Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Donald Trump, Serokê DYAyê diyar kiriye ku têkiliya wî û Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê baş e û wiha axiviye: “Ez li Sûriyeyê ne alîgirê kesî me.”
Serokê DYAyê piştî peymana bazirganiyê bi Japonyayê re îmze kiriye pirsên rojnamegeran bersivandiye. Trumpî diyar kiriye ku wî berpirsiyariya DAIŞiyên li herêmê girtî xistiye stuyê Erdoganî û wiha berdewam kiriye:
“Em nikarin wan berdin wê gavê em ê çi bikin ji 60-70 kesar mirovî? Min ji hemû welatên Ewropayê re got, ‘Van mirovan bi şûn de bigirin.’ Wan tenê got, ‘Na, na, na. Em naxwazin vê bikin, em ê wan bi şûn de negirin’.
“Min di telefonê de ji Serokomar Erdoganî re got, ‘Hûn neçar in vê bikin, ev ê bibe berpirsiyariya we. Niha di eslê xwe de ev berpirsiyariya kê ye, -Rûs,a Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye û li hêrêmê kîjan ‘cîran’ hebin. Okay? Em wê herêmê weke herêma ‘cîran’ bi nav dikin. Lê ev ne cîrantiyeke dostane ye. Lê divê ev welat vî tiştî bikin.”
“Salên dirêj in ku em li Sûriyeyê bûn. Divê wezîfeya li Sûriyeyê demkurt bûya. Divê em biketanê û yekser derketana.”
Trump bal kişandiye ser Çîn û Rûsyayê û wiha berdewam kiriye: “Herî zêde ew kêfxweş dibûn ji ketina me ya çiravê. Didîtin ku em li vir bi milyaran dolaran pereyan xerc dikin û bi vê kêfxweş dibûn. Niha tiştê ku pêwîste em dikin. Êdî dema vegera li malê hatiye.” (PT/FD)
Fotograf: AA