirx tên binpêkirin, civak ji hev dikeve û xetere li ser dahata me çêdibe. Xwedayê me, me agahdar dike ku di dîrokê de gelek qewm, ji ber ku guhê xwe ji bangewaziyê re girtine, ji ber xerabûna exlakî û jirêderketinê tune bûne.
“Divê em ji bîr nekin, rêya xwedîkirina nifşekî rast ji wan rêyan derbas dibe ku divê em ciwanên xwe li dijî nêrînên jirêderketî perwerde bikin, hişyar bikin û biparêzin, di vir de berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan.” (EMK/FD)