Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî (1) (2) bitikîne
Walîtiya Kocaeliyê biryar daye ku çalakiyên li dijî operasyona Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê heta 15 rojan hatine qedexekirin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotiye, “zanyariyên cidî gihiştine ber destên wan ku wê sîstem û ehweliya civakê têk bibin.”
Walîtiya Rihayê jî îro di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku hin rojnameger li “Herêma Taybet a Ewle” dîmenan digirin û weşanê dikin. Ew ê van hewldanan asteng bikin û pêvajoya hiqûqî û yasayî derbarê kesên ku vî karî bikin de bidin destpêkirin.
Li Mêrdînê 21 kes bi îdiaya ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî li dijî operasyona li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê derketine hatine desteserkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê kesên hatine desteserkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.
Ajansa Mezopotamyayê jî diyar kiriye ku di nava wan de Hevşaredarê Dêrikê û endamên meclîsa şaredariyê yên Dêrik, Stewr, Qoser û Midyatê rêveberên HDPyê yên Mêrdînê hatine desteserkirin. (AO/TP/FD)