Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Buse Aydin girtiyeka trans e. Wê xwestiye laşê xwe li gor nasnameya xwe ya zayendî biguhere.
Di rapora Tiba Edlîde hatiye diyarkirin ku “emeliyata wê pêwîst e.” Wezareta Dadê daxuyandiye ku divê Buse bi xwe heqê emeliyata xwe bide.
Girtîgeha ew tê de rê nedaye vê yekê. Ji ber wê, Buseyê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Parêzera Buse aldinê, Eren Keskînê ji bianetê re da zanîn ku ew ê dozê li Wezareta Dadê veke.
Buse Aydinê ji ber ku xwestibû bê emeliyatkirin û ev daxwaza wê hatinbû asatengkirin wê organê xwe yê zayendî jê kiribû.
Buse Aydinê 25ê Îlonê nameyek ji bianetê re şandibû, wê di nameya xwe de gotibû:
"Ez çûme Nexweşxaneya Samatyayê. Urolojiyê qet guh neda. Doktorî got 'cara yekê ye ku ez transseksuelekê dibînim'. Yekser min ji ser serê xwe şand. Plastîk Cerrahiyê li min guhdar kir û min miayene kir. Min şand nexweşxaneya li Çapayê. Ez çûm Çapayê. Urolojiyê guh li min nekir. Min şand Androlojiyê. Plastîk Cerrahiyê jî ez şandim bal Urolojiyê. Şand Androlojiyê. Doktor bi min re neaxivî. Tenê di pencereyê de bi karmendan re axivî û xwest ku rewşê fam bike. Wan jî min şand Androlojiyê. Ez nizanim wê Androlojî guh bide min an na. Qet hêviyên min nemane. Rewşa min gelekî xirab e. Êdî mecala min nemaye. Min gotibû, 'heke nehêlin ez ameliyat bibim ez ê xwe bikujim'. Min gotibû, 'heke pêvajoya ameliyatkirina min dirêj bike ez nikarim misoger bikim ku ez ê xwe nekujim'. Hindik maye tenduristiya laşê min, her weha tenduristiya giyanê min têk biçe. Heke ku di demeke kurt de ez neyêm emeliyatkirin ez ê xwe bikujim. Ez ê dawiyê li jiyana xwe bînim. Di eslê xwe de ez naxwazim behsa xwekuştinê bikim. Lê ji bo 'peywendîdar nebêjin me nizanîbû wê wisa bibe an jî me texmîn nedikir', ez dixwazim di serî de behsê bikim."
(EMK/MB)