Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji bo 3 mehan li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê Rewşa Awarte (OHAL) hatiye îlankirin. Tifaqa Ked û Demokrasiyê têkildarî erdhej û OHALê daxuyaniyeke nivîskî daye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi ser erdhejê re 55 saet derbas bûne lê hê jî bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne û weha gotiye: “Mexdûrên erdhejê yên karîn xwe xelas bikin jî di nava mercên giran de tî û birçî ne. Desthilata AKP-MHPê ev 3 roj in gel terkî mirinê kiriye. Desthilata AKP-MHPê di nava 24 saetan de gavek jî neavêt bajarên erdhej lê çêbûye. Li cihê ku mudaxele û alîkariyan organîze bikin, bi ragihandina OHALê re hewl dide ne gel, xwe biparêze. Gelên Tirkiyeyê baş dizanin ku ev desthilat ji bo karesatên bi vî rengî dibêje; ‘lutfa xwedê’ û hewl dide bo xwe bike firsend. Desthilat bi OHALê re dixwaze van bajaran bigire, torên piştevaniyê qut bike, ketina rojnamegeran a li van herêman qedexe bike da ku agahiyên rast neyên parvekirin, alîgirên xwe yên sûcdar veşêre û îktîdara xwe biparêze. Ya ku divê bihata kirin ne OHAL, seferberî ye.
“Em ê zextên bi OHALê re derdikevin holê nas nekin. Banga me ji bo dewletê ew e ku hemû derfetên xwe pêşkeş bike û ji bo parastina civak û jiyanê seferber bibe. Divê çavkaniyên gel ne ji bo bekaya îktîdarê lê ji bo gel bên bikaranîn. Hemû astengkirinên îktîdarê, sûcekî li dijî gel û jiyanê ye. Em ê piştevaniya heyî mezintir bikin, jiyanê biparêzin û li qadan li cem gelê xwe bin. Em ê vê hilweşînê bi hev re rakin.”(EMK/AY)