Artêşa Îsraîlê li Xezeyê ku bi mehan e êrîşên xwe lê didomîne, rojnamevanekî din kuşt.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, balefirên şer ên Îsraîlê mala rojnamevan Îsam el-Lulu ku li herêma El-Zawayîdeya Xezeyê ye, kirin hedef. Di êrîşê de rojnameger Lulu, hevjîn, kur, bûk û neviyê wî mirin.
Li Xezeyê ji 7ê Çiriya Pêşiya 2023yan vir ve artêşa Îsraîlê êrîşên xwe bi mehan e didomîne. Heta niha 121 rojnameger mirine.
(AS/AY)