Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê AKPê Serokwezîr Binalî Yildirim îro li meclisê di komcivîna partiya xwe de axifî û derbarê radestkirina Fetullah Gulen, mitînga Yenikapiyê, wezîfedarkirina mamosteyên nû, spekulasyonên ser roja 14ê Tîrmehê û ji nû ve sererastkirina deynên krediyan de nirxandinên xwe anîn ziman.
Serokwezîr Yildirim derbarê mitînga Stenbol Yenikapiyê ku di 7ê Tebaxê de hatibû lidarxistin de got: ‘ Di wê mitînga muhteşem da li Stenbolê û hemû quncên Anadoluyê xelkê da nîşan ku bi hev ra ne.’
"Ew serkirdeyê terorîstan divê were Tirkiyeyê, hesab bide. Kesê ku Tirkiye da bombekirin, berê çekên Tirkiyeyê da miletê Tirkiyeyê, ew divê were Tirkiyeyê û teqez bê cezakirin. Em ê hesabê xwîna şehîd û gaziyên xwe bipirsin. Ew ê ji wî bazirganê dîn, derewciyê bêheya, xwînrêjê teqez hesab bê pirsîn."
Yildirim wiha got: ‘Em ê Tirkiyeyê teslîmê kesên ku rihên xwe ji bo dolarekî firotine nekin. Ew azan û selayên ku wê şeva tarî hatin xwendin çawa ku rihê me kire yek, emê heta heta yek û bi hev ra bin.’
Serokwezîr Yildirim der barê spekulasyonên 14ê Tebaxê ku piştî hewldana derbeyê dest pê kirin da wiha got: "Rêxistina FETO dibêje hûn li hêviya 14ê tebaxê bin. 14ê tebaxê girîng e. Lewra 14ê tebaxê salvegera 15emîn a damezirandina AKPê ye. Em ê roja damezirandina AKPê, li gorî AKPiyan bi bîr bînin. Ew roj em ê bi hev du ra li navenda giştî bin.’
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku Wezareta Çandinî û Heywandariyê ji bo cotkaran biryareke girîng da û axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Em deynên krediyê yên şirîkê koperetîfan ku nikarin bidin, cardin sererast dikin. Em 640 milyon deynê 33 hezar û 427 şirîkên hezar û 268 koperatîfan ji bo 5 salan cardin sererast dikin."
(HK/YO)