Mêran di sala 2022an de hêrî kêm 327 jin û 39 zarok kuştine. Mêran di heman salê de herî kêm tecawiz li 32 jinan kirine, 238 zarok istismar kirine, tacîz li 156 jinan kirine, 793 jin birîndar kirine û bi darê zorê karê seksê bi 442 jinan dane kirin.
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Kanûna Pêşiya 2022an de herî kêm 327 jin kuştine.
*Di sala 2021an de mêran 327 jin kuştine. 14 kuştinên ku di salê berê de pêk hatine lêbelê çapemeniyê di sala 2022an de nivîsandine jî li vê hejmarê zêde bibe, dibe 341.. Çapemeniyê hin ji van 14 kuştinan di salên berê de weke “mirinên faîlên wan nediyar in” ango “kuştina biguman” nivîsandîbû.
Disan di heman demê de (1ê Kanûna Paşiyê 2022 - 31ê Kanûna Pêşiyê 2022) Mêran herî kêm tecawiz li 32 jinan kirine, 238 zarok istismar kirine û tacîz li 156 jinan kirine û 39 zarok kuştine. Mêran di sala 2022an de bi darê zorê karê sekse bi 442 jinan dane kirin, hêrî kêm tûndkarî li 793 jinan kirine.
Par çapemeniyê ji bo mirina herî hindik 198 jinan ku trans jî di nava de bûn, gotiye “biguman e.”
Mêran di sala 2022an de herî kêm hewldana kuştina 12 jinan dane û gefa kuştin û tûndkariyê li 42 jinan xwarine.
Li gorî zanyariyên çapemeniyê nivîsandiye mêran herî kêm 26 jin di gel ku biryara “parastin” û “jêdûrxistinê” hebûye, kuştine.
Di sala 2022an de herî kêm çar jinan ji bo xwe ji tûndkarî û erîşa zayendî ya mêran biparêz in mafê xwe yê rewa bikaranine.
Kuştin
Mêran di sala 2022an de herî kêm 327 jin kuştine. Her weha mêran, herî kêm 37 mêrên ku di dema kuştina jinan de li gel jinan bûne, kuştine.
23 jin yên ku ji aliyê mêran ve hatine kuştin, koçber bûne. Mêran di sala 2022an de LGBTI+yên bi navê Gunay Ozyildiz û Ipek Agmaz kuştine û herî kêm 16 LGBTI+yî birîndar kirine.
Mêran, jin li ku kuştine?
Mêran 208 jin li nava malan, 98 jin li cihên weke otel, cîhê kar, daristan, nexweşxane, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran 21 jin li ku kuştine.
Bajarên ku mêran jin lê kuştine
Edene (15), Semsûr (2), Afyon (4), Amasya (1), Dîlok (7), Enqere (18), Antalya (7), Artvin (2), Aksaray (4), Aydın (4), Balıkesir (8), Êlih (2), Bartın (2), Bolu (2), Burdur (1), Bursa (11), Çanakkale (4), Çorum (2), Denizli (13), Amed (7), Duzce (3), Edirne (2), Xarpêt (5), Ezirgan (1), Erzîrom (6), Eskişehir (3), Giresun (5), Colemêrg (1), Hatay (2), Idie (1), Isparta (5), Mersin (5), Stenbol(62), İzmir (27), Kayseri (3), Kilis (2), Kırıkkale (2), Kırşehir (3), Kocaeli (7), Konya (9), Manisa (6), Mereş (2), Mêrdîn (2), Muğla (3), Mûş (1), Niğde (1),Ordu (2), Osmaniye (1), Rize (2), Sakarya (3), Samsun (3), Sinop (2), Sêwas(2), Şirnex (4), Tekirdağ (6), Trabzon (1), Riha (7), Uşak (2), Wan (2), Yozgat (2), Zonguldak (4).
Kê jin kuştine?
Ji nîvê jinan zêdetir mêr, destgirtî û kesî nêzî wan ew kuştine.
