Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Global Witness, Saziya Civaka Sivîl a navenda wê li Ingiltereyê ye, aşkere kiriye ku di sala 2018ê de di dema têkoşîna bi krîza îqlîmê, ya şîrketên Xida û yên weke wan de 164 jîngehparêz hatine kuştin.
Filipîn di rêza yekem de ye ku li vir 30 jîngehparêz hatine kuştin. Piştî Filipînan, Kolombiya û Hindistan hatiye.
Global Witnessê di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de gotiye, “Mirovên ji rêzê bûn ku dixwestin malên xwe, jîngehên xwe û gerstêrkeke nojdar diparastin.”
Her weha ev nîşe di raporê de hatiye nivîsandin:
“Gef li gelek mirovan hatiye xwarin, rastî tundkariya polîsan hatine û hatine desteserkirin, ji ber ku li dij hikûmetan û şîrketên li pey mifaya xwe derketine ew avêtine girtîgehan.”
Victoria Tauli-Corpuz, raportorê taybet ê Neteweyên Yekgirtî (NY) gotiye, “Mafparêzên xwaka xwe û jîngehê diparêzin weke terorîst tên ragihandin, rastî tundkariyê tên.” (PT/FD)