Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 30. a Stenbolê, ji ber parvekirinên li medyaya civakî yên Yasin Kobulanî ew dad kiriye. Yasin Kobulan rojnamegerek e ku parvekirinên wî nûçeyên wî ne.
Kobulanî di sala 2015ê dema qedexeya derketinê li gelek bajaran hatî îlankirin de ew nûçe nivîsîne. Dozgerî ji ber wan parvekirinan xwestiye Yasin Kobulan bi sûcê “zîncîre-propagandayên ji bo rêxistinê” heta 13 salan cezayê girtinê bistîne.
Dîwana Dadkirinê:
Serokê Dîwana Dadkirinê: Ahmet Tarık Çiftçioğlu
Endam: Hasibe Doğan û Şule Yıldız
Dozger:Mustafa Güner.
Parêzerên Kobulanî Sercan Korkmaz û Özcan Kılıç beşdarî dadkirinê bûne û wan diyar kiriye ku ew parvekirinên Kobulanê rojnameger nûçe û agahiyên di wesfa nûçeyan de ne.
Kobulanî jî qebûl kiriye ku hikmê ji bo dozê paşê bê dayin. Rûniştina dadkirinê dê 8ê Adara 2019ê siet 14.00ê bê kirin.
(HA/MB)