Fotograf: Fethullah Çelik - Amed 2021
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
LGBTI+yan aşkere kiriye ku di dema Newroza Amedê de koma alîgirên Amedspor Direnişê êrîşa homofobîk aniye ser wan.
Piştî ku LGBTI+yan ev rewş aşkere kirin Amedspor Direniş, Koma Barikatê û Mor Barîkatê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî dane û gotine ew îdia ne rast in.
Ofîsa Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê jî bal kişand ser daxuyaniya Amedspor Direnişê.
Amed Newroz alanında Amedspor Direniş Taraftar Grubu üyelerinin saldırısına uğrayan LGBTİ+’ların Velvele’ye gönderdikleri ifşa metni. https://t.co/bi28nnTzYa
— velvele (@velvelemelvele) March 21, 2021
“Xwestin me lînc bikin”
Yek ji endamên LGBTI+yan yên rastî êrîşa homofobîk hatin wiha behsa bûyerê kir: “Ji bo Newroza 2021ê em li qadê bûn. Dema me ala xwe ya Keskesor vekir kesek her carê hate ba me û xwest ku em ala xwe daxin. Pêşiyê me danexist. Paşê got ‘fotografê xwe bikişînin û biçin ji vir’. Me got ‘temam’. Piştî me fotograf kişandin êrîşî me kirin. 15 kes hebûn ku êrîş kirin. Ti kesî alîkarîya me nekir. Kesekî ji Dîrenîşê li hevaleke me xist. Em mecbûr man ku ji qadê derkevin. Xwestin me lînc bikin.
“Em ê ji qadê derketana. Dema me xwest em cara duyan alê biind bikin me dorpêç kirin. Ji bo em alê bilind nekin û ji qadê derkevin em dorpêç kirin. Piştî bûyerê ji bo em ji qadê derkevin ti zordariyeke laşî li me nebû lê zordariya psîkolojîk li me kirin. Heke me al careke din hilda wê me bi darê zorê ji qadê biavêtana. Li bendê bûn ku em derkevin.
Fotograf: Ciwan Veysel - 2020 Newroza Amedê
“Her tişt di navbera 10-15 deqîqeyan de pêk hat. Herkesên li derdora me li me dinêrîn lê kesî midaxele neda me. Xirecireke mezin nebû lê herî hindik 15 kes hebûn. Me di wê demê de fotograf nekişand. Lê heke ez bixwazim kesê êrîşkar bidim nasîn, tûla wî metro û 80 santîm bû. Esmer bû û riha wî hebû. Bûyer saet li derdora 12.00-12.30 deqîqeyan pêk hat. Em saet li derdora 13.00-13.30 deqîqeyan ji qadê derketibûn.”
“Divê him komîteya amadekar him jî koma Direnişê aşkere bibin”
Aktivîstek ji LGBTI+yan ku newxest navê xwe aşkere bike wiha behsa pêşketinên piştî vê bûyerê kir:
“Serokê Koma Direnişê xwest bi aktivîsta re hevdîtinê bike û lêborînê ji wan bixwaze. Kesên tundkarî li wan hatibû kirin gotin ku ew dixwazin hinekî li ser vê bûyerî bifikirin. Gotin ‘helbet em ê lêborînê qebûl bikin lê hewce dike em bi daxuyaniyekê vê rewşê aşkere bikin. Divê him komîteya amadekar him jî koma Direnişê îfşa bibin.’ Ji bo vê metnek hate amadekirin. Min û hevalên xwe ji bo nexwest em nasnameyên xwe aşkere bikin, me metna navborî şand ji ‘Velveleyê’ re. Min got em dixwazin bi fotografekî anonîm were weşandin.
“Me kirin dijminê gelî”
“Em, LGBTI+ her gava ku me xwest li qadan dengên xwe bidin bihîstin û hebûna xwe bi rengên keskesorê nîşan bidin, rêxistinên mafparêz ên li dijî cidakariyê jî me pelixand. Di van salên ku em di nava zor û zehmetiyan de derbas dibin me îtîrazên xwe bi baldarî dianî ziman. Li dijî wan kesên ku me bi hev re têkoşîn dikir gotina xwe bi dengekî bilind negot. Ji ber vê rewşê ji wan heye rewş gelekî baş e, bi vê bûyerê re me kirin dijminê gelî. Êdî bes e!”
Piştî ku nûçe hate weşandin Koma Direnişê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.
ZORUNLU AÇIKLAMA!
