Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Îlonê de, herî kêm 37 jin û heft mêrên li gel wan bûne kuştine. Sê jin penaber bûn.
Di meha Îlonê de mirina 15 jinan (Edene, Artvin, Antalya -2-, Stenbol -4-, Balıkesir, Aydın, Îzmîr, Amed, Meletî, Erzîngan, Mûgla) bi guman bûye.
Mêran hewl daye ku çar jinan (Aydin, Karaman, Konya, Îzmîr) bikujin.
Mirina heft jinan di çapemeniyê de (Enqere, Samsun, Kayseri, Aydın, Wan, Samsun, Îzmîr) bi gotinên “xwekuştina biguman” hatiye nivîsandin. Yek ji van, karkereke karên malê ya ozbek bûye. Derketiye holê ku sîgorteya wê nehatiye çêkirin.
Mêran di meha Îlonê de gefa mirinê herî kêm li pênc jinan xwariye (Stenbol-2-, Enqere, Samsun, Duzce).
Di çapemeniyê de hewldana xwekuştina jinekê (Edene) weke kuştina biguman hatiye nivîsandin.
Mêran xwestiye ku du jin (Bûrsa, Kocaelî) hewl bidin xwe bikujin.
Mêran herî kêm tundkarî li 71 jinan kiriye. Mêran herî kêm tecawiz li sê jinan kiriye, bi darê zorê karê seksê bi 33 jinan kirine. Istismara cinsî herî kêm li 26 zarokên keç kiriye û tacîz li 13 jinan kiriye.
Mêran di neh mehên pêşiyê yên sala 2019ê de herî kêm 261 jinan kiriye. Tecawiz li 40 jinan kiriye, bi darê zorê karê seksê li 400 jinî kiriye. Taciz li 165 jinan kiriye û 184 jin istismar kiriye. Mêran di heman demê de tundkarî herî kêm li 472 jinan kiriye.
Ev hejmar di neh mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 183 jin bû. Di heman demê de mêran 10 zarok jî kuştibîn. Mêran teciwaz li 50 jinan, taciz li 162 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 375 jinan kiribû. 279 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 361 jin birîndar kiribû.
Kuştin
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Tebaxê de, herî kêm 37 jin û heft mêrên ku li bal jinan bûye kuştine.
Mêran par heman demê 23 jin kuştibûn.
Sê jinên ku mêran ew kuştine, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Yek ji wan ûkraynî, yek fasî yek jî ozbek bûye.
Digel ku biryara dûrxistina mêrî hatibû derxistin jî di meha Îlonê de heman mêrî jin kuştiye. Jineke ku hatiye kuştin kêmendam bûye. Mêran piştî ku du jin kuştine mal û milkên wan xesp kirine.
Navê jinên ku hatine kuştin
Asiye T., Aysun B., Ayten A., Bilem D., Birsen M., Esin Ö., Figen K. Gamze K., Görgün G., Gülseren Y., Gülşah K., H.K., Hafize K., Hülya Ü., İnan B., İrem A., Lütfiye Y., Melahat T., Melike D., Meral G., Nazlıcan A., Kader A., Neslihan T., Ozodkhon A., Özlem S., Rajee A., Sebahat A., Seher A., Sibel Ç., Sibel K., Sultan B., Tuğçe B., Tülin B., Türkan K., Yeter B., Yuliiia B. û jineke ku navê wê nehatiye zanîn.
Bajarên ku bûyerên kuştinê lê çêbûne
Edene (3), Enqere (2), Antalya (4), Bursa (2), Denizli (1), Edirne (1), Elezîz (1), Eskişehir (1), Hatay (1), Stenbol (4), Îzmîr (3), Konya (1), Manisa (2), Nevşehir (2), Nigde (2), Sakarya (1), Sinop (1), Wan (3), Yalova (1), Zonguldak (1).
