“Heke ku zimanek ji nav biçe wê pê re gelek jî tune bibe”
Tora Çavdêrîkirin, Raporkirin û Belgekirina Mafê Zimanan a ku zêdetirî ji 40 rêxistinên civaka medenî pêk hatiye 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi 12 zimanên cida û bi hevokekê pîroz kirin: “Bila hemû zimanên cîhanê pîroz e”.
“Yə tχəλ a ċəċa a.Ša ɣa-la.na.w.mə.t za bza a.wádya-ba, za λamsá dəwa.wt. Dunay ɣa t°axə´-bza ɣa a.ċʼanə za tə´t Tevfik Esenç 08.10.1992 gə´ dəwa.qʼa. Wana´ ɣafa t°axə´-bza a.bayna.wə.qʼa. A ċəċa.n Türkiye gə´ yə tχəλ a.mə.məs˙a.fa.n, a.mə.ša ɣa-la.fa.n, a.mə.tχə.fa.n. 08.10.1992 λáqʼala; š´ə.nanaw-warad, š´ə.mas˙a, š´ə.warada, š´ə.wadya.qʼa.n yə c°aɣ̅°ə. Dunay ɣa´w.bza “na´-bza ɣa´ məṡ°a” txa´ž´ š´əx! “yə´zaqʼala a t°axə´-bza a č´aqʼa´” a. qʼa´. qʼa´ Tevfik Esenç ala a č´aqʼa´”
We ev hevok xwend, we hewl da ku hûn bixwînin û fam bikin…
Halbûkî ev hevok ji wî zimanî bû ku li ser vê xakê pê dihate axivîn.
Îro li Tirkiyeyê ti kes nîne ku vî zimanî fam bike, biaxive û pê bipeyive. Tevfîk Esenç kesê herî dawiyê bû ku bi zimani ûbihî diaxî. Bi mirina wî re ev ziman binax bû.
Tora Çavdêrîkirin, Raporkirin û Belgekirina Mafê Zimanan a ku Weqfa Ragihandinê ya İPSyê jî di nav de zêdetirî ji 40 rêxistinên civaka medenî pêk hatiye 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi zimanî ûbihî pîroz kir.
“Ji bo mirovahiyê nirxên hemû zimanên dayikê wekhev in”
21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li Komeleya Mezûnên ODTUyê bi beşdariya nûnerên herî hindik 22 gelan hate pîrozkirin. Ji Agosê Patrak Estukyan, ji bianetê rojnameger Nadire Mater, rojnameger Tugrul Eryilmaz, ji Torê Bulent Bilmez, Erdoğan Yilmaz, Elif Yıldız, Meral Çare, Gul Hür, Eyyup Subaşi, Ayça Atçi jî beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûn. Li ser navê Torê Meral Çare metna bi tirkî xwend:
“Em wek pêkhateyên Tora Çavdêrîkirin, Belgewarkirin û Raporkirina Mafên Zimanî, Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ya 2020î, bi daxuyanîyekê pêşwazî dikin ku bi zimanê gelê ûbih hatîye nivîsîn; ev gel ji Qefqasyayê bo xaka Împaratorîya Osmanî hatîye nefîkirin. Kesên ku ev metn nivîsîne û yên ku îmzeya wan di bin vê metnê de hene jî tê de, îro, tu kes wergera ûbihî ya vê daxuyanîyê nikare bixwîne û fam bike. Ji ber ku ev ziman bi mirina Tevfik Esenç di 8ê Cotmeha 1992yan de, ku mirovê herî dawî bû yê bi vî zimanî diaxivî, binerd bû.
“Xwedî li hemû zimanan derkevin”
“Me zimanekî xwe tevî mesel û zêmar û lorîyên wî ji dest da li ser van erdan. Ew bikerên civaka sîvîl ku li ser zimanên cîyawaz û/yan li ser pir-rengîya zimanî xebatan dikin û di mijara girîngî û wateya zimanê dayikê de hestyar in, ji bo ku hevgirtin û hevkarî û dostanîya di navbera wan de hatibû destpêkirin pêşve biçe, bi boneya 21ê Sibatê hatin ba hev ku ev roj ji hêla UNESCOyê ve di 17ê Mijdara 1999an de wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hatîye ragihandin.
