Fotoğraf: Fatoş Erdoğan
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Jinan a 8ê Adarê ya Stenbolê li avahiya Komeleya Mafên Mirovana Beyoglûyê daxuyanî daye çapemeniyê. Metna daxuyaniyê li ser navê platformê Nûpelda Çelîkê xwendiye.
Çelîkê diyar kiriye ku ji ber 8 Adarê Roja Jinên Cîhanê em ê di saet 16.00ê 6ê Adarê de li Kadikoyê “Hevdîtina Jinan a Mezin” pêkbînin û weha gotiye:
“Me dest ji parastina mafê xwe û jiyana xwe li dijî tûndkariya mêran, kedxwarî, rejîma Qesrê û pederşahiyê bernadin. Me ne pejirand ku fatoreya qeyrana siyasal û aboriyê ji me jinan re were birîn û pandemî me li mal asê bigire. Em bi vê berxwedan û israra xwe ji bo jiyaneke azad û wekhev bang dikin ku li Kadikoyê kom bibin û beşdarbin li Hevdîtina Jinan a Mezin.”
“Em bi hev re li dijî tundkariya dewletê ya li ser Trans û LGBTİ+yan têdikoşin. Em dibînin ku dewleta-mêr fobîyî û dijminatiya li dijî jinan zêdekiriye. Ji bo ku em bi hev re jiyana xwe biparêzin û bi hev re azadiya xwe bi dest bixin em ê li Kadikoyê bên gel hev. Ji ber ku em cîhanekî weha dixwazin ku em tê de ne hedefa nefretê bin û bi awayekî azad wekî xwe bin.”
“Em ê di saet 16.00ê 6ê Adarê de li Kadikoyê bendergeha Beşîktaşê bin. Em ê cîhanê bihejîn in. Em ê azadiya xwe bi dest bixin.”(EMK/AY)