Di sala 2022an de heskirî, hevjînê berê, destgirtî û hevjîn 236 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke zava, nevi, kur û bav 30 jin kuştine. 22 jin xizmên wan ên mêr ew kuştine.
Her weha zava 5 jin kuştiye. Jinekê ku karkera seksê bûye mişteriyê wê ew kuştiye. Jinekê doktor, pênc jin cîranê wan, du jin hevalê wan, jinekê diz û jinekê jî patronê wê ew kuştiye. Çepemeniyê nenivîsandiye bê ka 17 mêrên ku herî kêm 23 jin kuştine, çiyê wan in.
Mêran jin çawa/bi çi kuştine?
Mêran 197 jin bi çekên gulexwar kuştine. 83 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Di sala 2022an de mêran 11 jin bi lêdanê, çar jin bi îşkenceyê, 22 jin bi fetisandinê û sê jin jî ji şaneşînê avêtine û ew kuştine. Her weha mêran du jin jî şewitandiye û ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran pênc jin çawa kuştine.
Mêran jin bi çi “hêcetî” kuştine?
Mêran 110 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, “nexwestine li hev were” û “daxwaza zewicandinê qebûl nekirine” kuştine. 7 jin ji ber “hesûdiyê”, du jin ji bo “xespkirinê”, 10 jin ji ber “berjewendiyên aboriyê” kuştine.
Mêran jinekê ji bo “deng zêde derxistiye”, du ji bo ku “kuçik xwedîkirine”, du jin ji ber ku “welayeta zarokên xwe xwestine”, jinekê ji bo “xwarin çênekiriye”, jinekê ji bo ku gotiye “ez cin derdixim” û du jin jî di bin navê “namûsê” de kuştine. Her weha jinekê jî bi hêceta ku “henek kiriye kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
321 faîlên mêr yên ku jin kuştine hene. Ji wan tene 180 faîl hatine girtin. 41 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya ya çar faîlan weke “derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin” nivîsandiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 15 faîlan weke “lêdigerin”, “revîye” nivîsiye û ya 23 faîlan nenivîsiye. Şeş faîl serbest bûne û 52 faîlan jî xwe kuştine.
Kuştina Zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022an û 31ê Kanûna Pêşiya 2022an de herî kêm 39 zarok kuştine.
Di nav zarokên ku hatine kuştin de yên ku bi salên zarokî hatine zewicandin jî hebûn.
Kê zarokî kuştine?
Bav/zirbav 17 zarok, birayê mezin du zarok kuştine. Zarokekê xizmê wê ew kuştiye. Sê zarok ji aliyê mêrê ku xwestine wan zarokan di temenê piçûkî de bi darê zorê pêre bide zewicandin hatiye kuştin. Sê zarok hevsalê wan yên mêr ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên ku 2 zarok kuştine çî yê wan in.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Ayşenur K., Edanur Demir, Gamze S., Yahya A., Sıla Ş., Nuray Demir, Mehmet Ali A., Ömer Asil A., Muhammet Tahir A., A.S., Kadir G., Kiril N., Merveh S., Meryem S., Tetrana N., Naki Ç., Emir Ç., Halid M., Rukiye Ömür, Selim Ali, Nazlı Erva Ö., Yiğit D, Beyza Doğan, Derya K., Emirhan Aytemir, Firdevs B., Melek K. Muhammed, T.Ö., Z.B., Nazlı E., Büşra Kabataş, Tuğçe, Yusuf, Eylül Mina., Melike Arıbaş, Kevser A., Merve A. *ismi basına yansımadı
Pêvajoya hiqûqî
Di sala 2022an de herî kêm 30 faîl hebûn ku zarok kuştine. Tene 12 faîl hatine girtin, 13 faîlan xwekuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan weje hatine desteserkirin nivîsiye û ya 5 faîlan jî nenivîsiye.
Tecawiz
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022an û 31ê Kanûna Pêşiya 2022an de tecawiz li 32 jinan kirine.
