Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî betlaneya havînê, sala nû ya dibistanê ji bo zêdetirî 18 mîlyon xwendekar û zêdetirî 1 mîlyon mamosteyan îro dest pê kiriye.
Serdema yekem ya sala nû ya dibistanan wê 17ê Kanûna Paşiyê ya 2020an roja înê bidawî dibe. Di navbera 20 û 31ê Kanûna Paşiyê de xwendekar wê neçin dibistanan. Serdema duyem wê 3yê Sibata 2020an roja duşemê dest pê bike. Di 19ê Hezîrana 2020an de jî wê dibistan bên girtin û betlaneya havînê dest pê bike.
Îsal cara pêşiyê wê betlaneyên navîn jî hebin. Betlaneya navîn a yekem wê di 18-22yê Çiriya Paşiyê ya 2019an de pêk were.
Betlaneya Semestera duyemîn dê 3ê Sibatê, 2020an roja Duşemê dest pê bike û dê 19 Haziranê 2020an de roja Înê bidawî bibe. Betlaneya navîn ya serdema duyem jî wê di navbera 6-10ê Nîsana 2020an de be.
Wezareta Perwerdehiyê ya Netewî (MEB), ji bo xwendekar û xwendekarên mezûnbûyî ji piştgirî û qursên perwerdeyê li dar dixe. Qurs wê bê pere bin û di navbera 19-23ê Îlonê serîlêdanan qebûl bike.
Dê qursên Perwerdehiyê di 24-29 Îlona 2019 de werin vekirin. Qursên salane di 30ê Îlona 2019an de wê dest pê bikin û wê di 7ê Hezîrana 2020an de dawî bibin. (TP/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye
Fotograf: AA / Arşîv