Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Jinan a Şaxê Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) derbarê Girtîgeha Jinan a Sîncanhe de raporek weşandiye.
Li gorî nûçeya MAyê, ji bo aşkerekirina raporê, duh li avahiya Navenda Gişti ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Civakî û Tenduristiyê (SES) ya li Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar ketiye. Parêzer Sevda Aydinê daxuyanî xwendiye.
Aydinê gotiye ku bi hezaran jin ji ber têkoşîna azadî û wekheviyê didin hatine girtin û li girtîgehan di serî de lêgerîna tazî, gelek pêkanînên li dijî mirovahiyê pêk tînin: “Çawa ku di rapora me de jî hatiye diyarkirin, pêkanînên rejîma bicihanîna cezayan a mêran, ên mîna lêgerîna tazî, tecrîda hucreyê, odeya bisifinc, derblêdan, îşkencekirin êdî li girtîgehan weke bûyerên ji rêzê tên qebûlkirin.
“Qanûnên bicihkirina cezayan, bi nêrîna nêrzayî tê amadekirin û di nava wan de xalên ku bi taybet ji bo jinan bin an jî li gorî hewcedariyên wan bin, nînin. Aqilê nêrza, ji bo bi gelek guhertinan faîlên tundkariyê û tecawizkarên li girtîgehan serbest bikin, hêzeke gelekî zêde xerc dike lê ji bo cudakariyeke li gorî zayendan li jinên li girtîgehan tên girtin nebe, ji bo li dijî van cudakriyan ew bên parastin û rê li ber van cudakariyan bigirin, tiştekî nakin.”
Aydinê diyar kiriye ku jin him rastî pirsgirêkên giştî dibin him jî ji ber pirsgirêkên bi jinan re têkoldar in dijîn:
“Binpêkirina destpêkê ya ji bo jinan, dema di ketine girtîgehê de bi lêgerîna tazî destpê dike û gelek caran li kesên tên hevdîtinan jî ev tişt tên kirin. Çapemenî her roj dinivîsîne û dibêje, derb li girtîgehan li jinan dixin, wan îşkence dikin. Bi heman îdiayan gelek kes serî li komeleya me jî didin.
“Em weke OHDyiyên jin bang li rayedaran dikin û dibêjin ku di serî de yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, hemû pêkanînhen li dijî mirovahiyê yên li hemû jinên di girtîgehan de ne tên kirin, bidawî bikin.”
(AS/FD)