Mêran çar jin bi “sedema” pirsgirêkên ekonomîk kuştine. Sê jin ji ber ku xwestiye “veqete/ji hev cuda bibin”, du jin bi sedema hesûdiyê, jinek bi îdiaya ku zext li ser wî kiriye kuştiye. Di dema çêrandina ajalan de pevçûn derketiye û jinek di encama vê pevçûnê de miriye. Sedema kuştina 26 jinan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêr/mêrê berê yê 15 jinan, kurê pênc jinan, yarê çar jinan, xizmên sê jinan, birayê du jinan, hevalê du jinan, zavayê jinekê ew kuştiye. Naskirina şeş jinan û mêrên ku ew kuştine di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêran 18 jin li malan, 11 jin li qadên civakî (kuçe, xirbe, park, fêkîfiroş û kargeh) kuştine. Cihê ku heşt jin lê hatine kuştin di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Pêvajoya hiqûqî
42 failên kuştina jinan hebû. 22 jê hatine girtin, 11 jî hatine desteserkirin. Failek bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Failek şandine edlîyeyê. Çapemeniyê ji bo pênc failan nivîsandiye ku “reviyaye”. Rewşa hiqûqê ya failekî di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Kuştina zarokan – Tundkariya li zarokan
Li Stenbolê bavekî hiştiye ku zarokeke wî hewl bide xwe bikuje. Bav piştî desteserkirinê serbest bûye. Li Denizliyê midûrê dibistanekê bi destikê deriyî derb kiriye. Giliyê midûrî hatiye kirin.
Li Stenbolê xwestine ku zarokek bi darê zorê bizewice. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê berpirsiyaran de di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Tecawiz
Di meha Îlonê de sê bûyerên tecawizê di medyayê de hatiye nivîsandin. Di heman meha par de ev hejmar çar bû. Mêran li Tekîrdagê xwestiye êrîşa cinsî li jinekê bikin.
Yek ji wan mêrê jinê yê din jî xalê wê bû. Naskirin an jî nenaskirina failekî di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Jineke ku di meha Îlonê de mêran tecawiz lê kiriye astengdar bûye.
Mêran tecawiz li du jinan kiriye. Cihê bûyereke tecawizê di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Piştî ku jin ducanî bûye, bûyereke tecawizê dirketiye holê. Di bûyereke tecawizê de derketiye holê ku mêrî bi awayekî sîstematîk tecawiz li jinê kiriye.
Bajarên ku tecawiz lê hatine kirin:
Enqere (1), Çorum (1), Samsun (1)
Pêvajoya hiqûqî
Di bûyerekê de jinê tecawizkarê xwe kuştiye.
Failek bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Failek hatibû girtin.
Taciz
Mêran di meha Îlonê de ya kêm taciz li 13 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 22 bûye.
Kesên sîyasetkar taciz li du jinan kiriye, berberekê taciz li jinekê kiriye, midûrê dibistanekê taciz li jinekê kiriye, mirovê jinekê taciz lê kiriye. Taciz li 8 jinan hatiye kirin lê nehatiye eşkerekirin ka nasên jinan bûne an na.
Mêran bi girtina wêneyan taciz li du jinan kiriye.
Li kolanan, market û cihên civakî taciz li heşt jinan hatiye kirin. Li Edeneyê mêrekî bi awayekî sîstematîk taciz li jinan kiriye.
Bajarên ku bûyerên tacizê lê qewimîne ev in:
Edene (1), Aydın (1), Bilecik (1), Erzirûm (2), Stenbol (3), İzmir (1), Kocaeli
Pêvajoya hiqûqî
Du sîyasetmedarên ku taciz kirine ji partiya xwe hatine avêtin. Sê fail hatine girtin. Sê fail hatine desteserkirin. Li gor nûçeya failek reviyaye. Yarê jinekê mêrekê ku taciz li yara wî kiriye kuştiye. .
Îstismara Zarokan
Mêran di meha Îlonê de zarokên kur jî di nav de herî kêm istismara zayendî li 26 zarokan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 19 bûye.
Mêrên nenasên 19 zarokan, karkerê paqijîyê taciz li du zarokan kiriye. Zirbavê zarokekê taciz lê kiriye. Di nûçeyan de nehatiye eşkerekirin ka ew kesên taciz lê hatîn kirin li kû derê îstismar lê hatiye kirin.
Zarokek kêmendam bûye.
Bajarên ku zarok lê hatine istismarkirin:
Ağrı (1), Aksaray (1), Ankara (1), Bartın (1), Çanakkale (5), Çorum (1), Diyarbakır (1), Erzurum (1), İstanbul (1), İzmir (3), Kayseri (1), Kocaeli (3), Muğla (1), Nevşehir (1), Sakarya (1), Samsun (1), Trabzon (1), Urfa (1)
Pêvajoya hiqûqî
34 failan îstismar li zarokan kiriye. Ya kêm 11 fail hatine desteserkirin. Lêpirsîn ji bo failekî hatiye dest pê kirin. Li gor nûçeyan hêzên ewlehîyê “li 5 failan digerin.” 90 roj cezayê mehkûmîya li malê ji bo kesekî hatiye dayin.
