Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li başûrê Londonê, paytexta Ingiltereyê, 9 mêrên bi eslê xwe ji Tirkiyeyê ne, di 6ê Gulana 2018ê de dema du hevzayend ji klupê derdiketin dijûn li wan kirine û asît avêtine ser rûyê wan. Dadgehekê cezayê girtinê li van neh kesan birî ye.
Li gorî zanyariyan 9 kesên ku weke “endamên çeteyê” tên bi navkirin, 17ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2019ê derketine pêşberî dadgehê. Dadgehê bi giştî 60 sal ceza li wan birî ye.
Navê êrîşkaran û cezayê ku li wan hatiye birîn wiha ye: Huseyin Onel ji ber ku bi madeyeke xeter zerareke giran li ser laşî kiriye 17 sal, Mehmet Tekagaç (30) ji ber ku bi madeyeke xeter zerareke giran li ser laşî kiriye 14 sal û nîv, Onur Ardiç (27) ji ber ku bi madeyeke xeter zerareke giran li ser laşî kiriye 14 sal, Guven Ulaş (20), ji ber ku xwestiye bi rêya tundkariyê pergalê biguherîne 30 meh, Mustafa Kiziltan (30) ji ber ku xwestiye bi rêya tundkariyê pergalê biguherîne 9 meh, Serkan Kiziltan (22) ji ber ku xwestiye bi rêya tundkariyê pergalê biguherîne 18 meh, Umit Kaygisiz (21) ji ber ku xwestiye bi rêya tundkariyê pergalê biguherîne 28 meh, Yaşam Erdogan (24) ji ber ku xwestiye bi rêya tundkariyê pergalê biguherîne 18 meh, Turgut Adakan (23) ji ber ku xwestiye bi rêya tundkariyê pergalê biguherîne 18 meh.
Li gorî zanyariyan cezayê du kesan hatiye taloqkirin. Heft kesên din hatine girtin û ew xistine girtîgehê. (EO/EMK/FD)
Çavkanî: Mirror, Pink News