Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Kesên trans li dijî helwesta malbatbûnê, exlaqê hişk û rolên zayendê ku bi destê mirovan hatiye înşakirin, her tim bûne perçeyekî civak, çand û dîroka mirovahiyê.Heta îro bi vî awayî hebûna xwe jî parastine.
Transan li her deverê dinyayê ji li dijî hişmendiya şaş û nefretê neçar mane ku berxwedana bo nasnameyên xwe bidin. Bi vî awayî li dijî astengkirina mafê wan ê herî sereke fêrî hêzdarbûn û berxwedêriyê bûn.
Ew her tim hebûn
Hin ji wan di bin lambeyên biriq yên dike de bêxew heta sibê dixebite, hinek ji wan bi bedenen xwe yên tazî di bin siya fanteziyên birçiyan de hewl didin bijîn, Hinek ji wan di nav bîrên bêdawî yên tariyê de, li kuncikan xwe vedişêrin. Hinek ji wan li dijî patrîarkaryayê û malbatê cok danî û xwe din av jiyanên din de veşartin. Lêbelê hinek ji wan li dijî nefretê jiyan, evin û berxwedanê parastin.
Wekê rengên keskesorê karîn bi yekdengî ligel hev bimînin. Di hemû dîrokê de kesên gay, lezbiyen, bîseksuel, trans, întersex, LGBTÎ her tim hebûn û wê ji vir şûn de jî hebin.
Şert û rêgezên civaka feodal û hişk, di serî de trans ji bo hemû kesên xwediyê nasnameya querê ne re mafê sereke asteng kir. Ji mafên stirbûn, xebat, perwedehî, tenduristî û jiyanî bêpar hatin hiştin.
Polîs, dewlet û medya
Li Tirkiyeyê piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980an bi taybetî ji bo transan jiyan zêdetir dijwar bû. Bi vê yekê ve êdî tundî û êrişên li dijî transan bûbû rûtîneke jiyana rojane.
Ne dikaribûn wekê her welatiyan bi serbestî derketina derve, ne jî dikaribûn li qadeke jiyanê bi awayekî azad cih bigirtana.
Jinên trans ji ber mafê xebatê li wan hate astengkirin, neçar man ku li ber otobanan kedkariya sekse bikin. Dema vê yekê dikirin mêr û polîsan li devê rê tûndî wan dikirin, li qereqolan îşkence li wan dihat kirin û di medyayê de menşetên weke “travestiyan dîsa derdor xera kirin” dihat weşandin. Ji ber van sedeman gelek trans canê xwe ji dest dan.
Hemû kes bêdeng bû
Li hemberî kuştina transan siyasetvan, rojnameger, rewşenbîr, edebiyatvan, şoreşger, jin û mêr yanê her kes xwe bêdeng kir. Çiqas dem derbasbû, qêrîna transan ew qes zêdetir bû û bi berxwedana li Kolana Ulkerê bû serhildan.
Ji wê rojê şûnde trans êdî bêdeng nebûn. Wan dîtin ku bi yekdengê zêdetir hêzdar dibin. Ji bo mafê xwe yê sereke li dijî sîstem, tundiya meran û nefetê fêrî berxwedana rêxistî bûn.
Êdî bi dengeke bilidn berz dikin: “Li dijî nefretê, her bîjî jiyan”, “Jin bi yekîtiyê ve hêzdar in!”.
Berxwedana hiqûqî ya li dijî binpêkirina maf,, kuştin û tundiyê hat dayîn berxwedana transan gihande asteke bilind. Her çiqas li dadgehan ji mêrên tundkar re ji ber “halê baş” cezayê wan hatibe kêmkirin jî, êdî transan jî fêrî mafê xwe yê makeqanûnî bûn ku xwe biparêzin.
Hande û Eylul
Di lêpirsînên derbarê kuştina transan de hin caran kujer hatin girtin, hin caran jî kujeran parastin, ser dosyeyê girtin û kirin faîlê meçhul.
Wekê girtina dosyeya Eylul Cansin ku xwe ji Pira Bogaziçiyê avête xwarê. Wekê derbarê Hande Yeter ku wê şewitandin û bi vê awayî wî kuştin de ti lêpirsînek jî nedan destpêkirin.
Hin caran derbarê bûyeran de lêpirsîn bi dawî dibin, doz tê vekirin lê dadwer biryarên transfobîk didin. Hin kes û sazî binpêkirina mafê bi vî rengî dikin kampanyaya navneteweyî û car caran encamên baş digirin. Herçiqas bi dehan gilî were kirin û lêpirsîn destpê bike jî, edalet ji bo transan di bîra bêdawî de ye.
Çîroka sê kesên trans
Em ê di dosyeya “Trans” de çîroka 3 kesên trans bi we re parvebikin. Yek ji wan li dibistanên herî baş perwede bûye û behsa înşakirina kariyera xwe dike. Yeka din kedkarê seksê ye ku ji ber zextê civakê û tundiya meran neçar maye vê karî bike.
Yekê din jî transekî kêmendam e. Bi wî halê xwe li dijî tundî û nefretê têkoşînê dike û wê behsa xwe bike ka bi wî halê xwe çawa di polîtîkayê de cih girtiye.
2 jinên trans û mêrekî trans ku peyamekê hevpar didin û dibêjin: “Ewil mafê mirovan û aşitiya civakê”. Em vê dosyeyê diyariyê hemû transên ku ji hela meran û dewletê ve hatine qetilkirin, dikin.
(MD-EU/NU/HK)
Çîroka Ewili: Ece Devrîm: Min Li Dijî Kedkariya Seksê Ya Bi Darê Zorê Gelek Ber Xwe Da
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.