Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê helwesteke şaş heye ku dibêjin “nijadperestî nîne”. Di rewşeke wiha de Tirkên Afro ku kal û pîrên wan ji Afrîqayê weke kole bi zorî hatine anîn, ji bo ferqmeyîliya ser wan bi dawî bibe, ya bi temamî di halê xwe de dimînin û bi civakê re têkiliyên wan sînorkirî dimîne, an jî bi kesên rengspî re dizewicin ku ziriyeta wan spî be.
Li Tirkiyeyê di jiyana rojane de ferqmeyîliyên cûrbecûr tên kirin. Ji zarokên Tirkên Afro e dibêjin “şêrîn”, navûçikên weke “çîloklete”, “Ereb” li wan tê kirin. Carcaran jî wan li derve weke tûrîst dibînin û bi wan re tinaz dikin.
Bi kesên rengspî re dizewicin
Ji ber ku naxwazin zehmetiyên wan kişandine zarokên wan bikşînin û ji bo jenerasyona wan ê nû rengspî be bi kesên rengspî re dizewicin. Di van zewacan de kesayeta wan kesan, ne girîng e. Bes dixwazin jenerasyona nû rengspî be û bi vî awayî dizewicin.
Di lêkolînên li qadê de Alkr. Doç. Dr. Lulufer Korukmez bi taybetî jinan re hevdîtin kiriye. Korukmez diyar dike ku piştî zewacê, li kesên rengreş ji hela malbata hevsera/ê wan ve bêrûmetî tê kirin û wiga dibêje:
“Ji ber van sedeman hevberdan û cihêbûn her diçe zêdetir dibe. Bi taybetî li gundan gelek jinên ku hevserê xwe berane û bi zarokên xwe re dîjîn, hene. Ew jin biştî hevberdanê bi zarokên xwe re vegeriyane cem malbata xwe. Pîrikên zarokan li wan xwedî derdikevin û ew jin jî hewl didin ji xwe re karek peyda bikin û bixebitin. Bi zêdeyî di sektora hilberînê de weke karkerên demkî dixebitin. Hejmara malbatên wiha gelek zêde ne û navbera xwe de çiqas ji deste wan tê hevgirtinê pêktînin.”
Li jinên rengreş “destdirêjî” zêdetir tê kirin
Rojnameger Alev Karakartal balê dikêşe aliyekî din a mijarê û dibêje li gorî jinên rengspî zêdetirî destdirêjî li jinên rengreş tê kirin:
“Ewil mirov li te dinerin. Dibêjin, “Tu ji kû yî, melez î an na”, piştre jî dibêjin “wey tu çiqas şêrîn î”. Di dawiya vê yekê de bêyî destûr destê xwe dirêjî te dikin, ewil li rûyê te dixin û piştre pêşvediçin. Ev yek destdirêjî ye. Her tim destdirêjî li te tê kirin lê tu nikarî vê yekê ji mirovan re vebêjî.”
“Ereb”, “Çîkolete”, “Rengreş”, “Reş”
Mirov weke erban were binavkirin… Civaka Tirkên Afro zêdeyî dixwazin bi vî awayî werin binavkirin. Beyhan Turkkolu dibeje ji ber ku ew Afrîqayîbûnî weke bêrûmetkirin dibînin. Turkkolu wiha dewam dike: “Di medyayê de Afrîqayê zêdeyî bi feqîrbûn û nexweşiyan tînin ziman. Tiştên xweşik û erênîn gelek hindik tînin ziman. Ji ber vê jî ev kesana razîne ku bêjin “ez ne Afrîqayî me, ez Ereb im an rengreş im”. Bêguman em jî li vir hatine dinê û mezin bûne. Lêbelê em ne Asayayî ne, Afrîqayî ne. Ev kesên hanê bi damezirinadina komeleyê ve zêdetir bûne xwediyê vê helwestê.”
“Em propagandaya tiştekê nakin, dixwazin dîroka xwe bizanibin”
Tirkên Afro dixwazin bizanibin ka ji ku, bi çi awayî hatine û kevneşopiyên kal û pîrên wan çiye. Dema hewldanên xwe yên ji bo vân dikin jî, helwesta hişk ya li Tirkiyeyê derdikeve pêşberî wan. Ahmet Doguyê li Îzmîrê dijî vê rewşê wiha tîne ziman:
“Li derdor ji bo me tê gotin ku hûn li vir dijîn, lêbelê hûn propagandaya wir dikin. Em propagandaya ti aliye nakin. Wekî hemû kesan em jî meraq dikin ka bav û kalên me ji ku hatine. Pêşiyên we ji Afyonê hatine. Yên me jî ji Afrîqayê hatine. Ev meraqkirin di xwezaya mirov de bi xwe heye.”
