Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
HDPyê li hemberî encamên hilbijartina herêmî yên li Mûşê îtiraz kiriye û serî li Lijneya Hilbijartinê ya bajarî daye. Di vê navberê de Walîtiyê çalakiyên mîna civîn, meş, xwenîşandan û daxuyaniyên çapemeniyê heta 15 rojan qedexe kiriye.
Walîtiyê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî belav kiriye û tê de wiha gotiye ku “Me zanyarî bi dest xistine ku rêxistin û şexsên piştgiriya terorê dikin wê bi curbecur sedeman çalakiyên provokatîv çêbikin, bi vê ermancê wê civîn, meşên xwenîşandanê û daxuyaniyên çapemeniyê jî tê de gelek çalakiyan li dar bixin û di vê çarçoveyê de amadekariya çalakiyan dikin”.
Walîtiyê diyar kiriye ku qedexe 1ê Nîsana 2019ê dest pê kiriye û wê heta 15 rojan berdewam bike.
Sirri Sakki, namzetê Şaredariya Mûşê yê HDPyî diyar kiriye ku li gorî lêkolînên wan di 103 sendoqan de şaşîtî hene. Bi giştî 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin. Ji ber wê jî wan serî li Lijneha Hilbijartian bajarî dane.
Li gorî encamên nefermî Feyat Asya, namzetê Akpyê ji sedî 34,83 (15 hezar û 914) deng bi dest xistiye. Rêjeya dengên Sirri Sakikî jî ji sedî 33,49 (15 hezar û 303) e. Şerafettîn Yatçi, namzetê serbixwe ji sedî 26,75 deng derxistiye. (HA/FD)