— AMEDSPOR Barikat⭐ (@antifabarricade) March 21, 2021
1- Bugün Amed newrozunda yaşanan sözde Amedspor taraftarları lgbti'lere saldırdı söylemleri bizleri üzmüştür. Olayı duyduğumuz andan itibaren araştırma yapıp olayın somut yönlerini bulmaya çalıştık saldırıya uğradığını iddia eden açıklama yapan sayfa ile +++
Komê ji aktivîstên LGBTI+ xwest ku bi delîlan û fotografan tundkariyê nîşan bidin.
Li ser vê daxuyaniyê aktivîstan jî wiha got: “Piştî van nîqaşan me got gelo em fotografên nîşaneya derbkirinê diyar dikin bişînin an na. Lê paşê me got hewce nake. Digel ku navê koma Amedspor Barikatê nebû jî wan jî fotograf û vîdeo ji hevalek me xwest. Dema ji wan re got hewce nake, koma Amedspor Barikatê ev weke helwesteke tund şîrove kir û bûyer kirin bûyereke şexsî. Di daxuyaniya xwe de hemû LGBTI+yên Amedî weke xayîn nîşan dan.”
Piştî wan Mor Barikata ku ji alîgirên jin pêk tên jî li ser hesabê xwe yê medyayê daxuyaniyek weşand û Trans+ Dîren kirin hedef.
KAMUOYUNUN DİKKATİNE!
— Mor Barikat #UyuşturucuyaSon (@MorBarikat) March 22, 2021
Kuruluş günümüzden bugüne Amedspor tribünlerinde başlayan kadın devrimi her türlü cinsiyetçiliğe ayrımcılığa karşı bir duruştur. Büyük bedeller ödeyerek geldiğimiz bugünlere ne yazık ki dün Amed newrozunda yaşanan bir olay gölge düşürmeye çalışmıştır.+++
Çapemeniya HDPya Amedê daxuyaniya Direnişê ji me re şand
Vedat Dag, yek ji karmendên Ofîsa Çapemeniyê ya HDPya Amedê li ser pirsa me got ku “Helwesta partiya me ya li hemberî LGBTI+yan diyar e û ne rast e em di ser partiyê re vê mijarê nîqaş bikin.” Dagî diyar kir ku ji ber qerebalixiya zêde ya li qadê û kêmbûna wezîfedaran midaxele pêk nehatiye lê li qada Newrozê bûyer şermezar kirine. Dagî her weha daxuyaniya serokê Komîteya Amadekar a li ser hesabê xwe yê Twitterê ji me re şand û wiha dewam kir: “Daxuyaniya hewce dike koma Direnişê li ser Twitterê kir.”
Fotograf: Ciwan Veysel - 2020 Newroza Amedê
Li Vîenê jî êrîş kirine
Li Newroza Vîen, paytexta Awistiryayê jî êrîşa homofobîk li aktivîstên LGBTI+ kirine. Yek ji wan kesên êrîş lê hatiye kirin ev zanyarî dan: “Em şeş kes bûn. Me xwest ku em ala keskesorê vekin. Lê kesên kurd ku li qada Newrozê bûn ji me re gotin ala xwe dayênîn. Em li hemberî wan sekinîn. Wan em bi gotinên xwe tacîz kirin û em jî bi tundiyê re rû bi rû man. Komîteya Newrozê ti tişt nekir. Me neparast. Polês bi zorê ew da sekandin. Em qasî 15 deqeyan di nava dorpêça polêsan de man ku em xwe ji êrîşê biparêzin. Tenê hevalên ji Antîfayê alikarîya me kirin.”
“Newroz jî kurdayetî jî bi qasî ya we ya me ye jî”
Li hemberî her du bûyeran aktivîstan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşan dan. Aktivîstan wiha gotin:
“Newroz, têkoşîn, kurdayetî çiqas ku ya we ye, ya me ye jî. Em ê helbet vê bûyerê nekin malê hemû gelê xwe û em ê bi rengê xwe herin Newrozan.”
Di 2015an de dezgehên îslamîst gotinên homofobîk kiribûn
Di sala 2015an de rêxistinên sivîl ên îslamîst li Qada Îstasyonê çalakiyek li dar xistibûn û li vir gotinên nefretperest li dijî LGBTI+yan kiribûn. LGBTI+yan ew bûyer bibîr xistin û wiha gotin:
“Ji wê rojê û heta niha ti tişt nehate guhertin. Ji hêla siyasetê ve cudahiyek lê ji hêla îdeolojîk ve wehkeviyek heye. Koma Amedspor Direnişê û Barikatê koma Mor Barikatê ji bo îdeolojiya xwe ya nêrza bikar tînin û mixabin xwe û alîgirên Hîzbûllahê dikin weke hev.” (RK/FD)