Fotograf: Yagmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Min di meha Çiriya Pêşiyê de dest bi nivîsandina Raporên Tundkariya Mêran ên bianetê kır.Ev heşt meh in ez her roj çav li hemû nûçeyên tundkariya mêran ên di rojnameyên herêmî yên netewî de hatine nivîsandin digerînim. Paşê jî ez û Evrim Kepenek, edîtora bianetê ya nûçeyên derbarê jinan û LGBTİ+yan de rapora hemû bûyerên tundkariya mêran ên li dijî jin, zarok û LGBTİ+yan dikin dinivîsinin. Di meha Çiriya Pêşiyê de dema min her roj çav li bi hezaran nûçeyan digerand û min ew bi nêrîneke zayenda civakî ew dineqandin û dinivisandin metirsiyeke min hebû. Ez ditirsiyam bibim wekî medyaya berbelav ku kuştina jinan tenê wekî îstatîstîkan dibînin û di vê mijarê de hestên xwe winda dikin. Lê ji bo min rewş berovajî bû. Bandora her bûyerekê ji ya din bêhtir li bin dibû.
Bixwîne - Raporên Tundkariya Mêran
Dema ez bûm raportora tundkariya mêran, min dest pê kir ku her yek ji nûçeyên tundkariya mêran bi hemû hûrgiliyên wê bixwînim û wan ji gelek çavkaniyan piştrast bikim. Di vê demê de ez pêrgî tiştekî hatim ku dema min heman nûçe bi çavê xwendevaneke ji rêzê dixwendin mine w tişt ferq nekiribû. Ew jî peywendiya di navbera tundkariya mêran de bû. Berê tiştê ku ez pêrgî wan hatibûm çîrokên ji hev qut, balkêş û ne herikbar bûn an jî îstatîstîkên bi awayê îdeolojîk hatibûn şîrovekirin.
Dema min dest pê kir û min bûyer yek bi yek şopand rastiyeke ku gelekî ji rêzê xuya dikir bala min kişand: Her qadên jiyanê ji bo jinan qadên têkoşînê ne.
Mal an jî kargeh, kesê ku 30 sal in mêrê jinê ye an jî kesê biyanî yê ji dûr de jin şibandiye destgirtiya xwe ya kevn, gelek tiştên ji rêzê yên jiyana rojane ji bo jinan xetere ne.
Piştî jin pê dihisin ev tişt xetere ye û dixwazin xwe biparêzin, her biryara ku di encama vî tiştî de ji bo tenduristiya xwe û bextewariya xwe didin, weke sedema “navtêdana giran” an jî daxistina cezayî ya ji ber “rewşa baş” ya kujeran tê qebûlkirin. Ev tişt ji bo hin jinan rastiyên berbiçav in lê ji bo gelek kesên bûyer ji devê kesên din bihîstine ne zelal in û ji wan dûr xuya dikin.
Pêkanînên gotarî û şêweyên nirxandina bûyeran bi awayê îdeolojîk, weke gelek mijarên din dihêle bergeh û peywendiyên tevlihev ên tundkariya mêran ji xwendevanan bê veşartin. Em dikarin bûyerên tundkariya mêran a di rojên koronayê de bikin mînak. Nûçe û gotinên serdest dibêjin ku di van rojan de tundkariya mêran kêm bûye.
“Kêmbûna” tundkariyê ya di rojên koronayê de
Nûçeyên cida cida hatinê çêkirin ku digotin di rojên koronayê de tundkariya mêran kêm bûye û di van nûçeyan de hejmarên cida cida hebûn. Li gorî Rapora Tundkariya Mêran a bianetê mêran di meha Adarê de 25, di meha Nîsanê de 17 û di meha Gulanê de jî 19 jin kuştine.
Lê ne li gorî çavkaniyên xwediyê gotinên desthilatdar ne jî li gorî hejmarên bianetê em nikarin bibêjin tundkariya mêran kêm bûye. Heke em tiştekî wiha bibêjin wê gavê tê wateya ku em taybetmendiyên van şert û mercan ji nedîtî ve tên. Ji ber qedexeya derketina derve failên ihtimal heye tundkariyê bikin bi awayekî laşî hatine astengkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku meyla tundkariyê kêm bûye û ev ji bo demên pêş ne nirxandineke biwate ye. Li gel vê meha Remezanê bi xwe jî ji xwe ji derveyî nirxandinên giştî ye (Par jî di meha remezanê de hejmar kêmtir bûn).
Her weha di navbera naveroka bûyerên beriya rojên koronayê û di rojên koronayê de ti cidahî nîne. Fail hîna jî hesûdî û nîqaşên ji ber mijarên aboriyê weke hinceta kuştinê nîşan didin. Nava malan hê jî ne ewle ne, biryarên dûrxistinê hîna jî bicîh nayê û mêr hîna jî jiyana jinan weke sedem nîşan didin û jinan dikujin û jin tohmetbara kuştina xwe tên dîtin.
Tişta ku kêm bûye bidestxistina ewlehiyê ye
Tişta ku min dixe nava endîşeyê ew e ku di rojên koronayê de ji bilî nûçeyên kuştinan, çapemeniyê bêhtir kêm cih daye nûçeyên derbarê derblêdanê, birîndarkirinê, tacîz û tecawizan.
