Vê hefteyê 5 jê xwemalî 9 fîlm wê li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê bikevin vîzyonê.
Fîlmê bi navê "Peyam" yek ji van fîlman e ku Musfeta Akkad derhênerê wê ye û cara ewil 45 sal berê li Tirkiyeyê hatibû nîşandan. Fîlmê behsa destpêka belavbûna Îslamiyetê dike, piştî 45 salan ew ê bi awayekî nû û bi versîyona 4Kyê bê nîşandan.
Anthony Quinn, Irene Papas, Mîchael Ansara, Johnny Sekka, Mîchael Forest, Garrîck Hagon û Damîen Thomas di fîlmî de lîstine.
Navê fîlmê bi Îngilizî "The Message: The Story of Islam" e û 177 deqîqe ye.
Fîlm di sala 1976an da hatibû çêkirin û behsa jiyana Hezretî Mihemed û derketina ola Îslamê dike.
Derhênerê fîlmê David Yates, senarîstên wê jî J.K. Rowling û Steve Kloves in.
Di fîlmê de behsa têkoşîna di navbera Grindelwaldê dixwaze dest bide li ser dinyaya sêrbazan û Albus Dumbledore, Newt Scamander û hevalên wî dike.
Derhênerê wê Bugra Kekîk e û lîstikvanên wê Reha Ozcan, Ayşenîl Şamlioglu, Hakan Bîlgîn, Selahattîn Taşdogen û Şevkî Ozcan in.
Di fîlmê da behsa 7 qerekterên ji hev cuda lê têkiliya wan bi hev ra heye tê kirin.
Fîlm bi gotinên jineke li ber sekeratê ye dest pê dike, jineke Îngilîz a li pirtûkeke winda digere, ciwanekî dixwaze zordestiyê li xwestiya xwe ya berê bike, jineke digel nexweşiyên borî aşiq bûye û haya evîndar jê tune, mêrikekî êrîşkarê xwekujiyê ku dixwaze heyfa xwe hilîne û jineke bi salan di girtîgehê da maye û paşê derketiye cî dgirin û têkiliya di navbera van kesan da tîne ser ekranê.
Metîn Kuruyê ku senaryoya fîlm nivîsiye di heman demê de derhênerî jî kiriye û di fîlm de qala çîroka Lîlly a ku bi xwedawendê Misrê Îsis ra têkilî danî dike.
Di rola sereke ya vê fîlm de Behîce Maurer, Îlhamî Adsal, Nîhat Demirel, Gulay Say û Abdullah Faruk Gunaydin dileyîzin.
Necatî Aslan derhêner e û qala Zalo Axayê zalim û sê cotyarên dixwazin waliyê li Meletiyê wezîfedar e bişêlînin dike.
Di rola sereke ya vê fîlma pêkenokê da Sermiyan Midyat, Kivanç Baran Arslan, Ersel Şîbîl, Zafer Kora û Halîl Kumova dileyîzin.
Di rola sereke ya fîlm de Johnny Flynn, Marc Maron û Jena Malone dieleyîzin û tê da qala jiyana Davîd Bowîeyê di qana muzîkê de yekî bi nav û deng e tê kirin.
Fîlmê anîmasyonê Kevîn Munroeyî kişandiye û tê da qala têkoşîna Trymê Mîrzayê Trolê ku ji bo bavê xwe Qral Grom xilas bike radixe pêş çavan, dike.
Fîlmê biyanî yê bi navê "Zengil" ku Ralp Waldo derhênerî kiriye û fîlma xwemalî ya bi navê "Azaîm: Goristana Cinan" ku Erdal Şîmşek derhênerî kiriye jî fîlmên tirsê yên vê heftê ne. (FD)