“Em beşdariyê li bernameyan bikin”
Em wek pêkhateyên toreka ku dê bi beşdarên nû berfireh bibe, gazî her kesî dikin ku bila ji nêz ve her cure binpêkirin û destkeftên têkildarî mafên zimanî bişopînin û rêzê li hemû zimanên dayikê bigirin û xwedî li wan derkevin. Îro ku em bi bangewazîyekê pêşwazîyê li vê roja watedar dikin, di serî de em dixwazin girîngîya maddî û manewî û nirxê bêhempa yê zimanên jinavçûyî, zimanên di bin xetereyê de û zimanên kêmaran û ya hemû zimanên dayikê ji bo mirovahîyê dupat bikin. Ji bo ku hemû astengîyên li ber zimanan rabin û her takekes bikare bi zimanê xwe yê dayikê çawa dixwaze wisa jîyana xwe berdewam bike û ji bo ku pir-rengîya zimanî wek garantîya pêkvejîyana aştîyane bihê dîtin, em wê yekê dixwazin û piştgirîya wê yekê dikin ku pirrengî di her warê jîyanê de serwer bibe.
“Em wek pêkhateyên torekê ku xebatan li ser zimanê xwe yê dayikê dikin an jî xebatan li ser pir-rengîya zimanî dikin, her kesa/ê ku herî kêm xwedî zimanekî dayikê ye bangewazîyê li wê/î dikin ku bila hestyar be di mijara binpêkirinên mafî yên zimanê xwe yê dayikê de û bila tê bikoşe ji bo destkeftên nû. Ji bo domdarkirina vê hestyarî û têkoşînê, em piştgirîya wan xebatan bikin ku bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê têne kirin û beşdarî wan çalakîyan bibin ku dê bêne çêkirin! ‘Roja Zimanê Dayikê” ya hemû zimanên cîhanê pîroz be!”
“Bila roja hemû zimanên dayikê yên li cîhanê pîroz be”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji bo 22 zimanan hatiye wergerandin nûnerên zimanên abazayî (abhazî- lehceya apsuayî), adigeyî (Rojava), adigeyî (Rojhilat), erebî, arnawûti, ermenkiya rojava, gurcikî, hemşînkî, kurmancî, lazî, rûmî, zazakî bi zimanên xwe gotin “Bila roja hemû zimanên dayikê yên li cîhanê pîroz be”.
“Tor raporên dersên zimanê dayikê amade dike”
Prof. Dr. Bulent Bilmez, dersdarê Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê ji bianetê re behsa Torê kir û wiha got:
“Piştî du komxebatan em di Îlona 2019ê de civiyan. Ji hêla aktorên cida ên weke komele, weşanxane, kovar, weşanxaneyan ve hate avakirin. Ya rast hê tê avakirin. Ji ber ku hê nehatiye avakirin. Em behsa wê pêvajoyê dikin ku hê berdewam dike.
“Niha li pêşiya me karek heye. Em di serî de raporan derbarê dersên zimanê dayikê de amade dikin. Raporek me heye ku em dixwazin bigihêje sala nû ya perwerdeyê. Derbarê kalîteya dersan de ye. Her weha xebatên me yên derbarê mafên zimanan û agahdarkirinê de hene.”
