Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Piştî civîna Sendîkaya Karmendan(Memur-Sen) û Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî, wezaretê biryar da: Ji bo şeş mehên destpêka 2018ê ji sedî 4, ji bo şeş mehên dawiya 2018ê ji sedî 5 dê li mehaneyan(mûçe) bê zêdekirin.
Wezîra Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî, Jûlîde Sarieroglû duhî eşkere kiribû ku ji bo 2018ê wezaret teklîfa ji sedî 3,5 ji bo şeş mehên destpêkê û ji bo şeş mehên dawiyê ji sedî 3,5 zêdekirina mehaneyan dide.
3 milyon û 200 hezar karmendên dewletê û milyonek û 900 hezar kesên ji karmendiyê teqawîtbûyîn hene. Ev guhertin dê rasterast tesîrê li wan bike.
Hevdîtinên ji bo girêbesta karmendan di 3yê Tebaxê de dest pê kiribû.
Wezîra Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wezaretê û karmendan ji bo zêdekirina mehaneyan li hev kiriye. Li gor rapora TUIKê(Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê) ya ku di Tîrmehê de hat weşandin de enflasyona li Tirkiyeyê ji sedî 9,44 e.
Memûs-Senê di teklîfa xwe ya pêşiyê de xwestibû ji bo sala 2018ê ji sedî 10+6 zêde bibe. Sendîkayê plana wê yekê dikir ku ji bo sala 2019ê jî ji sedî 10+8 zem(zêdekirina mehaneyan9 bê kirin(NV/MB)