Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di pelên salnameyê 16ê Îlona 2023yan nivîsiye.
Polîsên exlaqparêz (Gaşt-e Erşad) beriya niha bi salekê Jîna Mahsa Amîniya 22 salî ya ji bajarê Seqizê, qetil kir.
Piştî qetilkirina Jînayê, li Rojhilatê bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî”yê çalaki dest pê kirin û paşê ev çalaki li tevahiya Îranê belav bûn. Çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî”yê hevsenga Îranê li binguhê hev xist.
Me pirsên xwe yên derbarê çalakiyên ji bo Jînayê û encamên wê de arasteyî Sosyolog Hewjîn Beqaliyê kir. Beqalî li Fransayê di Ecole des Hautes Etudes en Sciences Sociales / EHESSê de dixebite.
Ne daxwaz an jî diyalog lê şoreş e
Di sala 2017an de gel li dijî zêdebûna bihayên kelûpeyan û enflasyona bilind çalakiyên protestoyî li dar xistibûn. Di dema çalakiyên ji bo Jînayê de, bêhtir gotina “şoreş”ê li ser lêvê çalakvanan bû. Ev tişt çawa pêk hat?
Piştî şerê Îran û Iraqê, sipahe pasdaran hêdî hêdî aboriya Îranê kontrol kir. Îro em dibînin ku aboriyeke mafya di destê sepahê de ye. Lewra em dikarin bêjin ku bi dehan sal e Îran di krîza aborî de ye. Bi cezayên navdewletî ev krîz bêkontrol bûye. Îro em di heman demê de paşveçûn û enflasyon heye. Enflasyona îsal heta %50î zêde bûye.
Ji sala 2017an vir ve, têkiliya di navbera gel û hukûmetê de bi tevahî guherî. Li Îranê êdî daxwazên gel li hember hikûmetê nemane, diyalog di navbera her duyan de çênebû û niha piştî serhildana Jîna tenê daxwaza şoreşê ye. Peyva şoreşê di eslê xwe de nirxê xwe ji nû ve girtiye.
Bi dîtina min, ev tişta ku gelê Îranê di vê serhildanê de bi dest xist. Ji bo welatekî ku berê şoreşeke neserketî hebû û şoreş bû wek heqaretê, îro jî xewnek e. Em diwêrin careke din li ser şoreşê bifikirin. Bi dîtina min ev guhertin ne tenê ji bo Îranê ye, ji bo welatên Rojhilata Navîn jî gelek girîng e.
Ji bo rejîmê tekane rêya ‘çareseriy’ heye: Zêdekirina zextan
Baş e, gelo vê krîzê bi heman rengî û hêzê bandora xwe li tevahiya erdnîgariya Îranê kir? Îro rewş çawa ye?
Îran bi krîzeke mezin a ekolojîk re rû bi rû ye ku xizaniyê zêde dike. Ji ber merkezîbûna desthilatdariyê ji aliyê zilamên Şîe-Fars, Kurdistan her tim yek ji herêmên herî kêmderfetî û peravêzxiraw (marginalized) bû. Ji ber vê yekê jî di vê qeyranê de Kurdistan û navçeyên belengaz wekî Belûçistan û Erebistan e yên ku zêdetir xerap bu. Lê ev herêmên ku navendên serhildanê ne. Xizanî mirovan ji bo protestoyê seferber dike. Li Kurdistanê taxên feqîr, bûn navendên serhildanê. Li hemberî van qeyranan, hikûmetê tenê yek çareserî heye: Zêdekirina zextan. Bi boneya salvegera serhildana Jînayê, hemû bajarokên Rojhalatê milîtarîze kir. Bi dehan femînîst, aktîvîst, rojnameger û malbatên şehîdan girtin. Rojhalat niha ji aliyê Artêşa Komarê ve hatiye dorpêçkirin.
Serhildana Jinayê serhildaneke intersectional-feminist e
Pirsgirêkên civakî li Îranê gelekî zêde ne û her difûre Gelo gel li Rojhilat û Îranê ji bo van xwenîşandanan çi difikire? Tu dikarî bi çavê sosyologekê ji be re serhildana Jînayê şîrove bikî?
Rojhalat jî mîna parçeyên din ên Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj a berxwedanê ya li dijî hêzên navendî ye. Xelkê Rojhalatê tenê çend hefte piştî şoreşa 1979an ji Komara Îslamî re 'NA' gotin û hîn jî keleha berxwedanê û heta penageha xwepêşandanên Farisan bû. Di vê serhildanê de hê jî navenda berxwedanê bû û ev helwest ne tesadufî bû. Serhildana Jîna, serhildaneke intersectional-feminist e ku sê aktorên sereke hebûn: Jin, gelên bindest û kedkar. Bi saya dîroka xwe ya siyasî, Kurdistan cihekî pir baş bû ku van her sê aktoran bi hev re bicivîne.
*Fotograf: AA
Di nav farisan de du meyl hebûn: Yek ku xwe wek çepên şoreşger nîşan dide (xwendekar, femînîst, partiyên siyasî yên çep ên biçûk) ew meyl hewl dide ku bi kurdan re tifaqê bike, lê neteweperestiya Îranî her dem rê nade ku bi hêsanî vê yekê bike. Yek meyla din, meyla neteweperestiyê (piranî li dîasporayê) ku parastina yekparçeyiya xakê (ku sembola çewisandina gelên ne fars e) daxwaza wê ya herî girîng e. Tenê binavêtin (subversion) dixwazin lê ne şoreşê (revolution).
"Îslama siyasî li Îranê desthilatdarî girtiye û wê li Îranê jî bi dawî bibe"
Hîcaba bi darê zorê û polîsên exlaqparêz li Îranê gav tên nîqaşkirin. Projeyasayeke nû hate amadekirin, gelo vê çi guhertin çêkirin?
Hîcaba bi darê zorê beriya her tiştî sembola Îslama siyasî ye. Jinan li Îranê ew şewitandin. Ez dikarim bibêjim Îslama siyasî li Îranê desthilatdarî girtiye û wê li Îranê jî bi dawî bibe.
Hicab ji bo Komara Îslamî wek şêweyekî Îslama siyasî esas e û nayê guftûgokirin. Rast e, demekê piştî kuştina Jînayê, polîsên exlaqî rakirin. Lê piştî çend mehan dîsa jî me ew bi taybetî li kolanên Tehranê dîtin. Niha pir hindik e, lê parlementoyê qanûna nû ya hicaba zoremilî derxist ku ji polîsên exlaqî xeternaktir e. Li gorî vê qanûnê, jinên ku hicabê negirin, dê ji xizmetên îdarî bêpar bimînin, şîrketên wan ên bazirganiyê bên girtin, xwaringeh û kafeyên ku jinên bê hicab qebûl dikin dê destûra xebatê winda bikin û bêne girtin. Gelek tiştên din. Ji ber vê yekê, em bi apartheidê jinan re rû bi rû ne. Lê jin bi tundî li ber xwe didin, em her roj jinên bê hijab, li kolanên Kurdistanê heya kolanên Tehranê dibînin. Welat get venagere berê Îlona 2022an.
Çalakiyên ji bo Jînayê
"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn.
(NT/FD)