Ziman
Wergêr
Kesê/a xwend
1
Tirkî
-
Meral Çare
2
Abazayî (Abhazkî - Lehçeya Apsua)
Ahocba İrfan Okuyucu
Zafer Süren
3
Adigeyî (Rojava)
Rojnameya Jınepsê
Osman Aydın
4
Adigeyî (Rojhilatî)
Rojnameya Jınepsê
Saniye Boran
5
Erebî
Ahmad Zakaria
Ufuk Sultanoğlu
6
Arnawûtî
Kamil Bitiş
Bülent Bilmez
7
Ermenkiya Rojava
Can Erzurumluoğlu
Can Erzurumluoğlu
8
Gurcikî
Navenda Ziman a Gurcuyan
Fehmi Uzal
9
Hemşînkî
Hikmet Akçiçek
Cemil Aksu
10
Kurmancî
Eyyüp Subaşı
Bahattin Akhan
11
Lazî
İrfan Çağatay
İrfan Çağatay
12
Rumî
Danai Palakoğlu, Vasiliki Hristodulu
Danai Palakoğlu
13
Zazakî
Cemal Taş
Cemal Taş
Kesên ku îmze dane
Pêveka Ermenkî ya Agosê, Komeleya Gîhandin a Dibistanên Aramyanî, Meclîsên Ciwanan ên Elewiyên Ereb, Weşanxaneya Arasê , Weşanxaneya Avestayê, Platforma Avlaremozê, Bianet, Ehliddar, El Amaneser, Gazete Sabro, Komeleya Çand Ziman û Dîrokê ya Gor Hemşinê, Navenda Ziman a Gurciyan, Malpera Nûçeyan a Gurciyan, Navenda Çandê ya Gurciyan, Komeleya Lêkolîn û Jiyandin a Çanda Hemşinan, Weşanxaneya Heyamolayê, Weqfa İsmail Beşikciyî, Meclîsa Elewiyên Ereb li Stenbolê, Komeleya Çandê ya Kafkasan li Stenbolê, Weşanxaneyaİstosê, Rojnameya Jınepsê, Federasyona Komeleyên Kafkasan, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Çandê ya Lazan, Pirtûkxaneya Medyayê, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Hunera Mezopotamyayê, Kovara Mizage, Nor Zartonk, Kovara Ogniyê, Weşanxaneya Peywendê , RUMVADER, Navenda Lêkolîna Çandê ya Sefaradar, Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Şamilî, Federasyona Komeleyên Suryaniyan, Koma Lêkolînê ya Çandên Tirkiyeyê, Kovara Uncire, Vejiyaişê Tiji (Weşanxaneya Tij ), Weşanxaneyê Vateyî, Komeleya Jiyan Bîr û Azadiyê, Navenda Bîrê ya 1864ê.
bianet kadın ve LGBTİ+ haberleri editörü (Ekim 2018- Şubat 2025). bianet stajyerlerinden (2000-2001). Cumhuriyet, BirGün, DİHA, Jinha, Jin News, İMC TV için muhabirlik yaptı. Rize'de...
bianet kadın ve LGBTİ+ haberleri editörü (Ekim 2018- Şubat 2025). bianet stajyerlerinden (2000-2001). Cumhuriyet, BirGün, DİHA, Jinha, Jin News, İMC TV için muhabirlik yaptı. Rize'de yerel gazetelerde çalıştı. Sivil Sayfalar, Yeşil Gazete, Journo ve sektör dergileri için yazılar yazdı, haberleri yayınlandı. Hemşin kültür dergisi GOR’un kurucu yazarlarından. Yeşilden Maviye Karadenizden Kadın Portreleri, Sırtında Sepeti, Medya ve Yalanlar isimli kitaplara katkı sundu. Musa Anter Gazetecilik (2011) ve Türkiye Psikiyatri Derneği (2024) en iyi haber ödülü sahibi. Türkiye Gazeteciler Sendikası Kadın ve LGBTİ+ Komisyonu kurucularından. Sendikanın İstanbul Şubesi yöneticilerinden (2023-2027). İstanbul Üniversitesi Avrupa Birliği ve Bilgi Üniversitesi Uluslararası İlişkiler bölümlerinden mezun. Toplumsal cinsiyet odaklı habercilik ve cinsiyet temelli şiddet haberciliği alanında atölyeler düzenliyor. Şubat 2025'den bu yana kadın haberleri editörü olarak çalışıyor.
