Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 30ê Tîrmehê de di encama êrişa nijadperest de li Meram, navçeya Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibû qetilkirin. Piştî êrişê derbarê 9 kesî de doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê dest pê kiriye.
Di doza ku li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk hatiye de Mehmet Altun, Ali Çalik, Alî Keleş, Ali Keleşekî din, Ayşe Keleş, İbrahim Keleş, Lutfî Keleş, Ramazan Çalik, Velî Keleş û Yahya Çalik tên dadkirin.
Di danişîna îro de parêzeran xwestine dadgerê dozê were guhertin. Her weha parêzeran xwestine ku dadgeh biryara xwe bi şûn ve bigire û her du dosyeyan bikin. Dadgehê daxwaza biyekkirina her du dosyeyan qebûl nekiribû.
Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Yaşamê di danişînê de tevî gelek parêzerên, ji şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Enqere, Amed û Mêrsînê, her wiha xizmên malbata Dedeogullari, rêveberên bajêr û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên HDPê Abdullah Koç û Alî Kenanoglu û gelek kesên din jî amade bûn e.
Kujer Altun bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûye. Her 5 bersûcên din ku bi awayekî negirtî tên darizandin jî li salona dadgehê amade bûne.
Di danişînê de destûr nehat dayîn ku rojnameger telefon û komputerên xwe têxin hundir. Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kiriye.
Parêzerên malbata Dedeogullari di demên berê de xwestibûn ku dosyaya êrişa di 12ê Gulanê de hatiye kirin û dosyaya komkujiyê were biyekkirin. Lê dadgehê di danişîna berê de ev daxwaz qebûl nekiribû. Parêzer di danişînê de derheqê vê mijarê de axivîne.
Parêzer Atîla Kartî gotiye ku ew li bendê ne ku tiştên hêzên ewlekariyê û dozger nekirine, dadgeh bike û wiha domandiye: “Hewceye ev her du dosyayên di heman rojê de hatine vekirin, bibin yek dosya. Dozgeriyê peywir û rayeya xwe xerab bi kar aniye. Bêguman em ê vê mijarê de HSKê de biaxivin. Daxwaza me ew e ku biryara redkirina vê daxwaza me bê guherandin. Heke ev biryar neyê dayîn, ev tê wê wateyê ku dadgeh bêalî û xweser tevnagere û di vê rewşê de daxwaza me ew e ku dadgêrê dozê bê guherandin.”
Parêzer Kart daxwaznameya ji bo guherîna dadgêr ku ji 12 rûpelan pêk hatiye, pêşkeşî şandeya dadgehê kiriye. Çetîn Dedeogullari jî diyar kiriye ku ew jî piştgirên vê daxwazê ne.
Şandeya dadgehê ji bo gûftûgokirina daxwaza guherandina dadgêr, nîv saet navber daye.
Piştî navberê heyeta dadgehê daxwaza parêzeran ya guhertina dadger qebûl nekiriye. Bersûcan parastinên xwe kirine, bêyî ku di danişînê de parêzer û gazinker hebin şahid hatin guhdarkirin.
Piştre Keça Ayşe Keleş û xwarziya faîl Mehmet Altûn, Merve Şen diviyabû weke şahid were guhdarkirin û hevjînê xwişka Altûn Fatma Guven, Mehmet Guven bi beralîkirina dadgehê ji şahidiniyê vekişiyan. Serokê dadgehê berî ku şahid werin guhdarkirin wiha gotiye: “Mafê we yê ji şahidiniyê vekişînê heye. Hûn dixwazin şahidiniyê bikin?” Li ser vê yekê Merve Şen û Mehmet Guven ji şahidiniyê vekişiyan. Dadgehê piştî guhdarkirina şahidan, biryar da ku bersûc Ahmet Keleş ê tevlî danişînê nebûyî bi darê zorê bînin, bergiriyên şerta kontrola edlî yên bersûcên negirtî tên darizandin bidomin û girtina faîl Altûn bidome.
Dadgehê danişîn taloqî 19ê Nîsanê kiriye.
Çi bûbû?
Êrişkarên biçek di 30ê Tîrmehê de di saetên êvarê de bi ser mala malbata Dedeoglûyî de girtibûn û 7 kesên ku li malbûne qetilkirine û piştre agir berdabûn malê û revîbûn. Malbata Dedeogûllari li Kolana Hasankoya navçeya Merama Konyayê dijîn.
Bi îxbarkirina kesên derdorê ekîbên agirkujî û gelek polîs hatine cihê bûyerê. Piştî ku agir hatiye vemirandin terme Yaşar Dedeoglû, Barış Dedeoglû, Serpil Dedeoglû, Serap Dedeoglû, İpek Dedeoglû, Metin Dedeoglû û Sibel Dedeoglû ku bi çekan hatine kuştin, dîtine.
Malbata Dedeogûllari 24 sal in di heman kolanê de dijîn û di 12ê Tîrmehê de rastî êrişa komeke nijadperesta 60 kesî hatibûn. Koma nijadperest êriş bi gefên “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bîjîn” pêkanîbû. Di êrişa nijadperest de 4 jê jin 7 kes brîndar bûbûn. Piştî êrişê 10 kesên ku hatibûn girtin serbest mabûn.
Kujerê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, roja 4ê mehê hatibû girtin. Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.
Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, êrîş li wan dihat kirin.(AS/AY)