Dadgeha Qanûna Bingehîn: “Mafê xwedaniyê hatiye binpêkirin”
Dema lêpirsîna cezayan dihat kirin, hêzên ewlehiyê dest danîne berhemên tekstîlê yên karsazekî. Dadgeha Qanûna bingehîn diyar kiriye ku “mafê xwedaniyê hatiye binpêkirin.”
Dema lêpirsîna cezayan dihat kirin, hêzên ewlehiyê dest danîne berhemên tekstîlê yên karsazekî. Wî ji dozê beraet kiriye. Malên wî lê hatine wergerandin lê zerer lê hatiye kirin.
Dadgeha Qanûna bingehîn diyar kiriye ku “mafê xwedaniyê hatiye binpêkirin, ji bo midaxele bi pîvanan bê kirin divê zerera li mal û milkan hatî kirin bê dayin.”
Ji beriya 4 salan...
Hêzên ewlehiyê sala 1999ê dest danibûn ser malên tekstîlê yên karsazekî. Li ser karsazê bi navê O.N.G. bi sûcê “kaçaxçîtîya li sînorên navdewletî” lêpirsîn hatiye vekirin û hêzên ewlehiyê dest daniye ser malên wî.
Xwediyê malî, li Dadgeha Izmîrê doz vekiriye. Dadgehê biryar dayeku malên wî lê hatine wergerandin. Lê zerer li malên ku ji sala 1999ê heta 2003yê di destên hêzên ewlehiyê de mayîn bûye wî doz li Dadgeha Qanûna Bingehîn vekiriye.
Boğaziçi Üniversitesi Felsefe Bölümü mezunu. Mimar Sinan Güzel Sanatlar Üniversitesi Sosyoloji bölümünde yüksek lisans yaptı. Vatan, Akşam, HaberTürk ve Hürriyet gazetelerinin yazıişleri ve dış haberler...
Boğaziçi Üniversitesi Felsefe Bölümü mezunu. Mimar Sinan Güzel Sanatlar Üniversitesi Sosyoloji bölümünde yüksek lisans yaptı. Vatan, Akşam, HaberTürk ve Hürriyet gazetelerinin yazıişleri ve dış haberler bölümünde çalıştı. Güncel Hukuk dergisinde yazıları yayınlandı. BirGün’de Anonim adlı köşeyi yazıyor. 2011’den bu yana bianet’te İnsan Hakları Editörü.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de di roja Îniya 17ê Kanûna Paşiyê de li Stenbol, Mêrsîn û Wanê 6 rojnameger hatin desteserkirin.
Rojnameger bi daxwaza girtinê ji bo dadgehê hatin şandin.
Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekîn ên ku li Stenbolê hatibûn desteserkirin, birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Îfadeyên rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê û rojnameger Vedat Oruç ê li Mêrsînê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn desteserkirin jî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) hatin girtin.
Dozger, bêyî îfadeyên rojnamgeran bigire bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeriya Cezê û Aştiyê kir.
Dadgeriyê, ji bo her 6 rojnamegeran jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da.
Nivîskar Takuhî Tovmasyanê di bîranînê de axivî û got, "Li naverasta Stenbolê li pêş çavên me hemûyan rojnamegerekî Ermenî qetil kirin. Sûcê wî eşkere bû: Ji mirovan hes dikir, ji demokrasî û mafên mirovan hez dikir, ji azadiya derbirînê bawer dikir û ew jî têr nekir ji bo her du gelan aştî diparast.”
Berpirsê Weşana Giştî yê Agosê Hrant Dînk, duh di 18. salvegera qetilkirina xwe de li ber Apartmana Sebatê bi merasîmekê hat bîranîn.
Ji saet 14:00 û pê ve kolana Halâskargazî ji bo merasîmê li trafîkê hat girtin. Girseya gel bi dirûşma "Em li vir in Ahparîng" berbi qada merasîmê meşiyan.
Girseyê pankartên bi nivîsên "Rastî", "Jiyan", "Hesret" û "Bîr" yên bi Kurdî, Ermenî û Tirkî hatine nivîsandin, hilgirtin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê, Hevsera Tahîr Elçî Turkan Elçî, dayika Berkîn Elvan Gulsüm Elvan, parlamenterên DEMê Partiyê Cengiz Çandar, Ayşegul Dogan, Meral Danişbeştaiş, Celal Fırat, Ozgul Saki, Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan, hevsera Ahmet Kaya Gulten Kaya, Parlamentera berê ya HDPê Sebahat Tuncel, Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê CHPê yê Stenbolê Ozgur Çelîk, Seroka berê ya CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglu, Şaredarê Şişliyê yê CHPê Resûl Emrah Şahan û Şaredarê Bahçelîevlerê Hakan Bahadir û gelek navên din beşdarî bîranînê bûn.
Di çarçoveya çalakiya bîranînê de li ser apartmana Sebatê posterê Hrant Dînk bi nivîsa "Bîr, rastî, jiyan, hesret: 18 sal in" hat daliqandin.
Ji saet 15:00 û pê ve bernameyê dest pê kir. Girseyê li cihê Hrant Dînk lê hat qetilkirin li ber Apartmana Sebatê qurnefîl danîn û dua kirin.
Di bîranînê de girtiyên Geziyê, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag nehatin jibîrkirin. Her weha di bîranînê de nameya Çîgdem Materê ku ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê şandibû Tulîn Ozerê xwend.
Nameya Osman Kavala jî lîstikvan Eraslan Saglamê xwend.
Axaftina bîranînê nivîskar Takuhî Tovmasyanê kir. Tovmasyanê diyar kir ku ew ji aştiya Ermenistan û Tirkiyeyê bi hêvi ye:
"Li naverasta Stenbolê li pêş çavên me hemûyan rojnamegerekî Ermenî qetil kirin. Sûcê wî eşkere bû: Ji mirovan hes dikir, ji demokrasî û mafên mirovan hez dikir, ji azadiya derbirînê bawer dikir û ew jî têr nekir ji bo her du gelan aştî diparast.”
Haziran 2018'den bu yana bianet muhabiri. 2013'te bianet'te staj yaptıktan sonra bianet'in projelerinde de yer aldı. Expression Interrupted, susma24.com, Jıneps, Inside Turkey, tol.org gibi platformlarda...
Haziran 2018'den bu yana bianet muhabiri. 2013'te bianet'te staj yaptıktan sonra bianet'in projelerinde de yer aldı. Expression Interrupted, susma24.com, Jıneps, Inside Turkey, tol.org gibi platformlarda haber ve makaleleri yayınlandı. İfade özgürlüğü alanında birçok haber ve makaleye görüş verdi. Yazıları İngilizce başta olmak üzere Fransızca, İtalyanca ve Çerkesceye çevrildi. 8 Mart 2018’deki Feminist Gece Yürüyüşünde çektiği fotoğraflar İstanbul Büyükşehir Belediyesince sergilendi. 27. Metin Göktepe Gazetecilik Ödülünü kazandı. Erciyes Üniversitesi Gazetecilik mezunu.