Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tevna Raporkirin, Belgekirin û Çavdêriya li Mafên Zimanan (DHIBRA) ji bo 21ê Sibatê roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi 27 zimana daxuyaniyek weşandiye.
Daxuyanî bi abazayî (zaravaya Apsuwayî) , abazayî (zaravaya Aşuwayî), adîgeyî (rojava), adîgeyî (rojhilat), erebî, arnawûtî, boşnakî, bûlgarî, çeçenî, ermenkiya rojavayî, farisî, gurcukî, hemşînî, kurmancî, ladînî, lazî, makedonî, osetî, pomakî, romanesî, romeîkayî, rûmî/yewnanî, rûsî, suryankî, zazakî, ingilîzî û tirkî hatiye nivîsandin. Di daxuyaniyê de 120 saziyan xwestiye ku “astengiyên li ber zimanê dayikê rabin.”
Ji bo daxuyaniya bi 27 zimanan, bitikîne
Daxuyanî bi sernavê “Zimanê Me yê Dayikê bi Me re Dijî!” hatiye amadekirin û wiha hatiye gotin:
“Li sikakan, li malê, li kargehê, di stranên me de, di kêfxweşî û xemgînîya me de zimanê me yê dayikê bi me re dijî. Zimanê me jî her wekî siruşta me di nav xirecira dinyaya nû de ji ber sedemên sîyasî û aborî tê paşguhkirin.
Em; dixwazin ku zarokên me jî bi zimanên xwe yên dayikê bijîn. Di vê mijarê de, em li bendê ne ku dewlet û kes peywirên ku dikevin ser milên wan, bi cih bînin. Em daxwaz dikin ku astengîyên li ber zimanên me yên dayikê bêne rakirin û zimanên me bêne teşwîqkirin. Em bawer dikin ku pêkvejîyana zimanan û pêşveçûna wan, garantîya aştî û xwîşk û biratîya civakan e. Em ji bîr nekin; mafê zimanî, mafekî mirovî ye.
Em dest ji siruşt, sikak, muzîk û zimanê xwe yê dayikê bernadin!
Zimanê me yê dayikê bi me re dijî, em jî bi zimanê xwe yê dayikê re dijîn!”
Tevlî bianet û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê saziyên navê wan di daxuyaniyê de ne, ev in:Navenda Bîrê ya 1864ê, Federasyona Komeleyên Abhazan, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Edeneyê, Rojnameya Agosê, Pêveka Ermenkî ya Agosê, Komeleya Çerkesan a Enqereyê, Weqfa Alîkarî û Çandê ya Alan, Alef FM, Tevgera Jinan a Çerkesan a Almastiyê, Jinên Zimanê Dayikê, Komeleya Çerkesan a Antalyayê, Apoyevmatini, Komeleya Derçûyên Dibistana Aramyanî, Meclîsên Ciwanên Elewiyên Ereb, Weşanxaneya Arasê, Komeleya Kafkasan a Gundê Arikbaşiyê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanî ya Ariyê (Arî-Der), Weşanxaneya Avestayê, Platforma Avlaremozê, Komeleya Çerkesan a Kafkasê ya Bahçelîevlerê, Komeleya Adige-Çerkesan a Balikesîrê, Komeleya Çandê ya Kafkasyaya Bakur a Bandirkayê, bianet (Weqfa Ragihandinê ya IPSyê), Komeleya Çandê ya Kafkasan a Bîgayê, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Bodrûmê, Boşnak Medya, Komeleya Kafkasyaya Bakur a Bozuyukê, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Bûrsayê, Can TV, Komeleya Perwerde û Çandê ya Kafkasyaya Bakur a Ceyhanê, Komeleya Mala Çandê ya Çerkesan, Komeleya Çandê ya Kafkasan a Çorûmê, Federasyona Komeleyên Dêrsimê, Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DÎSA), Komeleya Çandê û Dostaniyê (DKDER), Komeleya Çandê ya Adigeyê ya Duzceyê, Navenda Çandê ya Ehliddarê, El