Piştî demekê gelek rojnameyan li gorî gotinên desthilatdariyê nûçe nivîsandin û gotin ku li gelek welatan tundkariya mêran di rojên karantînayê de zêde bûye lê li Tirkiyeyê kêm bûye. Ev jî bi coş pîroz kirin. Lê dema em li daneyên berê binêrin em dikarin bibêjin ku ihtimal e di rojên koronayê de mirovan nekarîbûn bi hêsanî xwe bigihînin desteyên gilîkirinê. Di vê demê de jinên rastî tundkariyê hatine neçar mane bi failên xwe re di heman malê di bimînin. Yanî ji kêmbûna tundkariyê bêhtir ihtimal e kesên tundkarî li wan hatiye kirin, di vê demê de nekarîbûn xwe bigihînîn mekanîzmayên gilîkirinê ango navendên polîsan û nexweşxaneyan.
Beriya koronayê jî di raporan de ew bûyerên ku di bin navê “tundkarî / birîndarkirinê” de hatine nivîsandin mixabin tenê ne behsa bûyereke derbkirinê dikin. Behsa pêvajoyê tundkariya sistematik dike ku ev heta jin giliyê xwe li ber dezgehên fermî an jî medyayê dikin ev pêvajo bi mehan an jî bi salan berdewam dike.
Di vê demê de tedbîrên kurewî yên pandemiyê yan jî karantînekirinê û mesafeya civakî nebû. Yanî di vê rewşê de têkiliya bi ekîbên emniyet û tenduristiyê re tenê di gotinê de bû. Di vê rewşê de gelek kesên rastî tundkariyê hatine nikarîbûn van bûyeran ji saziyên fermî re ragihînin. Di encamê vî tiştî de ni mimkun e ku ev bûyer bên jimartin. Şîroveya îstatîstîka tundkariya mêran a van encaman pêşniyar bike wê ne zanistî be.
Medya tundkariyê weke rewşeke asayî nîşan dide
Di rojên koronayê de medyayê nûçeyên tundkariya mêran neweşandin. Ev lê hêlekê lê medya bi xwe di şopandina nûçeyan de bûye pirsgirêk. Him di wan nûçeyên ku îstatîstîk bi şêweyê îdeolojîk tên şîrovekirin him jî di yek bi yek nûçeyên kuştinan de tundkarî weke rewşeke asayî tê nîşandan. Ev tişt beriya rojên koronayê hebû û di dema koronayê de jî berdewam kir.
Gelek nûçe bi mînakên rojnamegeriyê yên bi şêweyê çîrokiya sansasyonel rastiyên objektîf vedişêrin. Ev nûçe bi zimanê zayendperest ê jinên ku mêr ew kuştine tohmet dike ango mehneyan ji tundkariyê re dibine yan jî tundkariyê weke xemlê bikartîne tên nîvîsandin. Her weha ew vîdeoyên tacîzê yên bêsansur û dema pêlê dikin bi xwe vedibin, fotogarfên cesedan ên bêsansur jî tundkariyê belav dikin û ji nû ve ava dikin.
Car caran bi saetan nayê famkirin û erêkirin bê ka fail mêr e yan na. Lewre dema jin mijara faila nûçeyê be rasterast tê gotin ku “jin” e. Lê dema mêr be weke “şexs” tê nivîsandin. Hewce nabînin ku diyar bikin bê ew mêr e. Di nûçeyên wiha de tê gotin ku “Jin hatiye kuştin”, “Jin gelekî tirsiya” û hin tiştên wekî van. Di van nûçeyan de tundkariya mêran li ser navan nayên nivîsandin.
Li şûna mêran car caran gotina “cinûnî bûye” tê nivîsandin car caran jî tê gotin ku tiştekî efsûnî hiştiye mêr jinan, evîndarên xwe an jî keçên xwe bikujin. Bi kurtasî mêr di ne nûçeyên ku bi sûcekî tên tohmetkirin de na lê di yên din de bi mêrbûnê tên penasekirin.
Di roja me de dibe xetereya wî tiştî bêhtir hebe ku tundkariya mêran û peywendiyên wê ji hev cida dike yan jî wan îstatîstîkan diweşîne ku têde dibêje “birîna civakî” dikewe. Lewre weke ku em dizanin di dîrokê de bi taybet jî di demên tengasiyên ekonomik de berê tundkariya civakî dane jinên kedkarî ji wan ava bûye û belaş lê xwedî derketine lê keda wan bêqîmet hatiye kirin, Tişta ku ev asayî û belav kiriye, medya ye ku dengê desthilatdariyên ekonomik û politik belav dike.
Nûçeyên tundkariya mêran jî bi qasî tundkariyê birêkûpêk in
Êdî em dizanin zimanê medyayê îdeolojîk e. Lê em ji bîr dikin ku nûçeyên derbarê rojevê de, qunciknivîsan da nûçeyên tundkariyê jî bi wasî yên din îdeolojîk in.
Em ji bîr dikin ku dema li şûna gotina “Hevjîna xwe kuşt” dibêjin “Dereng hate malê, jiyan lê bû kâbus” bê wê çiqas ziyanê bide. Her weha divê em ji bîr nekin ku nûçeyên tundkariya mêran jî bi qasî tundkariyê birêkûpêk in.
Her gotinên ku tundkariya mêran wê ji peywendiya civakî dibire, ji qunciknivîsa herî zêde nîqaş li ser tê kirin, bêhtir polîtîk e. Lewre ev gotin dixwazin desthilatdariyê li ser jinan, jiyana wan û laşê wan ava bike û di vê demê de dikarin polîtîkbûna xwe veşêrin. Ji ber wê ye ku di van demên awarte de divê em wan rastiyên dizanin her roj bînin bîra xwe û bînin bîra hev. (EO/EMK/FD)