Neh jinên ku mêran tecawiz lê kirine, astengdar bûne.
Herî kêm sê bûyerên tecawizê piştî hatiye zanîn ku jin ducanî ne aşkere bûye.
Ji jinên ku mêran tecawiz lê kiriye 3 jê ozbekî, yek afganî, yek azerî û yek jî rûs bûye.
Kê tecawiz li jinan kiriye?
Jinekê dikandar, jinekê doktor, şeş jin xizmên wan, jinekê dersdêrê yogayê, jinekê destgirtiyê wê, heft jin hevalên wan û jinekê jî xanîfiroş tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku tecawiz li 14 jinan kiriye nas e an ne nas e.
Mêran li ku tecawiz li jinan kirine?
Mêran tecawiz li nava malan li 12 jinan, li zanîngehan, buroyên hiqûqê, kolan, park, daristan ango li qadên civakî tecawiz li 17 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li 3 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
43 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Bi tenê 20 mêr hatine girtin, Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 7 faîlan nenivîsandiye. 9 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya pênc faîlan weke “lêdigerin” û “reviye” nivîsiye. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Tacîz
Mêran di sala 2021an de de herî kêm tacîz li 156 jinan kiriye. Ji tacîzan herî kêm 16 sistematik bûye. Di nava jinên ku tacîz lê hatine kirin de jinên koçber jî hebûne.
Kê tacîz li jinan kirine?
Di sala 2022an de şeş jin karmendên tenduristiyê, şeş jin xizmên wan, 8 jin siyasetmedaran, du jin karmendên şaredariyê, du jin cîranê wan, du jin patronê wan, jinekê çawişê pispor, 9 jin kurye, çar jin hevalên wan, şeş jin destgirtî/hevjîn û jinekê jî ajokarê teksiye tacîz lê kiriye. Her weha çapemeniyê nenivisiye ku mêrên ku tacîz li 109 jinan kirine nas e an ne nas e.
Mêran bi çi awayî tacîz li jinan kirine?
Mêran, bi awayê fîzîkî û devkî tacîz li 107 jinan kiriye. Mêran bi masturbasyonê tacîz li 10 jinan kiriye. Dîmen û fotografên 39 jinan girtine û ew tacîz kirine.
Mêran li kîderê jin tacîz kirine?
Mêran pênc jin li nava malan, 141 jin jî li derveyî mal tacîz kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran 10 jin li kîderê tacîz kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 159 mêrên fail hebûn ku tacîz li jinan kirine. Bi tene 30 faîl hatine girtin. 57 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 21 faîlan nenivîsandiye. Derbarê 32 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 13 faîlan weke “reviye” nivîsandiye. 6 faîl serbest bûne.
Îstismara zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022an û 31ê Kanûna Pêşiya 2022an de zarokên kur jî di nav de 238 zarok îstismar kirine.
Kê îstismar li zarokan kirine?
Herî kêm 65 zarok karmendên dibistanê û dersdêr, 10 zarok bira û xizmên wan, 25 zarok endamên terîqetê û wezîfedarên qursa qurenê, du zarok ciranê wan, zarokekê patronê wê, zarokekê karmendê dewletê, pênc zarok bavê wan, 6 zarok karmendên tenduristiyê û diransaz, 8 zarok xebatkarên mixazeyê, du zarok destgirtiyê wan û pênc zarok jî wezîfedarê apartmanê ew îstismar kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka kê îstismar li 106 zarokan kiriye.
Mêran li ku îstismar li zarokan kirine?
Mêran li qadên derve yên wek dibistan, qursa qurenê û kolanê îstismar li 198 zarokan kiriye. Mêran îstismar li nava malan li 18 zarokan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku îstismar li 22 zarokan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Tene 62 faîl hatine girtin. 15 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 20 faîlan weke “reviye” nivîsandiye û ya 45 faîlan nenivîsandiye. Her weha çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya şeş faîlan weke “ji wezîfeyê hatine dûrxistin” nivîsiye.
