Fotograf: UNICEF
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Fonda Alîkariyê ya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) raporek derbarê sala 2017yê da aşkere kir û di vê raporê de diyar kir ku zarokên li herêmên şer û pevçûnan dijîn, her diçe bêhtir çekan bi kar tînin.
Iraq, Sûriye, Yemen, Nîjerya, Sûdana Başûr û Myanmar welatên sereke ne ku li dijî hiqûqa navnetewî zarokan ber bi şer ve kaş dikin.
Li gorî heman raporê zarok rastî tecawizê, bi darê zorê zewicandinê û kolekirinê hatine.
Rapor diyar dike ku hêzên tundrew zarokan direvînin û wan di nava refên xwe de dihêlin, lê zarokên ku tên rizgarkirin rastî istismara hêzên ewlehiyê yên fermî tên.
Hin ji wan rastî bandorên nerasterast ên nexweşiyan, kêmxwarinî û kêmvexwariniyê tên.
Heman rapor diyar dike ku dibistan û nexweşxaneyên li herêmên ku şer lê hene bi zanebûn tên hedefgirtin.
Manuel Fontaine Dîrektorê Programê yê UNICEFê got ku zarok li malên xwe, li dibistanan û ciyên lîstikê rastî êrîşan tên.
Rapora UNICEFê destnîşan dike ku 27 milyon zarokên ku li herêmên şer dijîn nikarin biçin dibistanan.
Li Efxanistanê di 9 mehên pêşiyê yên salê de 700 zarok hatine kuştin. Zarokên Arakanî yên li Myanmarê jî bi awayekî rêkûpêk rastî tundkariyê hatine û bi darê zorê ji cî û warên xwe hatine derxistin. Nîvê 650 hezar kesên ku neçar mane ji Arakanê birevin û biçin Bangladeşê zarok bûne û temenê wan kêmî 18yê bûn.
UNICEF bang li wan hikûmet û hêzan dike ku li herêmên şer in û ji wan dixwaze ku li gorî rêzikên hiqûqa mirovî ya navnetewî tev bigerin û demildest dawî li tundkariya li hemberî zarokan bînin. (PT/FD)