Fotograf: AA
Piştî erdheja 6ê Sibatê ya li Mereşê çêbû, li Hatayê ava Çemê Karasûyê hilatiye. Ev av di nava Taxa Aşagibogayê re derbas dibe. Ji ber hilatina avê, hin avahiyên hilweşiyane, hin kilerên di binên malan de, hin rê u zevi di bin lehiyê de mane. Bi rêya dronekê dîmen vê herêmê hatine girtin.
Ava Rûbarê Asiyê jî rabibû
Ekîbên teknîkê yên Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSI), li herêma erdhejê û li derûdora wê, lêkolîna 140 depoyên avê hatiye kirin ku ev av ji bo vexwarinê, avdaniyê û enerjiyê tê bikaranîn. Her weha di 14ê Sibatê de hatiye dîtin ku ava Rûbarê Asiyê bilind bûye.
*Gundekî Idlibê yê piştî ku ji ber erdhejê ava Rûbarê Asiyê bilind bûye di bin avê de maye. Çavkanî: Ajansa Anadolûyê
Li gorî daxuyaniyên DSIyê, qebareya herikîna Rûbarê Asiyê di beşa jêderka avê de 130 metrekup çirke û di beşa dawî ya ji jêderkê dûr de jî 100 metrekup çirke bûye. 9ê Sibatê saet di 11.20 deqîqeyan de asta qebareya rûbarê ji 15 metrekup çirkeyî bi awayekî lez derketiye 130 metrekup çirkeyî. (TY/HS/FD)