Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÎHD) ragihandiye ku Reyhan Abdî ya ji Rojavayê tevî pitika wê ya 2 mehî şandine girtîgehê.
Her wiha komeleyê aşkere kiriye ku Abdî di 26ê Tebaxê de bi îdiaya ku "endama rêxistina terore ye" hatiye desteserkirin û piştî ku 3 roj li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatiye ragirtin bi tevî pitika xwe ya 2 mehî hatine girtin.
"Veguherî îşkenceya psîkolojîk"
Daxuyaniya OHDê wiha ye:
*Berî her tiştî em vê biryara girtinê ya ku şert û mercên girtinê pêk nayîne û ji wêjdanê dûr qebûl nakin.
* Girtin hem wekî astengkirina mafên bingehîn û hem jî wekî tedbîrek parastinê divê bi awayekî awarte bê sepandin.
* Lê diyar e ku sepandina vê tedbîra parastinê ya ji bo jineke xwedî pitika 2 mehî wê encamên cidî yên neveger bi xwe re bîne.
*Muwekîlê me di dema desteserkirinê de ji berk u pitika wê ya 2 mehî û zarokên wê yên 3 û 4 salî hewcedarê lênêrînê bûne û ew derfetê wê nebûne ji şîr bûye û rastî xisareke giran a derûnî hatiye.
* Eşkere ye ku tedbîra girtinê dê vê zirarê kûrtir bike. Xaleke din jî; ew e ku girtina zarokan bi dayikên xwe re li dijî mafên bingehîn ên mirovan û mafên zarokan e. Li gorî Qanûna Parastina Zarokan û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, rewşa niha ya li girtîgehan ne guncaw e ku pitika 2 mehî di girtîgehê de bimîne.
*Em berpirsyariya meqamên darazê bi bîr tînin ku li gorî hiqûqê tevbigerin û dest ji kiryarên xwe berdin. Weke OHD em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.(EMK/AY)