Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dihat plankirin ku Rojên Filman ên LGBTİ yên Alman li Enqereyê bi rê ve biçe. Lê piştî ku li ser medyaya civakî bi hashtagên #LGBTFilmGünleriİptalEdilsin (Bila Rojên Filman ên LGBTİyê bên betalkirin) û #İstiklalimizeKaraLeke (Lekeya reş li ser serxwebûna me) êrîşên bi nefret pêk hatin, Walîtiyê bername qedexe kir.
Rojên Filman ên LGBTİ yên Alman wê bi hevkariya Balyozxaneya Almanyayê, KuirFest û Sînemaya Büyülü Fenerê di navbera 16 û 17yê Çiriya Paşiyê de birêve biça.
Piştî aşkerekirina bernameyê li ser medyaya civakî bi îmzeya Yekîtiya Xwendekarên Tirk a Milî (M. T. T. B.) li ser medyaya civakî bi sernavê #İstiklalimizeKaraLeke (Lekeya reş li ser serxwebûna me) nivîsek hat parvekirin.
Di nivîsê de gelek caran behsa “xwînê” hatiye kirin û sedema belaşbûna bernameyê weke “têkbirina nirxên milî û menewî” hatiye nîşandin. Her wihe behsa qewmê Lût hatiye kirin û ji rayedaran hatiye xwestin ku bernameyê betal bikin.
Her wiha bang hatiye kirin ku şeva 14yê Çiriya Paşiyê li ser medyaya civakî bi hashtaga #İstiklalimizeKaraLeke (Lekeya reş li ser serxwebûna me) çalakî bê lidarxistin.
Li ser Twitterê 123 kesan bi hashtaga #İstiklalimizeKaraLeke (Lekeya reş li ser serxwebûna me) 265 tweet avêtine.
Bi hashtaga #LGBTFilmGünleriİptalEdilsin (Bila rojên filman ên LGBT bên betalkirin) jî 23 kesan 30 tweet avêtine.
Piştî 295 tweetên ku li ser medyaya civakî hatin avêtin Walîtiya Enqereyê ket nava liv û tevgerê û di 15yê Çiriya Paşiyê de li ser malpera fermî daxuyaniyek belav kir.
Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku li ser medyaya civakî derbarê “organîzasyona nîşandana filmên ku hin hesasiyet û hestiyariyên civakî dihewîne” de hin agahî hene û “di çarçoveya Xala 11/Cyê ya Yasaya Birêvebirinê ya Bajêr ya hejmar 5442yê, Xala 17yê ya Yasaya Meş Xwenîşandan û Kombûnê ya hejmar 2991yê û Xala 11/Fyê ya Yasala Rewşa Awarte ya 2935ê de organîzasyona nîşandana filman a wê di navbera 15 û 17yê Çiriya Paşiyê ya 2017yê de li tevahiya bajarê me û li Salona Sînemayê ya Büyülü Fenerê çêbibe ji hêla Walîtiya me ve hatiye qedexekirin”.
Piştî biryara qedexekirinê ya Walîtiyê ekîba Pembe Hayat KuirFestê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, wezîfeya Walîtiyê ne ew e ku çalakiyê qedexe bike lê ji bo bi rengekî ewle çêbibe tedbîran bistîne. (ÇT/FD)