Tundkarî – Birîndarkirin
Mêran di sala 2022an de tundkarî herî hindik li 793 jinan kirine. Mêran 72 jin bi giranî birîndar kirine.
Kê tundkarî li jinan kiriye?
Di sala 2022an de hevjîn/hevjînê berê û destgirtî tundkarî herî hindik li 548 jinan kirine. Bav, kur, bira ango endamên din yên malbatê herî hindik tundkarî li 35 jinan kiriye. 22 jin polîsan, sê jin ajokar, 13 jin hevalê wan, çar jin zavê wan, 16 jin xizmê wan, jinekê diz û sê jin jî karmendê nexweşxaneyê tûndkarî li wan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka kê tûndkarî li 147 jinan kiriye.
Mêran bi çi / çawa tûndkarî li jinan kiriye?
Mêran 573 jin bi derpkirinê, 87 jin bi alavên weke kêr û birrekê, 104 jin jî bi çekên gulexwar birîndar kirine. Mêran bombe kiriye wesayîta jinekê û ew birîndar kiriye. Mêran sê jin ji şaneşînê avêtiye û sê jin jî dîl girtiye. 16 jin şewitandiye. Her weha mêran hewl dane du jinan bi wesayîtê bi pelixîne û jinekê jî bi gaza xwezayî bi jehrê xistiye. Mêran tûndkariya dijîtal li gelek jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran çawa û bi çi tûndkarî li jinan kiriye.
Mêran li ku tûndkarî li jinan kirine?
Mêran tûndkarî li nava malan li 398 jinan, li derveyî malan li 316 jinan kirine. Mêran di medya civakî de tûndkarî li du jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li kîderê tûndkarî li 77 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
500 faîlên mêr hebûne ku tundkarî kirin e. Tenê 56 faîl hatine girtin. 79 faîl hatine desteserkirin. 18 faîl serbest bûne. Derbarê 138 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapameniyê pêvajoya hiqûqî ya 45 failan weke “lêdigerin”, “reviye” nivîsandiye. Derbarê 10 faîlan de biryara tedbîrê hatiye pêkanîn.
Kelemçeya elektronîk li faîlek xistine. 22 faîlan xwekuştine. Derbarê 20 faîlan tu karekî hiqûqî nehatiye kirin. Doz 5 faîlan hat vekirin. Çapemeniyê nivîsiye ku derbarê 30 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî 300 faîlan nenivîsandiye.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di sala 2022an de herî hindik karkeriya seksê ya mecbûrî bi 442 jinan daye kirin. Di nava vê hejmarê de zarokên ku temenên wan di bin 18dan de jî hebûn. 232 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin welatiyên Tirkiyeyê nebûne.
Pêvajoya hiqûqî
454 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin. Ji wan 166 hatine girtin. 218 fail desteser kirine. Herî kêm 70 faîl serbest bûne.
Navên jinên ku di sala 2021an de ji aliye mêran ve hatine kuştin
Kanûna Paşiyê
Aysel Y., Canan I., Dilan P. , Dilara Yıldız, Elif T., Emsal E., Esra U., Funda K., Gözde K., Gülbeyaz P., Günay Özyıldız*, Hacer Evlice, Hasanpaşa Ö., Hüda Gün, Keziban K., Naima Gün, Nermin Celep, Nurcan K., Ömür Erez, Raziye Oskay, Safiye G., Safura G., Zeynep Ş.
*Jina trans ya ku hatiye kuştin
Sibat
Arife A., Aysel Yaşar, Azime Akman, Damla Kuş, Duriye Taşdelen, Eda Nur E., Esin D., Gülbahar K., Güler Gül, Gülsüm K., Hanife B., Hasret Dalkoparan, Hatice D., Hazal Alpyörük, Hilal A., Hüsne E., Nazife B. Olha E., Şahizer A., Tülin Çetin, Vasfiye E., Yasemin A.