Gelek caran ji Tirkên Afro re wiha tê got: “Xwedê kiriye ku hûn hatine vir.Eger hûn niha li Afrîqayê buna Xwedê dizane ka hûn di çi halê de bûn” Ahmer Dogu dibêje ev helwest û hişmendî şaş e û ew jê aciz dibin û wiha bersiv dide: “Wê demê jiyan dê bi wî rengî buya.”
Çetinbilek: “Ez li Ewropayê ferqmeyîlîkirinê baş hîs dikim”
Parêzer Orhan Çetinbilek dibêje ji ber renge wî li Tirkiyeyê qet ferqmeyîlî li ser wî nehatiye kirin. Çetinbilek ji ber karên xwe yên parêzertî û nivîskariyê gelek caran diçe Ewropayê û dibêje li wir di jiyana rojane de bi awayekî zelal ferqmeyîlî heye ku ew vê yekê baş hîs dike: “Heta firqmeyîliya li Ewropa û Amerîkayê neye gotin, behsa yê lir jî nakin. Ev yek kêmasî ye. Divê ji her aliye ve bi awayekî rast ev yeke were nirxandin.”
Divê koletî di pirtûkên dersan de cih bigre
Komeleya Çand, Alîkarî û Hevgirtina Afrîqayê weke navenda bîranîn dixebite û bûyerên bi serê însan de hatiye qeyd dike. Hewl dide ku xebatên beriya niha nehatiye kirin pêkbîne û heta dikare bûyer û çîrokên berê jî qeyd dikin. Agahiyên akademisyenên ku ji çavkaniyên Osmanî berhev dikin, li lêkolînên komeleyê zêde dikin.
Civata Tirkên Afro li Tirkiyeyê baş nayê zanîn. Di mufredatê de agahiyên derbarê wan de nîn e. Karakartal dibêje: “Dema tu xwe weke Tirkê Afro didî naskirin, dibêjin ew kîne. Dema tu behsa koletiyê dikî, dibêjin ku ma koletî li vir heye. Em ji vê yekê êdî gelek aciz bûne. Kolekirin sûcê mirovahiyê ye, em ê li ser vê yekê li hev bikin. Wê di pirtûkên derbarê dîrokê de behsa vê yekê were kirin. Ji ber ku li vê welatê dîroka koletiyê heye. Ne tenê ji bo me, bo gelên din ên li vir dijîn re jî ev yek pêwist e. Ji ber ku bila bi vê gunehê re rûbirû bimînin û heqîqetê bizanibin.”
“Ji min re dibêjin ku min ji xwe re mijareke balkêş bijartiye”
Dema em li ser vê nûçeyê dixebitîn, me gelek dixwest ku em biçin Egeyê û li gundên Tirkên Afro bigerin. Me hêvî dikir ku em bi riya komeleyê ve bi wan re têkilî daynin. Lêbelê komeleyê ji me re got ku ew êdî ji mikrofona aciz bûne.
Di nûçeyên ku heta niha derbarê wan de hatine çêkirin de, behsa dîroka wan û welatên wan ê eslî hatiye kirin. Hin caran miameleya “Tirkên egzotik” li wan hatiye kirin. Ji ber vê sedemê wan jî xwe gelek dûr xistine.
Me di hevdîtina bi Korokmez re vê pirse ji wî kir û ew jî wiha bersiv da:
“Him di civakê de behsa vê mijarê tê kirin, him jî gelek rojnameger, akademisyen û belgefîlmvan li ser vê mijarê dixebite. Li gorî min balkêşiya bijartina vê mijarê ev e: Me ji xwe re mijareke balkêş peyda kir. Em biçin, li ser mijarê bixebitin û piştre pişta xwe bidinê.Ji ber vê helwestê ev gundên hane êdî gelek aciz bûne. Ji bo wan ti pêşketineke pêknaynin, rastiyê baş dernaxînin holê û bi minnetî tevdigerin.”
Korukmez diyar dike ku him ji bo Tirkên Afro him jî bo neteweyên din ku ferqmeyîlî li ser wan tên kirin, lêkolîn û xebatek were kirin; divê feydeyek ji bo rewşa wan ê îro û pêşketin ji bo zanîna dîroka wan pêk were. Korukmez tîne ziman ku divê xebatê ji bo qebûlkirin û entegrebûna civakê were kirin, ew pratikana jî divê bi kesê li ser wan ferqmeyîlî hatiye kirin re na, bi piçûktirên wan re were kirin.” (AT-FD/NU/HK)
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.