Xwendekarên zanîngehê li ber Cevahîr AVMyê hatin desteserkirin
Xwendekarên zanîngehê yên ku ji bo ber bi Parka Maçkayê ve bimeşin li ber Cevahîr AVMê kom bûn, hatin dorpêçkirin û polîsan gelek ji wan desteserkirin.
Bi armanca protestokirina desteserkirin û girtina Ekrem Îmamoglû, xwendekarên zanîngehê li ber Cevahîr AVMya Mecîdiyekoy a Stenbolê kombûn û xwestin bimeşin Parka Maçkayê.
Polîsan xwendekarên zanîngehê yên li ser banga Koordînasyona Zanîngehên Stenbolê kom bûn desteserkirin. Bi sedan xwendekar li qadê hatin cem hev û dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Polîs, sîmîtan bifiroşe, bi rûmet bijî", "Em ne terorîst in, em xwendekar in", berz kirin.
Polîsan li derdorê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin û ji ciwanên ku li ber AVMyê kom bûn re gotin, "Maskeyên li ber devê xwe rakin. Ji qadê belav bin. Heke hûn belav nebin dê mudaxele bê kirin û lêpirsînên qanûnî yên pêwîst bên pêkanîn."
Cevahir AVM önünde toplanan kitleye, polis müdahale etti. Polis yüzlerindeki maskeleri çıkartmaya gençleri gözaltına aldı.
Piştî anonsa polîsan komeke ciwanan yuh li polîsan kişand û komeke din jî ji qadê derketin. Polîsan xwendekarên zanîngehê yên ji qadê derneketin dorpêçkirin. Piştî dorpêçkirinê rojnameger ji qadê hatin derxistin.
Cevahir AVM önünde toplanan kitleye, polis müdahale etti. Polis yüzlerindeki maskeleri çıkartmaya gençleri gözaltına aldı.
bianet muhabiri (Ağustos 2023). Atölye BİA 5-9 Ekim 2022 "Temel Gazetecilik Atölyesi" katılımcısı. Maltepe Üniversitesi Gazetecilik Bölümü'nü bitirdi. Aynı üniversitede, Siyaset Bilimi ve Uluslararası İlişkiler...
bianet muhabiri (Ağustos 2023). Atölye BİA 5-9 Ekim 2022 "Temel Gazetecilik Atölyesi" katılımcısı. Maltepe Üniversitesi Gazetecilik Bölümü'nü bitirdi. Aynı üniversitede, Siyaset Bilimi ve Uluslararası İlişkiler Bölümü'nde çift anadal yaptı. Halkevleri 12. Halkın Hakları Basın, Sanat ve Dayanışma Ödülleri sahibi.
Wezîrê Navxweyî Yerlîkaya: Hezar û 879 kes hatine desteserkirin, 260 kes jî hatine girtin
Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya aşkere kir ku di çalakiyên piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dest pê kir de bi giştî hezar û 879 kes hatin desteserkirin.
Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya, têkildarî çalakiyên ku bi desteserkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû re dest pê kirin daxuyanî da.
Yerlîkaya îdia kir ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel "banga daketina kolanan" kiriye û got, "Piştî vê bangê pêvajoyeke ku gefê li aramî û ewlehiya welatê me dixwe, hat jiyîn. Di vê pêvajoyê de hewl hat dayîn ku siyaseta kolanê were rewakirin."
Yerlîkaya di daxuyaniyê de weha gotiye, “Piştî van çalakiyên dawî hezar û 879 gumanbar hatin desteserkirin. 260 ji wan hatin girtin. Ji bi 468 kesan biryara şertê kontrola edlî hat dayîn. Karên hiqûqî yên 662 kesan didiomin. 150 polîsên me birîndar bûn."
Baroya Stenbolê duh (26ê Adarê) ragihand ku tenê li Stenbolê ji 21ê Adarê û vir ve 447 kes ku 20 ji wan zarok in hatine desteserkirin û ji wan girtiyan 177 kes hatine girtin.