Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Zeynep Bayramoglû Çoşkûn yek ji nivîskarên bianetê bû û dersên taybet ên Fransî dida xwendekaran. Duhî li rexa xaniyê wê termê wê hat dîtin.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) duhî siet 14.00ê dengek hatiye, dema cîranên Zeynep Bayramoglûyê li derve nêrîne termê wê dîtiye.
Nayê zanîn ka Bayramoglû çawa ji qeta 5. a xaniyî ketiye.
Zeynep Bayramoglû Coşkûn(48) yek ji nivîskarên bianetê ye. Wê dersên taybet ên Zimanê Fransî dida.
Li Weşanxaneya L’Harmattanê sê kitêbên wê yên Fransî hatine çapkirin. [La Démission (2009), Monsieur Karénine (2010), L’Amant Capitalist (2012)].
Bayramoglû Çoşkûn bi mûzîsyen û nîgarkêşê bi navê Gûrkan Coşkûn re zewicî ye. Gûrkan Coşkûn bi navê Komet tê nasîn. Herdu hevser ev demek bû ji hev cida dijiyan.(ÇT/MB)