Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
20 rêxistinên rojnamegeran û azadiya xweîfadekirinê yên navnetewî û yên Tirkiyeyê, ji bo rewşa Tirkiyeyê bang li Yekîtiya Ewropayê kiriye.
Rêxistinan ji Îspanyaya wê Serokatiya Demê ya Konseya Yekîtiya Ewropayê bike xwestiye ku di têkiliyên xwe û Tirkiyeyê de girîngiyê bide li ser azadiya medyayê û mafparêziyê.
Saziyan nameyeke hevbeş nivîsiye û diyar kiriye ku di 20 salên dawiyê de Tirkiye bûye welatekî otoriter û AKP kontrola ji sedî 90ê medyayê bidest xistiye. Her weha wan gotiye, Hikûmet RTUKê li dijî nûçeyên rexnegir weke çekekê bikar tîne.
Rêxistinan destnîşan kiriye ku beriya hilbijartina 14ê Gulanê li Tirkiyeyê bi kêmanî 47 rojnameger girtîbûn û bi tene ji Hezîrana 2022yan û vir ve 31 rojnamegerên kurd hatine girtin.
Di nameyê de wan gotiye ku êrîş li rojnamegeran dibin, siyasetmedar û piştevanên wan êrîşên trollî li dijî wan pêk tînin û medyaya alîgirê hikûmetê li dijî wan kampanyayên reşkirinê li dar dixin.
20 rêxistinan diyar kiriye ku polîs di dema xwenîşandanan de bi rengekî rûtîn rojnamegeran digirin û nahêlin nûçeyan çêbikin. Li gorî daxuyaniyê, ji Tîrmeha 2022yan û heta niha, 173 caran maf hatine binpêkirin û ji pêncan yekê binpêkirinên mafên mirovan li welatên namzet û endamên YEyê, li Tirkiyeyê pêk tên. .
Rêxistinan bal kişandiye li ser yaseya dezenformasonê û girtina Berpirsê Weşanê yê Giştî yê TELE1ê Merdan Yanardagî.
Saziyên ku navên wan di nameyê de hatiye nivîsandin
(HA/FD)