*Fotograf: HDP/Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Feleknas Ûcayê binpêkirinên ku li Efrînê pêk tên ji Wezîrê Karûbarên Derve, Mevlût Çavûşoglûyî pirsiye.
Ûcayê behsa raporên Neteweyên Yekgirtî (NY) kiriye û wiha gotiye: “Efrîn bûye navenda talankirinê, destdanînê, tecawiz, paqijiya etnîsîteyan û heta niha zêdeterî hezar jin hatine revandin.”
Ûcayê destnîşan kiriye ku çarenûsa van jinên hatine revandin nayê zanîn: “Li gorî rêxistinên civaka sivîl ên Efrînê aşkere kirine, li bajêr di navbera 18ê adara 2018an û 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an de 84 jin hatine qetilkirin. 6 jinan xwe kuştiye, êrîşa zayendî li 71 jinan bûye. Komeleya Mafên Mirovan a Efrînê diyar kiriye ku ji roja destpêkirina êrîşên TSK (Hêzên Çekdar ên Tirkan) û komên piştgiriya wê dike, tawanên li dijî jinan û yên şerî bênavber dewam kirine.”
Ûcayê ji Çavûşoglû xwestiye ku van pirsan bibersivînê:
Ji Adara 2018an û vir ve li Efrînê çend jin hatine revandin û windakirin? Çarenûsa jinên ku komên Tirkiye piştgiriya wan dike, ew revandine çi ye?
Gelo polîtikayeke wê ya bergiriyê ya ji bo kiryarên dijmirovî û ya li dijî qetilkirina jinên li Efrînê heye yan na?
Gelo ji bo jin û zarokên keç ên komên çekdar wan direvînin, xebateke we heye ku hûn wan bibînin û radestî malbatên wan bikin?
Gelo ji bo tawanên li dijî jinan û yên şerî yên komên Tirkiye piştgiriya wan dike û 3 sal in dewam dikin û di raporên navnetewî de jî behsa wan bûne, lêpirsîneke bibandor heye yan na? Ti kar û barên qanûnî ji bo berpirsan hatiye kirin yan na? Wê ti tiştek bê kirin yan na?
Ti xebateke we ya ji bo dadgehkirina kesên li Efrînê tawanên weke talankirin, revandin û îşkenceyê dikin, heye yan na?
Piştî ku di havîna 2012yan de artêşa dewletê ya Sûriyeyê ji Efrînê vekişiya, PYDyê ev der xist bin kontrola xwe.
Artêşa Çekdar a Tirkan (TSK) di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018an de bi Artêşa Azad a Sûriyeyê re operasyoneke leşkerî li vir pêk anî.
Di 26ê Adara 2018an de ev der kete bin kontrola TSK û komên piştgiriya wê dike.
Li gorî rapora rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di dema vê operasyona Tirkiyeyê de 584 endamên YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), 91 leşkerên Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê, 604 milîsên Artêşa Netewî ya Sûriyeyê û 85 endamên TSKyê mirin. (RT/FD)