Bûyerên ku berê bûne
Li Tekirdagê F.A.yî keça xwe N.A.(14) taciz kiriye. Paşê jî keça xwe mecbûr kiriye ku karê seksê bike. Yê bav hatiye girtin, sê mêrên dî jî hatine girtin û paşê bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.
Karkerîya seksê yê mecbûrî
Mêran di meha Îlonê de ya kêm li 33 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 24 bûye. Di meha Îlonê de 16 jinên ku ji bo karê seksê hatine mecbûrkirin ne welatîyên Tirkiyeyê bûne.
Tundkarî-Brîndarkirin
Mêran ya kêm 71 jin brîndar kirine, tundkarî li wan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 36 bûye.
Di meha Îlonê de herî kêm ji bo çar jinên rastî tundkariya mêran hatine biryara parastinê hatiye standin.
Mêran ya kêm tûndkarîya sîstematîk li sê jinan kiriye. Ya kêm di sê bûyeran de mêran mala jinan şewitandiye.
Yek ji mêrên ku tûndkarî li jinekê kirî ji ber kuştina jinekê berê hatiye girtin, deh salan di girtîgehê de maye paşê bi efûyê derketiye.
Li gor rapora bianetê, di meh aÎlonê de mêr/mêrê berê yê 43 jinan tûndkarî li wan kiriye. Şifêrê teksîyekê tûndkarî li jina miştêrî kiriye. Yarê keça jinekê tûndkarî lê kiriye.
Li kolan, nexweşxane û cihên civakî tûndkarî li 28 jinan hatiye kirin. Di mala 26 jinan de tûndkarî li wan hatiye kirin. Di nûçeyan de hatiye eşkerekirin ku tûndkarî li 17 jinên dî jî hatiye kirin lê nehatiye eşkerekirin ka li kû bûyer qewimîne.
Bajarên ku tundkariya mêran lê rûdaye ev in:
Edene (5), Adıyaman (3), Enqere (4), Antalya (3), Aydın (1), Batman (1), Bolu (3), Bursa (2), Denizli (2), Amed (2), Düzce (1), Edirne (8), Eskişehir (1), İstanbul (12), İzmir (4), Kayseri (1), Kırıkkale (2), Kocaeli (1), Konya (2), Manisa (2), Maraş (2), Mêrsîn (1), Muğla (1), Sakarya (3), Samsun (1), Trabzon (1), Uşak (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 73 fail hebûn ku tundkarî li jinan kirine. Tenê 19 ji wan hatine girtin.
15 fail hatine girtin. Şeş fail serbest hatine berdan. Jinekê mêrê ku tûndkarî lê kiriye bi kêrê birîndar kiriye.
Lêpirsînname ji bo 16 failan hatiye amadekirin.
Failekî xwe kuştiye. Çapemeniyê ji bo du failan gotiye “li wan digerin”, ji bo sê failan jî gotiye “reviyane.”
Bi tenê ji bo 5 failan biryara jêdûrxistinê hatiye dayin.
Bûyerên ku berê bûne
Li Enqereyê C.A.(49) daxwaza lihevhatinê ji N.K.(42)yê kiriye wê qebûl nekiriye. Mêrî jin bi kêran birîndar kiriye. Welatîyên li derdorê mêr lînc kiriye û mêr hatiye girtin. Bûyer di 19ê Tebaxê de pêk hatiye lê di meha Îlonê de di nûçeyan de cih girtiye.
Li Izmîrê A.Ç.(32) jina xwe ya berê B.S.(22) bi kêrê birîndar kiriye. Mêr hatiye dadkirin. Dadgehê biryara serbestîyê ji bo wî daye.
Li Enqereyê D.M.yî xwestiye bi jina duyem re bizewice. Jina wî qebûl nekiriye wî jina xwe bi alavên birek birîndar kiriye.
2019
Mêran di meha Tebaxê de 40 jin kuştine
Mêran di meha Tîrmehê de 24 jin kuştine
Mêran di meha Hezîranê de 34 jin kuştine
Mêran di meha Gulanê de 27 jin kuştine
Mêran di meha Nîsanê de 31 jin kuştine
Mêran di meha Adarê de 22 jin kuştine
Mêran di Sibatê de 23 jin kuştine
Mêran di Kanûna Paşiyê de 23 jin kuştine
(EMK/FD/MB)