Adar
Adviye Özgür, Aıdanah Abykaliewa, Asya Pınar Üzümcü, Aynur K., Ayşe İşlek, Ayşe O., Ayşe P., Buket P., Çiçek Y., Ebru Cızdan, Eda Evli, Emine S., Fadime K., Fatma Çetin, Fatma Gümüş, Fatma S., Gülşen O., Kader Vural A., Marziye Salehzade, Nargul Jepbarova, Raziye Karabuğa, Remziye Y., Şeyma Demir, Tuba K., Yağmur Sönmez.
Nisan
Ayşe Ş., Berivan Altürk, Bilge A., Ceylam K., Demet A., Duriye G., Elif G., Esma S., Fatma N., Gözde Ç., Gülay Doğan, Hatce K., Hatice E., Hatice K., Havva Ruhcan, Irodakhon D., İrem Kostakoğlu, Kader Gökçe, Nahide Özçimen, Nur E., Nurcan S., Remziye Tüysüz, Semta T., Sevim Yılmaz, Şükrü Gür, Turana Umayev, Ülkü Durmaz, Zenep Gıcık, Zerif Doğan.
Gulan
Ayşe A., Dilej Ceylan, Recea M., Zeynep Koyun, Sultan Irmak, İpek Ağmaz*, Asiye Nur Atalay, Sema K., Hülya Elkoca, Hatice Ç., Sakine Kültür, Safiye M., Yeliz Kalkan, Sinem Sökmen, Zehra Ç., Nusel T., Şule T., Serap Bor, Cansu Geyik, Haldun Uyaroğlu, Şeyma Biran, Pınar Kızıl, Derya Karya, Gol Bibi, Rojda Ş., Beril Varol, Türkan Demir, Nevriye Ş., Keziban Başak D., B.T., Güler T., çapemeniyê kuştina jinekê nenivîsiye.
*Jina trans ya ku hatiye kuştin
Hezîran
Aysel Bozkurt, Ayşecik Dağıstanlı Ceylan, Cansu Sezer, Emine El A., Ezgi Taşıran, Funda G., Gamze A., Gülümser S., "G., H.Ş., Hasibe A., Hatice B., Hatice Barış, İrem E., Keremet Nyshanova, Kübra Açar, Meryem K., N.D., Nilgün Söken, Özlem Ç., Özlem D., Rabia A., Refika K., S.M., Sevim Özdemir, Saadet P., Saliha Birincibubar, Stalina Luisa, Şengül K., Ummuhan Y., Yasemin Öztürk, Yıldız Y.
Tîrmeh
Birgül BÇ., Derya Tekin, Döndü S., E.B., Elif Güneş, Emine Y., Esra Altınkaynak, Esra Yamak, Ezgi Ö., Fatma Ö., Güllü S., Gülperi Aksoy, Huriye B., Kader D., Nedime Dinçer, Nurcan Orman, Nurgül Gülsoy D., Nuriye M., Nurten O., Öznur Tufan, Pınar Damar, R.D.A, Servet Bakırtaş, Sojida Kalandarova, Sultan P., Tülay E., Yasemin Çedik, Zeynep T.
Tebax
Ayşe K., Ayşe P., Ayşen Ç., Berivan U., Dilek K., Ezgi Ö., Fadim S., Fikriye Vatansever, Filiz G., Gülten İnan, H.Ö, Hacer A., Hanige Ç., Hediye Y., Khvicha Osanadze, Leyla K., Mehlika Derici, Melek Yıldırım, Mihriban Arduç, Necla A., Neriman G., Nura Hac S., Rita E., Sanem G., Sevtap Akbacı, Sibel U., Susanber Özdemir, Şenay A., Şeyh Müslim, Ülkü A., Zeynep D
Ilon
A.E., Arzu A., Arzu E., Ayşe Kılıç, Berna Kargı B., Damla Çubukçu, Dilek Ç., Dilek K., Ezgi Deler, Fadime Cuma, Fatma Zehra Koruyan, Handan Ö., Hatice T., Hava S., Havva D., Jelana S., Kiraz B., Nur Efşan T., Pakistan D., Sabiha B., Sunay Aslan Kaya, Şermin Sarı, T.S, Vildan B., Y.B., Zeliha D.
