Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di nav 2 rojên dawî de di encama çalakiyên ku ji hêla PKKê ve hatin lidarxistin de 9 leşker, 7 sivîl û polêsek canê xwe ji dest dan.
Me derbarê şerên ku di vê dawîyê de gurtir bûye de û çareseriya wê yekê de bi Serokê Komeleya Mafê Mirovan (KMM) yê Şaxa Amedê Raci Bilici re axivî.
Raci Bilici got ku ew diyardeyên ku ji şer û tundiyê re dibin divê ji holê werin rakirin û wiha bangî dewletê û PKKê kir: ‘Bila demildest şer rawestînin û vegerin maseya diyalogê.’
‘Em hemû êrişên li dijî mafê jiyanê, mafên sereke û azadiya mirovan şermezar dikin. Em ji bo ku ew yekana careke dinneyên kirin jî têdikoşin.’
‘Em mirinan ji hev cuda nakin. Ji hêla kî dibe bila bibe; divê demildest ew çalakiyana werin bidawîkirin. Me gelek caran dîtiye ku çareserî bi wan çalakiyan nabe.’
Raci Bilici derbarê çareseriya wan şer û pirsgirêkan de wiha got: ‘Ji bo çareseriya kuştin, tundiya pêk tê û ev rewşa ku em tê de re jî divê polîtîkayên ji bo mafên mirovan werin pêşxistin.’
‘Divê ji bo pêkanîn û saxlemkirina maf û azadiyên sereke, parastina mafên jiyanê û ji bo avakirina aştiya navxweyî polîtîkayên nû werin pêşxistin.’
(EKN/YO)