Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tevna LGBTIyan ya Rûsyayê rêxistineka parastina mafên mirovan e. Wê daxuyaniyek daye û eşkere kiriye Rûsya li dijî kesên LGBTI tûndkar e.
Li gor daxuyaniyê di Kanûna Pêşiyê(meha 12ê) ya 2018ê hêzên ewlehiya wî welatî 40 kesên ew difikirin gey û lezbîyen in desteser kirine. Ew kesên desteserkirî, li başûrê Rûsyayê li bajarê Argunê yê Çeçenyayê ne.
Rêxistinê daye zanîn ku du kesên desteserkirî hatine kuştin.
Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê daye zanîn ku li Rûsyayê ew kesên guman heye gey an jî lezbîyen bin têne girtin, îşkence li wan tê kirin.
Li gor daxuyaniya Tevna LGBTIyan ya Rûsyayê Nîsana 2017ê, Rûsyayê zêdetirî 100 kesên LGBTI desteser kirine û sê ji wan kuştine.
(EÖ/HK/MB)
Wêne: Emnesty