Çiriya Pêşiyê
Bahar Torun, Bahtınur K., Beyza S., Burcu Tokaç, Dilek Ç., Döne Türkmen, Eda E., Emine C., Fadime Ç., Hacer Y., Havvanur K., Hena Şeyh Muhammed, Hilal Sultan Kırgöz, Huriye C., Huriye Z., Hülya Ş., Hüsniye Keskinbaş, İlksen T., Mevlüde A., Nadia Noori, Nazan Çatbaş, Nurhan İ., Nursel Bircan, Rahime Eker, Songül A., Sultan Ö., Tuğba U., Vahide Duran, Yadigar I., Yasemin S., Yasemin U., Zuhal I.
Çiriya Paşiyê
Aynur Çiçek, Derya Y., Elif I., Fadime D., Fatma T., Gulzoda Kaolava, Hasen A., Hülya A., İnci Bağış K., Kader Yiğit, Kudret K., Merve Özturan, Meryem Sevim, Müzeyyen T., Nazlı M., Nergis G., Neriman Sakallı, Nurten K., Özlem C., Özlem Eryağşi, Sarah Alı Shareef, Selcan Dönmezer, Shakhko Mukhtarova, Sidra Tameemi, Tülay V., Ümmühan H., Yasemin S., Zülfi Ç.
Kanûna Paşiyê
Ayşenur Çolakoğlu, Bahar H., Cansu A., Esmanur B., Evin Ç., G.A., Gisela Uysal, Gülcan A., Hülya Er, İclal Ş., Kıymet B., Mumine Basim M., Mutlu M. , Nuran F., Pelin Ceylan, Selver B., Tuğba Kul, Vasfiye Ç., Zübeyde T.
bianet kadın ve LGBTİ+ haberleri editörü (Ekim 2018- Şubat 2025). bianet stajyerlerinden (2000-2001). Cumhuriyet, BirGün, DİHA, Jinha, Jin News, İMC TV için muhabirlik yaptı. Rize'de...
bianet kadın ve LGBTİ+ haberleri editörü (Ekim 2018- Şubat 2025). bianet stajyerlerinden (2000-2001). Cumhuriyet, BirGün, DİHA, Jinha, Jin News, İMC TV için muhabirlik yaptı. Rize'de yerel gazetelerde çalıştı. Sivil Sayfalar, Yeşil Gazete, Journo ve sektör dergileri için yazılar yazdı, haberleri yayınlandı. Hemşin kültür dergisi GOR’un kurucu yazarlarından. Yeşilden Maviye Karadenizden Kadın Portreleri, Sırtında Sepeti, Medya ve Yalanlar isimli kitaplara katkı sundu. Musa Anter Gazetecilik (2011) ve Türkiye Psikiyatri Derneği (2024) en iyi haber ödülü sahibi. Türkiye Gazeteciler Sendikası Kadın ve LGBTİ+ Komisyonu kurucularından. Sendikanın İstanbul Şubesi yöneticilerinden (2023-2027). İstanbul Üniversitesi Avrupa Birliği ve Bilgi Üniversitesi Uluslararası İlişkiler bölümlerinden mezun. Toplumsal cinsiyet odaklı habercilik ve cinsiyet temelli şiddet haberciliği alanında atölyeler düzenliyor. Şubat 2025'den bu yana kadın haberleri editörü olarak çalışıyor.
Helbestvan û nivîskar Herdem Merwaniyê piştî herdu pirtûkên xwe yên helbestan yên bi navê 'Çira' û ‘Reqsa Perperîkan’ pirtûka sêyem a bi navê ‘Hunera Dil’ jî derxist. ‘Hunera Dil’ ji weşanên Payizê derketiye.
