Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Malbatên ku dixwazin zarokên wan ên kêmendam li navendên rehabilîtasyonê perwerde bibin baş dizanin ka pirsgirên li wir çiye, kî ji bo pereqezençkirinê raporên zarokên xwe didin navendan.
Saziyan li ser navê kêmendamên ku naçin dersan pere ji dewletê digirin û ev ji bo malbatên dixwazin zarokên wan perwerde bibe re, dibe pirsgirêk.
Kiliça xwendekar behsa vê yekê dike
Gulseren Kiliç 14 salî ye. Ji ber piyê wê hinek şil e, hewl dide bi daran li ser xwe bisekine. Ev pirsgirêka di piyên wê de 5 sal ewil destpê kiriye. Ew ji bo dermankirinê diçe rehabilîtasyonê. Pêvajoya dermankirinê hêjî dewam dike.
Kiliç dibêje hin kesên ku li navenda rehabilîstasyonê qeydkirî ne, wê qet nedîtine û ew kesana beşdarê dersan nabin.
Derfetên fizîkî têrê nake
Kiliç tîne ziman ku li navendên derfetên fizîkî gelek kêm in:
“Li hin navendan asansör nîn e. Hin hevalên me an bi zehmetiyeke mezin an jî bi alîkariya kesên din dikarin ji merdiwanan derkevin. Li navendê bandê meşînê nîn e. Ji bo me di warê fizîkî û hereketkirinê de perwerdehiyeke baş nayê dayîn. Eger kêmasiyên ji hela teknîkê nebûye wê ji bom in pêvajoya demankirinê zûtir xelas bibûya. Saetên dersan jî gelek hindik in.”
Xwendekarê bi navê A. diaxive
Xwendekarê bi navê A. li navendê diçe dersen perwerdehiyê û tiştên ku ew tîne ziman îxmal û nerêtiyan derdixe holê. Ew jî dizane ku derfetên fizikî yên gelek navendên herêmê kêm in û ew navendana xwedî helwesta bazirganiyê ne.
Xwendekar A. diyar dike ku herî zêde kêmendamên zihnî pirsgirêkan dijîn û derbarê helwesta wezîfedaran de wiha dibêje: “Dema rapor dixwazin, xwe gelek baş dikin. Li du mirov digerin. Lê piştî rapor hildidin, her tiştên wan diguhere. “
“Mînak, xwendekarên ku raporên wan ê ortopediyê hene, eger ji perwerdehiyê qayîl nebin û jê aciz bibin, dikarin bi xwe ji dibistanê veqetin. Lêbelê kêmendamên zihnî nikarin vê yekê bikin.”
“Kêmendamên zihnî dikarin bi destûrdayîna malbatên xwe dest ji dibistanê berdin. Rêveberiya dibistanê jî têkiliyên xwe yên bi wan malbatan re xurt dike û xwe baş dide naskirin. Malbat zêdeyî
“Xwendekaran bi pere îkna dikin”
Xwendekar A. dibêje hevalên wî yên li dibistanê dine gelek giliyên xwe jê re dikin lê ew dîsa jî dev ji dibistanê bernade. A. sohbeteke bi hevalê xwe re wiha tîne ziman:
“Hevaleke min heye. Ji dibistana xwe aciz e. Dersdêr, mudur û perwerdehiya tê dayîn bi dile wî nîn e. Min jî got jê re ku eger tu aciz î neçe dibistanê. Lê dev jê bernade. Ji ber ku navenda rehabilîtasyonê pereye wî yê Açik Ogretimê (zanîngeha-dibistana perwerdehiya wî ji dûr ve tê dayîn) radizîne. Min jê pirsî ka bavê wî nikare wî pereyî razîne. Wî ji min re got: “Na. Ew nikare pereyî razîne.” Ew ji ber wî pereyî li wir dimîne. Bi vî awayî bi pereye tê îknakirin.”
Xwendekarê li mal, li dibistanê heyî tê nişandan
Xwendekar A. dibêje gelek xwendekar hene ku nayên navenda rehabilîtasyonê, lê belê dîsa jî wan li wir heyî didin nişandan.
“Hin malbat bi rastî jî dixwazin zarokên wan perwerde bibin. Hin malbatên din berovajiyê vê yekê tevdigerin. Bi taybetî malbatên li gundan qet bi perwerdehiyê re eleqeder nabin. Dibêjin ‘Bila zarokên me biçin û pere bînin bes e”. Raporên wan zarokan hildidin û qeydên wan li dibistanan didin çêkirin.”
“Xwendekar li mala xwe rûtinê, lê li ser kaxiz weke perwerde dîtiye tê nişandan.”
Weliyên xwendekaran nerazî ne
Weliyên ku dersdêr dixwazin baldarî di pêvajoya perwerdehiyê de cih bigirin jî, ji vê yekê aciz in. Gelek weliyên ku li bajar û gundan dijîn, diyar dikin ku ne mimkûn e ew programên dersên zarokên xwe bişopînin.
Welî nizanin ka wezîfedarên navendê dawiya her mehê de wan belgeyan çima tînin û bi wan didin îmzekirin û dixwazin Mudirtiya Perwerdehiyê vê yekê çareser bike.”
“Bavê min nizane bo çi îmze dide”
Ramazan Borlukan (38), gorsontî dike û wiha îdareya xwe pêk tîne.
Birayê wî yê kêmendam, li navendeke rehabilîtasyonê perwerdehî dibine.
Borlukan diyar dike ku bavê kal bûye, xwendevan nîne û wiha dibêje:Ez dixebitim. Li malê namînim. Dizanim ku birayê min ji malê hildidin û dibin dibistanê. Lêbelê ez nizanim ka di kîjan dersan de çi li ber wan hîn dikin? Bav emin jî nizane. Dawiya mehê tên belge didin îmzekirin û diçin. Bavê min nizane ka bo çi wan belgeyan îmze dike. Ez jî bavê min jî; em nizanin ka perwerdehiyeke çawa pêk tînin.”
Ew mafdar e ku ji perwerdehiya didin birayê wî bi guman e. Dibeje ku birayê wî piştî dest bi dibistanê kiriye, rewşa wî zêdetir xerab bûye.”
“Her tiştî zêdetir diavêje nava xwe. Ez dibêjim di vê sîstema perwerdehiyê de pirsgirêk heye.”
“Li du kêmendaman in”
Navendên rehabilîtasyon û perwerdehiya taybet li herêmê lêkolînan dikin û raporan kom dikin. Zêdetir li gundan vê yekê pêk tînin.
Mehmet Derman (32) dibêje ji ber ku rapora wî heye wezîfedarên wan navendan çûne cem wî jî.
“Sala 2005an 2006 bû. Ez jî gundê Peyasê me. Gundê me girêdayê navenda bajêr e. Xebatkarên navendan mal bi mal digeriyan. Rasterast derketibûn nêçîra kêmendaman.”
“Digorin ew ji kêmendaman re bibin alîkar, rapor û fotokopiye nasnameyên wan digirtin. Hatin cem min jî. Min neda. Lêbelê min bihîst ku bi dayîna alikariyên piçûk gelek kesan ti tiştek ji wan nepirsîne û raporên xwe dane wan.” (RB-LA/NU/HK)
Fotoğraflar: Leyla Ayaz
Sibê: Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.