Amaneser, Federasyona Pêkûteyên Bêasteng, Komeleya Piştgirî û Çandê ya Kafkasyaya Bakur a Eskîşehîrê, Gazete Sabro, Komeleya Ekolojî û Çand û Hunerê ya Golayê, Kovara Çand Ziman û Dîrokê ya Gor Hemşin, Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Komeleya Çerkesan a Goksûnê, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Gonenê, Navenda Zimanî ya Gurcuyan, Malpera Nûçeyan a Gurcuyan, Navenda Çandê ya Gurcuyan, Nûnertiya Amedê ya Înîsiyatîfa Mafan, Civaka Şanoya Serbixwe ya Hangardz, Komeleya Geşkirin û Lêkolînê ya Çanda Hemşînan, Weşanxaneya Heyamolayê, Komeleya Çandê ya Çerkes Adige ya Înegolê, Komeleya Çerkesan a Îskenderûnê Adığe Khase, Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî, Meclîsa Elewiyên Ereb a Stenbolê, Komeleya Çendê ya Kafkasyayê ya Stenbolê, Komeleya Çandê ya Pomakan a Stenbolê, Weşanxaneya Îstosê, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Îzmîrê, Rojnameya Jinepsê, Komeleya Dema Jinan, Federasyona Komeleyên Kafkasan, Komeleya Çandê ya Kafkasan ya Mereşê, Komeleya Kafkasan ya Kayseriyê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Weşanxaneya KoyuSiyahê, Kostebek Kolektif, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Tevna Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Lêkolînên Çandî û Civakî (KİTA), Komeleya Çandê ya Lazan, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Manîsayê, Marje Podcast, Komeleya Alîkarî û Çandê ya Kafkasan a Mersînê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandî ya Mezopotamyayê, Weqfa Çand, Tenduristî, Huner, Zanist û Perwerdeyê ya Mezopotamyayê, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Komeleya Mızağe, Minority Rights Group, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Mustafa Kemal Paşayî, Komeleya Piştgirî û Çandê ya Kafkasan a Nazilliyê, Nor Zartonk (Komeleya Piştgirî û Çandê ya Ermeniyan), Kovara Ogni, Komeleya Berê Zarok, Weşanxaneya Papirüsê, Koma Muzîkê ya Perperik, EnstîtuyaPomakan, Komeleya Hêviyên Rengorengo, Komeleya Çerkesan a Reyhanliyê, Komeleya Mafên Romanan, Romani Godi, Komeleya Jinan a Rosayê, Koroya Dostan a Rûhî Sûyî, Komeleya Çand û Hunerê ya Ruhi Suyî, Komeleya Çandê ya Kafkasan a Sakaryayê, Komeleya Çerkesan a Samsûnê, Komeleya Lêkolînên Çandî ya Sardamond, Navenda Lêkolînên Çanda Sefaradan, Shema Media Group, Komeleya Çandê ya Kafkasyaya Bakur a Silivriyê, Komeleya Çandê ya Kafkasan a Sînopê, Komeleya Çandê ya Kafkasyaya Bakur a Sêwasê, Komeleya Mafên Sivîlan û Ekolojîk (SEHAK), Komeleya Kafkasan a Sûngûrluyê, Komeleya Kafkasan a Sûsûrlûkê, Federasyona Komeleyên Suryanan, Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Şamîlî, Komeleya Çerkesan a Tokatê, Koma Lêkolînên Çandî ya Tirkiyeyê, Kovara Uncire, Komeleya Alîkarî û Çandê ya Ûzûnyaylayê -Kayserî, Komeleya Alîkarî û Çandê ya Kafkasan - Stenbol, Vejiyaişê Tiji (Weşanxaneya Tij), VOMANK, Weşanên J&J, Weşanxaneyê Vateyî, Komeleya Azadî, Bîr û Jiyanê, Weqfa Lêkolênîn Civakî, Siyasî û Ekonomîk a Zanê | |
(RT/FD)