Herdem Merwaniyê di vê berhema xwe de balê dikşîne ser gelek mijarên wek bêrîkirin, zîndan, êş û azarên gelê Kurd.
Her weha bêguman balê dikşîne ser hesreta ji bo bavê xwe A. Halîm Kirtayê ku 30 salan di girtîgehê de ma û 51 roj piştî derketinê koça dawî kir.
Herdemê têkildarî pirtûka xwe ya ‘Hunera Dil’ diyar kir û got, “Dema dinivîsîm hestên xwe û civakê dixim turekî”
Dema mirov bala xwe dide jiyana Herdemê di her rizikeke wê de mirov dikare bêje ku tevahiya rastiya jiyana kurdan jî dibîne.
Herdem Merwanî di sala 1979an de li Farqînê ji dayîk bûye. Hê ji zaroktiya xwe ve nivîsandin û helbest li xweşê wê diçe. Di 13 saliya xwe de wate di sala 1992an de ji ber îfade li ser tê dayîn, tê girtin. Lê ji ber temenê wê yê biçûk her çiqas ku cezayê wê bê daxistin jî hema bêjin zaroktiya wê di girtîgehê de derbas dibe.
Şekirê pembû bigelemperî di fûar, sîrk, karnaval û mîhrîcanan de; di kîsikek plastîk de, li ser çîpekê an jî di kaxezê de tê pêşkêş kirin. Ji bilî van deran li Tirkiyeyê bi piranî firoşkarên kuçeyan wan difiroşin. Şekirê pembû bêtir ji bo bi kêfxweşkirina zarokan e. Lê belê carnan bûye mijara siyasetê jî.
Gelek cureyên şekirê pembû cara pêşîn berî sedsala 19an li Ewrûpayê hatin dîtin. Hostayên şekir bi kişandina têlên şekirê karamelîzekirî bi destan şîraniyên sivik û nazik çêdikirin. Lê belê, şîraniya şekirê pembû ya nûjen di sala 1897an de ji aliyê bijîşkê diranan yê Amerîkî William Morrison û çêkerê şîraniyê John C. Wharton ve hate îcadkirin.
Wan amûrek elektrîkê bikar dianîn da ku şekir bihelînin û bikin têlên zirav. Ev şîraniya nû di sala 1904an de bi navê "Fairy Floss" (Têlên Horîyan) di Fûara Cîhanê ya St.Louisê de hate pêşkêş kirin û eleqeyek mezin kişand.
Cara yekem bijîşkê diranan şekirê pembû çêkir
Tişta îronîk ew e ku bijîşke diranan şekirê pembû îcad kiriye. Her çend Morrison û Wharton ew di sala 1921an de patent girtibe jî lê diransazek din bi navê Joseph Lascaux di sala 1949an de îcadek bi vî rengî bipêş xist. Lascaux biryar da ku guhertoya xwe wek bi nave "şekirêşima pembû" bifiroşe, Ji bo ku bi orjînala "Fairy Floss" (Têlên Horîyan) a ku ji hêla Morrison û Wharton ve hatî afirandin cuda be.
Di salên 1970an de, makîneyek şekirê pembû ya otomatîkî hate afirandin ku şekirê pembû bi xwe çêdikir û paket dikir. Vê jî karê birin û anînê û hilberîna şekirê pembû li karnaval, dezgeh, şahî û çalakiyên din hêsantir kir.
Şekirê pembû di fîlimên wekî Dumbo (1941,2019), Charlie and the Chocolate Factory (1971, 2005) û The Greatest Showman (2017) de hêmayek girîng bû. Fîlmê kurdî yê bi navê Şekirê Pembû di sala 2013an de derketîye. Derhêner Ozan Takış ev fîlm ji bo bîranîna karkerê zarok Ahmet Yildizê ku di makîneya presê de asê mabû û jiyana xwe ji dest dabu, kişand. Fîlm qala du karkerên zarok dike ku li Edeneyê pembûyan berhev dikin, di bin şert û mercên dijwar de dixebitin û rûbirûyê nakokiyên di navbera bajar û gundan dibin.
