Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
342 karkerên Şîrketa Sîstema Trenan a Îzmîrê (İZBAN) bi daxwaza zêdekirina mehaneyan, di grevê de bûn. Serokomariyê bi biryarnameyekê greva karkeran ji bo 60 rojan taloq kiriye ku greva wan meheke berdewam dikir.
Biryarname di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Di biryarnameyê de wiha hatiye gotin: “Greva li kargeha İZBANê ji hêla karkerên ku endamên Sendîkaya Karkerên Rêyahesinî ya Tirkiyeyê berdewam dike, ji ber ku xizmeta veguhastina civakî asteng dike, ji bo 60 rojan hatiye taloqkirin. Biryar li gorî Xala 63yê ya Qanûna Peymana Komî ya Sendîkayan a hejmar 6356ê hatiye standin.”
Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê, heke ku grev nehata qedexekirin, karker îro li ser pêşniyara rêveberiyê ya derbarê zêdekirina muçeyan de wê hilbijartin çêbikira.
Piştî biryara taloqkirinê, heke di pêvajoya navbeynkariyê de encam derkeneve holê, Lijneya Bilind a Navbeynkariyê biryarê dide û mafê grevê ji holê radibe.
Piştî ku pêşniyara zêdekirina mehaneyan a karkeran nehatibû qebûlkirin, karker 10ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) a 2018ê dest bi grevê kiribûn.
İZBAN şîrketa hevpar a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Saziya Rêyênhesinî ya Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) ye. Karker û rayedarên şîrketê gelek caran hatine ba hev lê di rêjeya zêdekirina mehaneyan de li hev nekiribûn. Rêveberiya İZBANÊ diyar kiribû ku ew ji sedî 26 zêdekirina mehaneyan pêşniyar dikin, lê karkeran ev daxuyanî qebûl nekiribûn û gotibûn ku pêşniyareke bi vî awayî li wan nehatiye kirin. (OI/EKN/FD)
* Foto: AA/Arşiv