Fotograf: Parlamentoya Ispanyayê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dîwana Parlamentoyê ya Ispanyayê biryarek pejirand ku ji bo li Parlamentoyê bi baskî, katalanî û galîsî axavtin fermî bibin. Piştî vê biryarê cara pêşiyêye ku li Parlamentoya Ispanyayê bi van her sê zimanan, axavtin hatin kirin.
Her sê ziman jî li welêt fermî ne lê bi tenê li parlamentoyên xwecihî yên herêmên xweser û saziyên fermî, dikarin bi wan biaxivin.
Li gorî nûçeya Catalan Newsê, ji bo biryar bicih bibe, 12 wergêr û kelûpelên nû yên teknîkê li Parlamentoya Ispanyayê hatin bicihkirin.
Piştî vê biryarê li Parlamentoyê parlamentere Sosyalîst José Ramón Besteiro axavtinek bi galîsyayî û ispanyolî kir.
Paşê jî berdevka EH Bilduyê Mertxe Aizpurua û Parlamenterê PNByê Joseba Andoni Agirretxea bi baskî axivîn.
Berdevkê ERCyê yê meclîsa jêr Gabriel Rufian jî bi katalanî axivî.
Berdevka Hikûmeta Ispanyayê Isabel Rodriguez diyar kir ku rêveberî her wextê bikaranîna zimanên fermî li Ispanyayê diparêze, ji ber ku Destûra Bingehîn vê dixwaze.
Partiya Gel a Kevneperest (PP) û partiya rastgir a radîkal Vox li dijî axavtinên bi katalanî, baskî û galîsî derketin û hewl dan ku bi van zimanan axavtin nebin.
Piştî ku bi zimanê galîsî axavtin dest pê bir, parlamenterên Voxê berguhkên xwe danîn li ser paldanka wekîlê Serokwezîrî Pedro Sanchezî û ji salonê derketin. (NT/FD)