Di xwepêşandanên de şekîrê pembû
Her çiqas ev şêrînayî ji bo pîrozbahî û çandê hatibe bikaranîn jî, carinan di wateyeke xweş de û carnan jî nexweş de bûye mijara siyasetê, Heta li hin welatan di protestoyan de bi awayekî îronî hatiye bikaranîn. Em dikarin protestoyên Kongoyê, çalakiya “Êlekên Zer” ya Fransayê weke mînak nişan bidin. Bi taybetî di dema xwepêşandanan de ji bo rexnekirina polîtîkayên hikûmetê hate gotin. Xwepêşanderan ji bo ku rexneyên xwe bînin ziman gotina şekirê pembû weha bikar anîn: Vala û demkî ye, weke şekirê pembû.
Çawa bû mijara siyasetê?
Her çend şekirê pembû rasterast bi siyasetê re têkildar nebe jî, carinan ji hêla siyasetmedaran ve di festîval, şahî an ji li mîtîngan de dihat tercîh kirin. Van siyasetmedaran şekirê pembû wek amûrek sembolîk an jî populîst bikar dianîn.. Armanca wan ew bû ku bala raya giştî bikşînin, xwe dirust bide nîşandan û îmaja "yekî ji xelkê"yê xurt bikin.
Minak;
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama: Di dema kampanyaya hilbijartinê ya 2008an de dema ku ji gel re dipeyivî şekirê pembû dixwar.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn: Di sala 2019 de,di çalakiyek li St. Petersburgê de şekirê pembû dixwar û wêneyên wî yên ku dema şekirê pembû dixwar hatibû kişandin.
Siyasetmedarên herêmî yên li Tirkiyeyê: Di heyamên hilbijartinê de, pirê caran tên dîtin ku gelek namzet di çalakiyan de ji bo zarok û malbatan şekirê pembû belav dikin.
Newroz, polîs, şekirê pembû û Mansur Yavaş
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Cizîrê de, du polîsên bi navên Sînan Baydî û Alî Talha Balbal, alîkariya Barişê ku kesekî astengdar e û şekirê pembûyî difiroşe kirin. Polîsan hemû şekirên pembûyî yên Bariş kirîn û li zarokên derdorê belav kirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş li ser vê bûyerê li Stenbolê axivî û ji bo Alaya DEM Partiyê gotibû, “Duh li mîtîngekî Rojhilatê (Tirkîye) de alên ku li gorî min “paçavra” ne dihat libakirin û polîsan şekirê pembû dida kesên ku diçûn wê mîtîngê. Ez destwerdana li vir rast nabînim. Em li bende ne ku hêzên ewlekariyê şekir li ciwanên vir jî belav bikin.” Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê Özgür Özel ji ber gotinên Yavaş lêborîn xwest, lê Yavaş paşve gav neavêt.
Gotinên Yavaş ên li ser sembolên Kurdan ên weke 'çiqê' bû sedema bertekeke mezin. Mijar di Newroza Stenbolê de jî hat lidarxistin. Hin kesan bi vekirina pankarta mezin a bi nivîsa "Mansur Alsana Şekirê pembû" amaje bi gotinên Yavaş kirin. Pankartekî din a li ser “paçavra bavê te ye” jî bû mijar. Van wêneyan carek din nîşan da ku dengdêrên Kurd çiqasî hestiyar in ji nîqaşên siyasî re.
Bianet Haziran 2019 stajyeri. İstanbul Üniversitesi Siyasal Bilgiler mezunu. İstanbul Altınbaş Üniversitesi’nde yüksek lisans yapıyor. Şu sıralar moda ve eşya tarihi üzerine çalışmakta.